Dilyar Cizîrî
Roja înê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê konfransa yekrêzî û yekhelwestiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Zêdeyî 400 kesên nûnertiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî bûn. Di dîmenan de jî pirengî û beşdariya nûnerên pêkhateyan diyar bû. Balkêşe lidarxistina konfransa Hesekê di demekê de civaka navdewletî û hêzên destê wan di Sûriyê de heye, li riyeke çareseriyê digerin, hate lidarxistin.
Di heman demê de hikûmeta veguhêz a Sûriyê bi serkêşiya HTŞ’ê bi gavên ji dema ketina rêjîma Esed û heta niha nikarin gavên xwe bixin xizmeta çareseriya aloziya Sûriyê. Berûvajî heta niha gavên wan ji “kongreya niştimanî” bigre, erkdarkirina wezîran û heta danaşîna dûstûrê li ser xeta hikûmeta berê ya Beşar El Esed tevdigere. Hîn jî nikarin li gorî demê û pêwistiyên aloziya Sûriyê guhertinekê bidin jiyankirin.
Bi komkujiyên Perava Sûriyê û Siwêda ev rastî hîn zêdetir isbat dibe. Di hemû gavên wan de destwerdana hêzên derve diyar in. Hikûmeta Beşar El Esed elewî bû, bi biryarên Rûsiya û Îranê tevdigeriya. Hikûmeta veguhêz a Ehmed El Şeri siniyê bi fermana Tirkiyê û Qeter tevdigere. Bi wate zihniyet û naverok yek e. Tenê di mijara mezhebî, hêzên piştgir de guhertin hatiye çêkirin.
Hêzên navdewletî ji destpêkê de dibêjin ew rewşa hikûmeta veguhêz dişopînin û li ser wî esasî di mijara naskirin û hevdîtinan de gelek gav hatin avêtin. Lê piştî piratîka behsa mijarê êdî nêrîna hêzên navdewletî û yên destê wan di dosya Sûriyê de heye, têne guhertin.
Konfiransa Hesekê di vê navberê de gaveke mezin û bi hêz a Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Beşdarbûna nûnerên rûhî yên elewî û durziyan, di heman demê de nûnerên xiristyan û nûnerên hin pêkhateyan ên di dema hikûmeta berê de newêrîbûn xwe nêzîk bikin, giraniya konfiransê mezintir kir.
Ev konfrans di gelek sazî û dezgehên ragihandinê de bû rojeva sereke, çav ji gelek aliyan ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir. Tişta bi salan li vir tê gotin ku xweserî riya çareseriya tevahî aloziya Sûriyê ye, isbat bû. Kesên di bin zextên dewleta Tirk de çavên xwe li vê rastiyê digirtin, piştî pêêketin û guhertinên têne jiyankirin, mecbûr man vê nêrînê aşkere bikin. Ev rastî barê rêveberiya xweser girantir dike. Berê çavên xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li vê rêveberiyê û hêzên wê yên leşkerî bû. Lê niha diruşmeya me bi salan beriz dikir, zindî bû. Ev jî bar û berpirsyariyê girantir dike. Îro çavên Siwêda, Perava Sûriyê, herêmên hindir û her kesên li dijî tundiyê ne li sîstema rêveberiya xweser e.
Li ser vî esasî rêveberiya xweser a di gelek qadan de gavên mezin avêtiye, di warê civakî û rêxistinî de di hindirê xwe de lawaziyan jiyan dike. Tevî zêdeyî 10 sal in rêveberî hatiye avakirin. Nûnerên herêmê ji hemû aliyan cihê xwe di nav de girtin, lê hîn kêmasiyên têne jiyankirin, pirin.
Balkêşe barê qadên civakî, siyasî û diblomasî jî li ser pişta hêzên leşkerî û QSD’ê birêve diçe. Ji bo serkêşiya meydanek wekî Sûriyê pêwîste di zûtirîn dem de sererastkirin werin çêkirin.





