Cûdî Cizîr
Tevgera azadiya gelê Kurd bi gernasan dagirtiye. Weke darekê, her ku diçe kokê xwe kûr dibe, siha xwe mezin dibe. Mîna tovên ku li ser xakekê tê reşandin, ji nû de jîn dide. Ne tenê li hêlekê, li hemû hêlan ev tov vejîn dibe. Dema em li dîroka mirovatî temaşe dikin sal, roj û meh ji bo mirovan pir wateyên bi maneyên mezin hene. Gelê Kurd weke gelên din di cîhanê de dijî, ji bo Tevgera Azadîya Gelê Kurd jî her sal, meh û roj bi qehremantî û bi fedayitî û rojên wiha ku bi taybet û bi wateyên mezin, gelê Kurd ji bo xwe weke nasname dibîne heye. Di dîroka şerê me de bi gavên mezin û destpêkê bi serkêşîya fermandar rêheval Egîd ve hatîye avêtin. Em jî weke rêhevalên heval Egîd, yên dozê, ne gengaze ku em bi çend gotinan bînin ser ziman. Şopdariya wî kirin, layîqê wî derketin, li gorî soz û peymana hatî dayîn pêwîste em tevbigerin. Di dîroka şerê me yêl têkoşîna çekdarî de fermandar heval Egîd risteke mezin lîstiye.
Fermandar, kesên li cihê pêwîst, ji bo pêwîstiyên azadiyê pêşengtî dikine. Kesên serbilind û çavê wan li serkeftinê ne. Kesên dil û mejiyê xwe dane azadiya gelê xwe. Pêngava 15’ê Tebaxê jî ji wan gavên dîrokî qonaxeke. Pêngava 15’ê Tebaxê destpêkeke dîrokî, çandî, netewî û enternasyonalîstî ye. Mirov dikare bêje beriya Rêber Apo, Tevgera Azadîyê û Pêngava 15’ê Tebaxê Kurd di rewşa mirinê de bûn. Civaka Kurd ewqasî hatibû parçekirin, tinekirin, înkarkirin û helandin; êdî hebûn û tinebûna wan dihat nîqaşkirin. Diyardeya dîrok, çand, zimanê Kurd û Kurdistan ji holê hatibû rakirin. Êdî Kurd ne yê xwe bû, her kesayetiyek Kurd dîrok, çand û zimanê civak û netewek din bû. Di rewşek wiha de rêheval Egîd derket li ser dika dîrokê bi pêngava 15’ê Tebaxê re bi hêza xwe hemû leyistokên dijminan yên li ser Kurdistanê pûç kir. Bi vî awayî êdî li Kurdistanê têkoşîna çekdarî hate bicihkirin.
Dema Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kir, weke li tevahî Kurdistan bi taybet li Botanê jî bandoreke mezin çêkir. Her serdem pêşengên xwe diafirîne, her şer fermandarên xwe digihîne, vaye hevrê Egîd pêşengê gelê xwe ye. Mirov bala xwe bide taybetmendîyên hevrê Egîd hemû taybetmendiyên Apoyî û felsefeya jiyana azad xwe gihande asta fermandariya demê ya hemdem. Bi yek loqme û hirqayek bû rê nîşandana têkoşîna me, wî weke ferîşteyan jiyan dikir, bi guleya yekem zîncîra koletîyê şikand. Hewceye em jî wek gazîyên têkoşîna azadîya gelê Kurd, di nava têkoşînê de bin û divê em xwe bi vê dozê re bikin yek. Ji bo jîyaneke biromet pêwîste ku mirov xwedî armancên mezin be û ji bona gihiştina wê di nava têkoşînê de be. Şerê rast jî şerê jiyanê ye. Em xwedîyê wê têkoşînê ne, jîyana mezin erkê me yê bingehîne. Ji bo bersivdayina hevaltiya Rêber Apo û şehîdan pêngava 15’ê Tebaxê ji bo têkoşîna azadiyê gaveke yekemîn bû. Hevalê Egîd xwedî kesayeteke pêşeng û dilnizm bû, hezkirina mirovatî û bi keda xwe û bi coşa xwe fermandarekî ku li her cihekê bala mirovan dikşande ser xwe.
Di nav tevgera azadiyê de dema ku em li meşa heval Egîd meyze dikin meşeke her tim bi bawerî, coş û kelecan dihate naskirin, bi têkoşîn û rêxistinî xwedî li jiyanê derdiket. Di jiyana xwe de gelek bi rêk, pêk û bi displîn bû. Hemû jiyana wî bi rengekî pilankirî bû, ew fermandarek bi heybet û fedekarê gel û şoreşê bû. Lehengiya fermandar hevrê Egîd ewe ku ew bibû malê civak û dîrokê. Bi guleya yekem zihnîyeta paşverû hilweşand. Guleya yekem a di 15’ê Tebaxê de hat teqandin, dîroka Kurdan a berevajîkirî da sekinandin û dîroka Kurd û Kurdistanê bi vîna civaka Kurd bi destên xwe da destpêkirin. Ya din jî, qasî ku ev gule li hember dijmin hate avêtin, ewqas jî li hember koletiya kesayetiya civaka Kurd jî hatîye avêtin.
Em dikevin 41. salvegera pêngavê. Di van 41 salên şer û têkoşînê de civaka Kurd, dîrok, ziman, çand û nasnameya xwe isbat kir. Her roja ku derbas dibe Kurd hîn zêdetir xwedî vîn û azad dibin. Mirov dikare bêje bi saya hevrê Egîd di roja me ya îro de em gihiştin lûtkeya têkoşîn, bawerî û bûne xwedî destkeftî.
Mirov dikare bêje me di vê dozê de biryara ji bo welatek azad têkoşînkirinê da, divê em bizanibin bi rihê Egîdan Sarayan têbikoşin. Fikrê Rêber Apo hêzê dixuliqîne û her kesayetên ku ava dike jî bi bedewîya hemû tiştên li gerdûn û cîhanê re dike yek, pêşengên mîna fermandar Egîd diafirîne û bi saya fermandar hevrê Egîd têkoşîna me ya azadîyê îro ber bi rojê ve diçe, em jî têkoşînê didin meşandin ku bi serkeftinê tacîdar bikin.
Fermandar Egîd sekn û helwesteke wisa ye, kesayetiya xwe ya ku bi felsefeya Rêber Apo afirandiye, hişmendiya xwe û hemû feraseta xwe, di hemû jiyan û xebata xwe ya şoreşgerî de daye der, tevahî çalakiyên xwe. Giştî kêliyên pratîk û jiyana xwe, li gel felsefeya Rêbertîyê kiriye yek. Kesayetiya lehengan, cangoriyan û evîndarên mezin, tim cuda ye. Herî dawî dixwazim bejim daxwazên hemû hevalên şehîd azadiya Rêber Apo ye. Em wek gazîyên azadîya gelê Kurdistanê ji bo azadkirina Rêbertî di kîjan astê de têkoşîn û fedekarî ji me tê xwestin, emê ji bona wê kar û xebatê bikin. Têkoşîna me di pêvajoyeke dîrokî û pêvajoyeke girîng a stratejîk de derbas dibe. Eger em vê pêvajoyê bi layîqî û serkeftî pêşwazî bikin, hewceye em rista şoreşgerî bi serkeftî bighînin lûtkeyê. Roja 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, hevalên şehîd, hevalên têdikoşin û li gelê berxwedêr pîroz dikim.






