Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hunermendên Kurdistanî: Em bi çareserkirina pirsgirêka Kurd bawer in

12/08/2025
in NÛÇE
A A
Hunermendên Kurdistanî: Em bi çareserkirina pirsgirêka Kurd bawer in
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Hunermendên Kurdistanî Rotînda û Hozan Dîno tekez kirin ku ew bawerin wê pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd bi encam bibe û gelên herêmê wê bi hev re jiyaneke azad bijîn.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiyekirin, li çar aliyê cîhanê deng veda.  Ev bang muhra xwe li hemû pêvajoyê xist û piştgiriyeke navnetewî dît. Girêdayî banga dîrokî ya Rêber Apo hin hunermendên Kurd jî piştgiriya xwe ji pêvajoyê re ragihandin. Têkildarî vê yekê hunermendê Kurdistanî  Rotînda û Hoza Dîno ji rojnameya me re axivîn.

‘Banga Rêber Apo pêngaveke dîrokî di nav mirovahiyê de da destpêkirin’

Rotînda di destpêka axaftina xwe de ev anî ziman: “Pêvajoya heyî bi banga Rêber Apo re dîrok guharand, ev yek jî ne tenê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê,  ji bo hemû gelên bindest, însanên xwedî wîjdan, însanên sosyalîst û demokrat bû. Banga Rêber Apo a 27’ê Sibatê pêngavekî dîrokî di nava mirovahiyê de da destpêkirin. Her wiha em hêvî dikin ku dewleta Tirk bersivekê rast bide û bikaribe êşa gelan bidawî bike, ji ber ev şerê ku 40 sal in tê kirin tenê êş kiriye para gelan.”

‘Pêvajo wê bi hêsanî derbas nebe’

Rotînda da zanîn ku di şopandina çapemeniya Tirkiyê de yek nêrîn tune ye û ew bi gumanin û wiha got: “Di parvekirina nêrîna xwe de, ez dikarim bêjim ku dema em çapemeniya Trikiyê û rayedarên dewletê dişopînin, em dikevin nava hin gumanan. Di dewleta Tirkiyê de yek nêrîn nîn e. Beşa herî bi tehlîke faşîstên kamalîst yên ku di CHP’ê de kom bûne ne, li gor me CHP’ê ew hêza sereke a ku li pêşiya vê pêvajoyê dibe asteng.  AKP’ê çawa ku ola îslamê bikar tîne, ew dikare li ser hemûyan bandor bike. Di destpêka vê cumhuriyetê de çawa ku di Peymana Severê de bingeha vê cumhuriyetê bi yekîtiya Kurd û Tirkan hatibû avakirin bi Lozanê re jî înkara Kurd hate kirin. Partiya Etaturk li pêşiya yekîtiya gelê Kurd û Tirk kelema herî mezin bû. Niha beşek ji dewletê dixwaze bersivekê erênî nîşan bide û aştiyekî mayênde di navebera gelê Kurd û Tirkiyê de va bibe, lê em bawerin ku ev pêvajo wê bi hêsanî derbas nebe û tayebt ji bo gelê Kurd divê têkoşîna xwe zêdetir xurt bikin.”

‘Divê di çapemeniya Tikriyê de pêvajo di wateya wê a rast de bînin ziman’

Rotînda di dewama axaftina xwe de wiha got: “Marasîma çek şewitandinê a Gerîlayên Azadiyê ku weke stêrkên esîmanan ji ciya dihatin xwar, ew di guhartina dîrokê de pêngavekî gelekî girînge û ji bo aştiya gelan bingehekî pir zelal ava kir. Çek şewitandin jî xwediyê wateyekê pir mezine weke wateya agirê Newrozê ye. Em bi hêvê dikin ku ev pêvajo bi serkeftî bimeşe, lê heya niha tişta ku ji aliyê Trikiyê ve tê dîtin weke ku dixwazin pêvajoyê dirêj bikin. Her wiha di zimanê çapemeniya wan de hîn tu guhartin nehatine çêkirin, hê jî qala terorîzmê dikin û terora herî mezin wan li ser gelê Kurd kiriye. Lê belê divê çapemeniya Tirkiyê pêvajoyê di wateya wê a rast de bîne ziman, da ku gel şiyar bike.

