Farûk Sakik
Sûriye di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibe. Bajarê Hesekê di 8`ê Tebaxê de malovanî ji kombûneke dîrokî ya bi navê “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” kir. Konferans bi tevlîbûna nêzî 500 nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên siyasî, leşkerî û ewlehî û nûnerên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat.
Vê konferansê nîşanî hemû cîhanê da ku gelên herêmê dixwazin bi awayekî wekhev û azad bijîn. Gelên li Sûriyê bawerî bi sîstema ‘xweseriya demokratik’ anîn. Yek armanceke hevpar hebû, ew jî Sûriyeke Demokratîk bû. Di heman deme de, li Fransayê amadekariya civînek di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şamê de pêk bihata hebû. Herdu aliyan ji berê de deklere kiribûn ku wê tevlî vê civînê bibin. Kesên xêrnexwaz-şerxwaz timî dixwazin li Sûriyê fitne û xerabiyan pêş bixin. Ji van xêrnexwazan yek jî Tirkiye bû. Li Tirkiyê eniya şerxwazan di nav liv û tevgerêde ne. Rojek beriya Konferansa Hesekê, du roj beriya civîna Parîsê, Hakan Fîdan şandin Şamê. Hakan Fîdan nikaribû pêşî li konferansa Hesekê bigire lê pêşî li civîna Parîsê girt. Rêveberiya Şamê rojek beriya civînê daxuyanî da ku wê neçin Parîsê.
Piştî sefera Hakan Fîdan a Şamê, li herêmê êrişên çeteyên HTŞ’ê dest pê kirin. Di demeke wiha de mafdariya hebûna QSD’ê hat îspatkirin. Di van geşadanên li Sûrî carek din da xuyakirin ku pêdivî bi çek û xweparastinê heye. Karesatên hatin serê Durzî û Elewiyan jî ji xwe tê zanîn. Heger Kurd vê qederê nejiyabin sedem hebûna QSD’ê bû. Di destpêkê de dixwazin çek ji dest wan bigirin û piştre dest bi komkujiyan bikin. Piştî ku PKK’ê li hemberî dewleta Tirk têkoşîna çekdarî daye sekinandin, QSD jî hat nîqaşkirin. Murat Karayilan jî bersivek da van nîqaşan û digot: Çekberdan mijareke cuda ye. Ew mijareke taktîkî ye. Çawa? Li kîjan welatî şert û merc çawa bin, li gorî wê têkildarî bê ka çek hewce ye yan na dikare biryar bên standin. Mijarên taktîkî ne mijarên jiberkirî ne. Mesele hêzeke çekdarî ye. Ger wê li dewletê yasayên ku baweriyê didin, nebin û li hemberî hebûna wan êrîş werin kirin, wê demê helbet wê xwe bi rêya çekan biparêzin!
Rêber Apo hêviyek dît ku dewleta Tirk, dest bi qanûnên ku baweriyê didin kiriye. Ji bo çareseriyê ev serdem da destpêkirin. Lê li Sûrî dewlet tune da ku qanûnên wê hebin. Karayilan jî behsa heman tiştî dike. Ger wê li dewletê qanûnên ku baweriyê didin, nebin û li hemberî hebûna wan êrîş werin kirin, wê demê helbet wê xwe bi rêya çekan biparêzin. QSD’ê ev hêz e.
Divê ku were gotin, beriya 15’ê Tebaxê hêviyên ku dewleta Tirk di qanûnên xwe de bide Kurdan, tunebûn gelo? Na tunebû. Ji êrişên li ser Rojava yên îro talukettir, îmha, înkar û asîmlasyon hebû. Ji bo Bakurê Kurdistanê 15’ê Tebaxê, QSD ya Rojavaya îro bû.Têkoşîna çekdarî û şer a di 15’ê Tebaxa 1984’an de destpêkir, piştî demek gihîşt radeyek ku êdî dest bi siyaseta demokratîk bike. Êdî dem dema aştiyê bû. Dema siyaseta demokratîk bû. Lê zihniyeta Hakan Fîdan ên îro, wê demê li Tirkiyê îqtiîdar bûn. Şerxwaz desthilat bûn. Di şer de israr kirin û Kurdan ji wê rojê heta roja me gelek êş kişandin. Rêber Apo dixwaze dawî li van êşan bîne. Îro hebûna QSD’ê jî, ji bo li Rojava zêde êş neyên kişandine.





