Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qehremanê Kurd Nûredîn Sofî oxir kirin

12/08/2025
in NÛÇE
A A
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qehremanê Kurd Nûredîn Sofî oxir kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Bi merasîmeke bi heybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve têkoşerê Kurd Nûreddîn Sofî li Şehîdlika Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hat oxirkirin

Îro gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên Rêveberiya Xweser, Mecilsa Malbatên Şehîdan, Hêzên QSD’ê, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û hwd… merasîmeke bi heybet ji bo şoreşger Nûredîn Sofî li Stada 12’ê Adarê li dar xistin û paşê cenazeyên wî li Şehîdlika Delîl Sarûxan oxir kirin.

Merasîm ji Dêrikê di seet 9’an de dest pê kir, cenazeyê şehîdê şoreşger li ser piyan bû, bi tilîliyên dayikên şehîdan û şîneyên Girkê Legê, Çelaxe û Tirbespiyê hate pêşwazîkirin. Herwiha di seet 16’an de cenazeyê şehîd Nûreddîn Sofî gihatş bajarê wî Qamişlo.

Tevahiya Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo û taybet li Stada 12’ê Adarê pêşwaziya Şehîd Nûredîn kirin.

Kerwanê merasîmê li stadê veguherî mîtîng, paşê torana leşkerî bi amadebûna bi dehan şervanên QSD, hat pêşkêşkirin. Herwiha Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di şexsê şehîd Nûreddîn Sofî de wiha axivî: ” Di serî de em sersaxiyê ji malbata şehî Nûreddîn Sofî re û ji bo xwe dixwazin. Şehîd Nûreddîn Sofî ji bo avakirina Şoreşa Rojava xwedî roleke pêşeng bû. Herwiha wî li çiyayê Kurdistanê têkoşîneke mezin da meşandin. Di heman demê de xebata wî li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê bû. Di sala 2013’an de ji qadên berxwedanê daket Rojava û li nav qada siyasî, leşkerî û rêxustinî ya Şoreşa Rojava keda wî hebû. Ew fermandarê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, li Reqa, Dêrazorê û heyanî Baxozê, bû. Ew hezkerê Neteweya Demokratîk bû. QSD, Şoreşa Rojava û qada siyasî deyndarê keda şehîd Nûreddîn Sofî ye. Di hizûra wî de em dibêjin wê têkoşîn berdewam be û wê xwîna wî û hemû pakrewanan bi encam bibe.”

Paşê wesîqeya şehîd Nûreddîn Sofî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin. Herî dawî hemû beşdarvanên merasîmê li pişt cenazeyê Fermandarê Giştî yê YPG yê nemir Nûreddîn Sofî ber bi Şehîdlika Şehîd Delîl Sarûxan ve çûn.

Li şehîdlikê jî pakrewan Nûreddîn Sofî bi tilîliyên jinan û stranên şoreşgerî hate pêşwazîkirin, piştre rêhevalên wî cenaze hembêzî axa pîroz kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nûreddîn Sofî li di sala 1970’î Qamişlo ji dayik bûye. Ew yek ji damezrînerên YPG ye, herwiha di 6’ê Nîsana 2021 de li Garê ji hêla dewleta Tirk ve hat şehîdxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.