Hemza Sêvo/ Qamişlo
Rêveberê Komîteya Lihevkirinê ya Meclisa Edaletê ya Kantona Cizîrê Nûredîn Şakir da zanîn ku helwestên pîroz û bangên ji bo nenavendîbûna Sûriyê ji Konferansê Pêkhateyan derketin û got, “Bêyî Rêveberiya Xweser û QSD’ê aloziya Sûriyê çareser nabe.”
Konferansa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryanî, ermenî, Tirkman û Çerkez herwiha nûnerên QSD, Tevgera Civaka Demokratîk, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û hwd… amade bûn.
Girîngiya vê konferans di demeke wiha de ji hêla hemû gelên Sûriyê ve bi erênîn hat nirxandin. Herwiha hêviya gelên Sûriyê ku encamên vê konferansê li ser rûyê erdê pêk were, destûrekî hevbeş û demokratîk were sazkirin da ku pirsgirêka Sûriyê çareser bibe. Derbarê heman mijarê rêveberê Komîteya Lihevkirinê ya Meclisa Edaletê ya Kantona Cizîrê Nûredîn Şakir ji rojnamaye me re axivî.

‘Helwestên pîroz û bangên dîrokî ji Konferansa Pêkhateyan derketin’
Nûredîn Şakir destnîşan kir ku helwestên pîroz û bangên dîrokî ji konferansê derketin û wiha domand: “Konferansa Pêkhateyan li ser esasê pêkanîna hevgirtin, yekîtiya gelan û yekhelwestbûna pêkhateyên Sûriyê hat lidarxistin. Di heman demê de konferans nameyeke hişyariyê bû ji hikumeta veguhêz a Şamê re, ji ber ev hikumet pêkhateyên Sûriyê paşguh kirine û tenê li ser sîstemeke yekalî dimeşe. Heya niha jî xebata hikumeta Şamê bi awayekî yekalî û yeksiyaset daye meşandin, wê destûreke tekane ava kir û dixwaze parlemanekî taybet ji bo xwe bide avakirin. Em dibînin ku ew mîna rêjîma Baas tevdigere, ew hatiye li serdesthilatdariya wê ji bo meşandina zihniyet û xebata Baas. Hikumeta veguhêz tevahiya pêkhateyan hembêz nekiriye, lê belê komkujî di derheqê wan de pêk aniye. Di roja îro de jî hewldanên hikumeta Şamê û derdora wî dixwazin tevlîheviyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ava bikin. Lê di konferansê de hevgirtin, helwestên pîroz û bangên ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî ji hêla hemû pêkhateyan ve hatin nîşandan.”
‘Bêyî QSD’ê û Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyê nayê çareserkirin’
Şakir tekez kir ku bêyî Rêveberiya Xweser û QSD’ê pirsgirêka Sûriyê çareser nabe û wiha got: “Niha sîstemeke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dare, bi saya QSD’ê ya ku nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dike, Rêveberiya Xweser tê parastin. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan dixwaze li dijî Rêveberiya Xweser derkeve û QSD’ê bêçek bike. Sedem ew e ku gelê Kurd pêşengitiya sîstema demokratîk dikin, dewleta Tirk jî Kurdan weke dijmin ji xwe re dibîne. Dewleta Tirk xwe dike waliyek li Sûriyê, lê em dizanin ku dagirkeriya Tirk ti caran başiyê ji gelên Sûriyê re naxwaze. Dema ku dewleta Tirk xwe weke waliyekî bihesibîne, dê tiştekî xeternak be ji bo Sûriyê. Di dema rêjîma Baas de Îran waliyek bû ji bo Sûryê, em naxwazin Sûriyê ji desthilatdariya Îranê ber bi hegemoniya Tirkiyê ve biçe. Ji ber wê gelên Sûriyê rastî krîzên mezin werin. Riya çareseriyê li gel pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser e û bêyî QSD’ê pirsgirêka Sûriyê çareser nabe. Di Konferansa Pêkhateyan de jî hemû pêkhate piştgiriya xwe ji bo QSD’ê dan tekezkirin.”
‘Gelên Sûriyê hewcedarî destûrekî demokratîk in’
Rêveberê Komîteya Lihevkirinê ya Meclisa Edaletê ya kantona Cizîrê Nûredîn Şakir anî ziman ku pêwîstiya Sûriyê bi hevpeymaneke civakî heye û wiha axivî: “Daxwaza pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya gelên Sûriyê di konferansê de ew bû ku destûreke demokratîk û pirreng were sazkirin ku wan hembêz bike û mafê wan biparêze. Da ku gelên Sûriyê ji komkujiyan, şerê navxweyî û aloziyan were parastin, pêwîst e destûrekî nû yê demokuratîk were sazkirin. Hevpeymana Civakî û ya li ser hîmê Neteweya Demokratîk nimûneya serkeftî ye ji bo siberoja Sûriyê û encex krîza Sûriyê bi sîstemeke wiha were çareserkirin. Ne tenê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema Rêveberiya Xweser ji bo xwe pejirandine, lê belê hemû pêkhateyên Sûriyê ev proje weke riya çareseriyê qebûl kirine. Tevahiya gelên Sûriyê nema rewş û siyaseta beriya sala 2011’ê li ser xwe qebûl dikin. Lewma jî di Konferansa Pêkhateyan de careke din projeya Rêveberiya Xweser a li ser bingeha jiyana hevbeş weke modêleke nûjen a siberoja Sûriyeke demokrat hate hilbijartin. Bila her kes bizanibe sîstema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îroj tê meşandin, tenê dikare tevahiya gelên Sûriyê ji şikefta tarî ya ku hikumeta Şamê daye avakirin, derxîne.”