Ya din diviyabû komisyonek ji destpêkê ve bihatiba avakirin, lê şeş meh serbas bûn û hîn ev yek pêk nehatiye û di nîqaşan de ye. Ya din divê destwerdan û êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê bide sekinandin, çima Rojava ewqas ji xwe re xeter dibîne? Ger vê derfetê ji xwe re birevînin em bawerin wê vê niyeta paqij, aştiyane ku pêşeroja gelan ronî dike a Rêber Apo wê bidestbixin.”

‘Bi hêvî ne ev pêvajo biser bikeve û em bi Rêber Apo bawer im’

 Rotînda bi van gotinan axaftina xwe bidawî kir: “Ez wekî hemwelatiyekî Kurd û xebatkarê hunera Kurdî, ez dixwazim ev pêvajo bi aştiyekî mayînde, bi rûmet, bi yekîtiya gelê Kurd û Tirk û hemû ol, bawerî û pêkhateyên din bi ser bikeve. Em bikaribin bi hev re li ser wê axê bi aştî û azadî jiyan bikin. Her çiqasî ez weke kes baweriya min bi aliyê din nebe jî, lê ez bi felsefe, nêrîn û tişta ku Rêber Apo dibîne û bawer dike, bawer im û bê guman hemû gelê me jî wisa ye.”

‘Çareserkirina pirsgirêka Kurd li her perçeyek Kurdistanê xwedî taybetmendiyek cuda ye’

Hozan Dîno derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd wiha dest bi axaftina xwe kir: “Çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo her çar perçeyên Kurdistanê girîng e, bê guman her perçeyek jî xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Her perçeyek divê bi awayekî cuda bê çareserkirin. Lê belê weke ku em hemû dibînin li Rojavayê Kurdistanê bi rastî şerekî pir mezin hate kirin û serkeftinên mezin jî hatin bidestxistin û hîn jî bi rêya siyasî û leşşkerî ev berxwedan tê domandin. Pirsgirêka gelê Kurd pirsgirêkekî nû nîne, ji hezar salan ve dirêj dike, bi tayebt di 50’î salên dawiyê de şerekî gelek dijwar hat dayîn û hê jî berdewam e. Hêviyên me ji Rojava zêdetire ji ber di aliyê leşkerî de weke artêş û hişmendiya Kurdewarî zêdetir pêşketiye. Li Bakur zêdetir dejeneresyonek çêbûye, asîmîlasyonek gelek dijwar hat meşadinher çiqas ji perçeyên Kurdistanê yên din mezintir be jî, lê asîmîlasyonek jî di aliyê Kurdewariyê de hatiye kirin. Bi têkoşîna PKK’ê re her çiqas têkoşîn di vî alî de hate kirin jî, lê hinek zehmet bû û hê didome. Helbet ev yek nayê weteya ku hêvî û baweriya me nîne ji berev yek hinek girêdayî siyaset û mercên Rojhilata Navîn û herikandina şer e”.

‘Pirsgirêka Kurd tenê bi rêûrêbazên demokratîk dikare çareser bibe’

