Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îbrahîm Şêxo: Li herêmên dagirkirî kiryarên dijmirovî berdewamin

13/08/2025
in ROJEV
A A
Îbrahîm Şêxo: Li herêmên dagirkirî kiryarên dijmirovî berdewamin
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Berpirsê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî binpêkirin û kiryarên dimirovî berdewam dikin. Şêxo ragihand ku li wan herêman rojane welatiyên Kurd tên içkencekirin, revandin û kuştin.

Di derbarê rewşa dawî a herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Serêkaniyû û Girê Spî de Berpirsê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo bersiva pirsê Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Bi geşedanên dawî yên ku li Sûriyê qewimî ne, gelek guhartin û veguhertin hatin çêkirin. Komên Çeteyan yên li herêmên dagirkirî ji vê yekê fersend dîtin û kiryarên dijîmirovî li ser gel bi taybet li Efrînê zêdetir kirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Li seranserî Sûriyê binpêkirinên mafên mirovan belav dibin û hovîtî zêde dibe, herwiha kuştin û revandina mirovan zêde dibe. Hêviya gelê Sûriyê ew bû ku piştî ketina rêjîma Baas û hatina hikumeta veguhêz a Şamê Sûriyeke wekehev û Demokratîkî were avakirin. Di heman demê de, hêviya koçberên herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ew bû ku vegerin cih û warê xwe, lê ev yek pêk nehat. Ji ber ku hikumeta veguhêz a Şamê kesên biyanî di nava rêveberiya xwe de erkedar dikin û rojane komkujiyan li dijî gelê Sûriyê pêk tîne. Hin ji koçberên bajarên Sûriyê vedigerin cih û warê xwe, lê komên çeteyan li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li cihê xwe man û hin ji wan çeteyan xwe ji herêmên dagirkrî vekşandin. Komên çeteyan yên herêmên dagirkirî navê xwe guherandin û hejamarek ji wan tevlî hikumeta veguhêz a Şamê bûn. Ev tê wateya ku komên çeteyan di bin navê hikumeta veguhêz a Şamê de hatin parastin, heta niha li herêmên dagirkirî sûcên berê tên kirin û kuştin, revandin û binpêkirin didomin. Berî niha li herêmên dagirkirî komên çeteyan navên wan diyar bûn, lê niha li wan herêman navê wan komên çeteyan ne diyarin.

Di demên dawiyê komên çete xwestin bidin xuyakirin ku li Efrînê aramiyek çêbûye, lê rûxmî vê jî girtin, revandin, kuştin û talankirina xwezayê, mal û milkên gel tê kirin. Gelo armanca wan ji vê siyasetê çi ye?

Komên çeteyan weke her car ev yek bikar anîn û dest davêjin kesên ku vegeriyane ger demkî be yan demdirêj be. Di van demên dawiyê de gelek kes hatin girtin û revandin ku ji wan bace tê xwestin, herwiha piraniya malbatên ku vegeriyane nikarîne mal û milkê xwe bidest bixin, da ku bidestbixin jî ji wan baceyek mezin bi dolar tê xwestin. Komên çeteyan yên navê wan ne diyar li herêmên dagirkirî û bi taybet Efrînê binpêkirin û diziyê dikin, rojane mirovan direvînin û dikujin. Di dawiyê de ev komên çeteyan nayên nasîn ku kî ne û hikumeta veguhêz a Şamê ji wan çeteyan re dibêje ku dizî çêbûye û dema xwediyê malê gilî dike, ji xwediyê malê re dibêjin ku ev yek ne girêdayî me ye. Ev yek dide diyarkirin ku lawaziya hikumeta veguhêz a Şamê heye û têkilyeke di navbera wê û komên çeteyan de jî heye. Li herêma Efrînê mal û milkê gelên Kurd talan dikin, heta niha li Efrînê sûcên şer, qirkirin berdewam dikin û heta niha tu çareserî di Efrînê de çê ne bûye. Di vê demê de gelek gotin tên gotin ku li herêma Efrînê aramî heye û dibêjin ku binpêkirin kêbûne, lê mînakên wan berdewamin. Ji ber ku tu çareserî tune ye û talan kirin ji dema berê zêdetir bûye. Siyaseta wan a guheritina demokrafîk berdam dike. Komên çeteyan dixwazin ku wê siyaseta xwe a qirêj bihêlin, rêvebertiya Efrîn di dest wan de be. Lewma komên çeteyan dixwazin ku tirsê di dilê gel de çêkin, da ku gelê resen ve negerin li ser cih û warê xwe. Di heman demê de, dewleta Tirk a dagirker dixwaze ku li ser erdê guhertina demografîk pêk bîne.

Efrîn di bin dagirkerî û kontrola dewleta Tirk a dagirker de ye, ji bo bidawîkirina van sûcan û pêkanîna vegerke bi ewle a gelê Efrînê, pêwîst e gavên çawa ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê û Tirkiyê ve bên avêtin?

Hikumeta veguhêz a Şamê erkê wê ye ku parastina gelê Sûriyê bike. ji ber vê yekê divê ku ev hikumet bi erkê xwe rabe û komkujiyê ku niha li dijî gelê Sûriyê pêk tîne, rawestîne. Di 10’ê Adara 2025’an de di navbera Serokê giştî yê Hêzê Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Serokê hikumeta veguhêz a Şamê Ehmed El-Şera de hevpeymanek çêbû. Li ser gelek xalan hatin nîqaşkirin û erkêkirin, xala vegera koçberan xala pênca bû. Herwiha pêwîst e hikumeta veguhêz a Şamê xala vegera koçberan a bi ewle pêk bîne. Da ku koçberên herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vegerin li ser cih û warê xwe û komên çeteyan ji wan herêman xwe vekşînin. Helbet wê demê aramî li herêmê çêbibe û hikumeta veguhêz a Şamê dikare di derbarê vê yekê de lihevkirinekê bi dewleta Tirk a dagirker re bike. Di heman demê de, jî pêwîst e dewleta Tirk a dagirker jî bi erkê xwe rabe û êdî bes piştgirî bide komên çeteyan yên li herêmên dagirkirî. Lewma divê ku kesên sûcdar werin cezakirin û dewelta Tirk a dagirker xwe ji tevahiya Sûriyê vekşînine, da ku aşîtî li herêmê pêk were.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.