Hemza Sêvo/ Qamişlo
Endamê Dadgeha Hevpeymana Civakî Kenian Berekat diyar kir ku Konferansa Pêkhateyan helwestek li dijî hewildanên pêkanîna tevliheviyê ye û got, “Sîstemên yekalî wê hilweşin û Rêveberiya Xweser riya çareseriyê ye.”
Zêdeyî 8 mehan e ku rêjîma Baas li Sûriyê têkçû, bi vê rûxandinê re hemû çav li Sûriyê bûn ku sîstemeke demokratîk were avakirin û hemû gelên Sûriyê hembêz bike. Lê piştî vê dema dirêj ji aloziyê komkujî bi destê hikumeta Şamê li Beravê, Şam û Siwêdayê pêkhatin. Berevajî xwenên gelên Sûriyê yên ku omîda wan hevgirtina hemû netwû û pêkhateyên Sûriyê bû. Ev omîd pêk nehat, lê dema ku Konferansa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket, hêviyên tevahiya gelan geş bûn. Derbarê rewşa Sûriyê û Konferansa Pêkhateyan, endamê Dadgeha Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kenian Berekat ji rojnameya me re axivî.

‘Hêviya gelên Sûriyê pêk nehat’
Kenian Berekat destnîşan kir ku hêviya gelên Sûriyê bi guhertina rêjîmê bû lê pêk nehat û wiha got: “Piştî rûxandina rêjîma Baas û hatina vê desthilata nû veguhêz, hêviya hemû gelên Sûriyê ew bû ku rewş were guhertin û armanca gelên Sûriyê ya destpêka aloziya Sûriyê pêk were ew armanca ku ji bo wê, li dijî Baas rabûn. Hêviya me ew bû ku piştî têkçûna rêjma Baas, sîstemeke demokratîk û pirreng ku nûnertiya hemû pêkhateyan bike û wan hembêz bike. Lê mixabin rêjîmeke şofînî têkçû, li şûna wê rêjîmeke xwedî hişmendiyeke radîkal hat. Kiriyarên desthilata Şamê û komên çete yên girêdayî wê kiriyarên xerab hemberî gelên Sûriyê dan destpêkirin heya Berava Sûriyê, hem jî teqîna Dêra Şamê û pêkanîna komkujiyên li ser Durziyan. Vê desthilatê gelek komkujî û kiriyarên xirab li hemberî gelên Sûriyê, em dikevin salvegera 15’an, lê hîna jî aloziya Sûriyê berdewam e. Di 10 salên derbasbûyî de, pêkhateyên Kurd, Ereb, Suriyan, Turkmen, Çerkes û hwd… li ser hîmê Şoereşa Rojava bi hev re parastina xwe kirin, Rêveberiya Xweser ava kirin û çeteyên DAIŞ’ê li Baxozê şikandin.”
‘Konferansa Pêkhateyan helwesta li dijî fitnê ye’
Berekat diyar kir ku Konferansa Pêkhateyan helwestek li dijî hewildanên pêkanîna fitneyê bû û wiha anî ziman: “Di roja îro de ev kesên ku desthilatdariya Şamê dikin, dixwazin hevgirtina hemû pêkhateyan têk bibin û şerê navxweyî bidin destpêkirin. Bi vî rengî wê şoreşa me ya ku berî 10 salan me dest pê kir, wê dîse dubare bibe, ji ber hikumeta veguhêz a Şamê bi heman hişmendiya DAIŞ’ê û şêwazê rêjîma Baasê tevdigere. Lê Konferansa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesteke bi hêz bû li dijî fitne û hewldanên destpêkirina şerê navxweyî di navbera pêkhateyên herêma me. Konferans li bajarê Hesekê li dar ket, li vî bajarê Neteweya Demokratîk gaveke mezin hat avêtin û destê jiyana hevbeş ji bo hemû gelên Sûriyê hat dirêjkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bingehek hatiye avakirin, her pêkhateyek li gorî taybetmendiyên xwe dijî, jiyaneke hevbeş tê domandin, jin jî tê de azad û xwedî rol e, di heman demê de civakeke bi rêxistin kirî ye. Ji ber vê yekê jî hikumeta Şamê ya veguhêz dijberiya projeya Rêveberiya Xweser dike. Hikumeta Şamê dixwaze bi hemû rêbazan aloziyan di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ava bike, lê hemû pêkhate şiyar in û dizanin helwestên Şamê li hemberî wan şerê taybet e.”
‘Hemû sîstemên yekalî wê têkbiçin, Rêveberiya Xweser riya çareseriyê ye’
Endamê Dadgeha Hevpeymana Civakî Kenian Berekat tekez kir ku çi sîstemên yekalî be, kî be wê hilweşe û wiha axivî: “Hikumeta Veguhêz jî mîna rêjîma Baas kiriyarên xirab li ser gelên Sûriyê pêk anîn. Hemû pirsgirêk ji sîstema navendbûnê çêdibe. Heya ev desthilatdariya navendî têkneçe wê komkujî li ser gelên Sûriyê bên domandin. Sîstema yekreng, yeknetew, yekziman û yekhikumet ji koka xwe ve nayê qebûlkirin, kîjan alî ji Sûriyê vê sîstemê bidin meşandin wê di dawî de were rûxandin.Lewma jî çareserî ew e ku mafê hemû pêkhateyên Sûriyê di destûrê de hebe. Rêveberiya Xweser sîstemeke xwedî hêzeke rêxistinkirinê ya pak e û hemû pêkhate, ol, bawerî, netew û zimanan di nava xwe de dihewîne. Di roja îro de jî û ji bo siberoja Sûriyê, Rêveberiya Xweser riya çareseriyê ye. Ne tenê wê Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyê bibe mînakeke, lê belê ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê jî. Eger em bigihêjin aramî û rêkeftinê pêwîst e hikumeta Sûriyê riya diyalogê li pêşiya Rêveberiya Xweser negire. Herwiha diyaloeke berfireh bi tevahiya qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji hêla hikumeta Şamê ve were destpêkirin.”