Hozan Dîno da zanîn ku “Bi rêya PKK’ê tê ceribandin ku Bakurê Kurdistanê dikarin bi awayekî demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bikin, lê bi rastî dewleta Tirk dewletekî nijadperest e û ji bo çareseriya mijara Kurd hîn xwe amede nabîne. Ji ber bi dehan sal civaka xwe bi awayekî nijadperest perwerde kir û hîn bi xwe jî ne demokrate û ne amedeye. Lê di van demên dawiyê de xuyaye ku êdî Tirk jî têgihiştine ku pirsgirêkekî mezin di Rojhilata Navîn de diqewime û ihtîmale dewleta Tirk jî têk biçe. Ji ber van fikaran dixwazin bi awayekî vê yekê çareserbikin, lê naxwazin ku tiştekî, mafên bingehî bidin Kurdan. Hewil didin ku tiştekî nedin Kurdan û bi hêsanî vê demê derbas bikin. Bi rastî bexwedaniyek heye, bi tayebt gelê me yê Bakur û qehremanî li ber xwe da. Lê bivê nevê dewleta Tirk ne hêzekî ji rêzê ye û hêsan nîne, di 50’î saî de jî ne PKK’ê bi ser ket û ne jî Tirkiyê, lê wateya şer êdî nema. Bi vê awayî ihtîmal heye ku 50’î salên din jî şer bikin, lê ew nayê wateya k utu serkeftin bi dest bixî, min di jor de jî got ev hinek girêdayî şert û mercên Rojhilata Navîn e. Ger tiştekî awerte biqewime dibe ku Bakur jî weke Rojava rabe ser xwe û serkeftinê bidestbixin. Ji bo wê jî îro bi sedan siyasetmedar û kaseyetên bi bandor li ser vê pirsgirêkê şîroveyan dikin, sedî sed mirov nikare bêje wê pirsgirêka Kurd li Tirkiyê û Bakur çawa bê çareserkirin, lê xuya dike ku tenê bi rêûrêbazên demokratîk dikare çareser bibe”.

‘Gelê me di 50’î salên dawiyê de ji bo azadiyê,  xwe pêşxistin’

Hozan Dîno bi van nirxandinan axaftina xwe bidawî kir: “Rojava yê Kurdistanê bûye mînak ku em ê çawa bikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Tişta ku ez dikarim di dawiyê de bîjim; Di rojhilata Navîn de ewqas geşedan zû diqewimin ku mirov nizane wê ji bo çi bêje, destê hemû Rojhilata Navîn di Kurdistanê de heye. Ji ber dewlemendiya Kurdistanê û axa wê a pîroz çavê her kesî li wê ye. Ji bo wê jî guharin rojane ne, lê Kurdistan wê sedî sed azad bibe. Divê em destê xwe bidin Şoreşa Rojava mezintir bikin ku bandoreke herêmî li ser perçeyên Kurdistanê yên din bike. Divê her kes Rojava biparêze û di rojevê de bihêlin ku em xwe zêdetir bidin nasandin û mafê xwe yên rewa bidestbixin. Weke me gotiye her perçeyek xwedî taybetmendiyekê ye, li Îranê hinek pêşveçûn çêdibin di aliyê sîstema miletî ve êdî hildiweşe, her wiha Îsrayîl dixwaze cîrantiyê bi Kurdan re bike. Ji ber bi rastî êdî ji Ereban têr bûne û gelê Kurd di 50’î salên dawiyê de ji ber pêdiviyên azadiyê xwe pêşxist, xwendin, zana bûn, îdeolojî û xwe naskirin. Bi taybetî torên civakî di belavkirin û nasandina pirsgirêka Kurd de, roleke sereke lîst bi rêya wê me xwe bi awayekî baş da nasanin. Ez jî weke hunermendekî dibênim ku ciwanên me, keçên me, dayîk û gelê me xwedî li çand û hebûna xwe derdikevin. Ev ji bo me avantajek mezine. Divê di vê serdemê de em pirsgirêka Kurd çareser bikin û him di aliyê leşkerî û him jî şoreşa xwe ya heyî mezintir û bihêztir bikin

Ez hîvîdar im pêşeroj, pêşeroja gelê me be û bê guman dawiya her şerî jî aştiye. Em hêvî dikin ku pêşeroja gelê me û miletên din yên cîhanê li ser kok û axa xwe bi azad bijîn û mafê xwe bidest bixin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.