Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konferansa pêkhateyan peyama zelal ku bêyî jin Sûriyeke nû ava nabe

11/08/2025
in JIN
A A
Konferansa pêkhateyan peyama zelal ku bêyî jin Sûriyeke nû ava nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Endama Koordînasyona Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Omer û Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qiryo diyar kirin ku Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan bingeheke ku jinên Sûrî dikarin jê dest pê bikin, ji bo yekbûna nêrîn û tevlîbûna xwe ya çalak û rastîn di avakirina Sûriya nû de.

Di asta Sûriyê de yekem Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan di 8’ê Tebaxê de li bajarê Hesekê hate lidarxistin ku di nava xwe de hemû pêkhate û jinên hemû pêkhateyan girt. Di nava vê konferansê de nêrînên azad ên pêkhateyen û jinan ji bo avakirina Sûriya pêşerojê derket pêş. Herwiha konferans dengvedaneke cîhanî kir ku ew nameyeke bingehîn ji bo hundir û derveyî Sûriyê bû. Nemeya wê jî bi pasguhkirinê Sûriya nû nayê avakirin, rola jinê jî ya bingehîne di avakirina Sûriyeke demokratîk de. Yekhelwesta pêkhate û jinan jî dê roniyekê bide Sûriyê, destûrê Sûriyê jî heger vê yekê bigre nav xwe û bide nîvisandin, dê guhertinên mezin û baş bide bidestxistin. Her wekî ku hemû pêkhateyên Sûriyê nenavendîbûnê dipejrînin û qonaxa nû ya Sûriyê bi vê sîstemê dixwazin.

Derbarê beşdarbûn û rola jin di Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan de, Endama Koordînasyona Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Omer û Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qiryo ji Rojnameya me re axivîn.

Emîna Omer eşkere kir ku beşdariya jin di Konferansa Yekhelwesat Pêkhateyan de berçav bû û wiha got: “Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê girîng bû. Destpêkê ji aliyê beşdarvanan ve girseyeke mezin ji nûnerên pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn, bê guman hebûn û beşdariya jinan jî di konferansê de berbiçav bû ku rêjeya jinan ji sedî 50 bû. Ev yek jî ji bo nîşandana rola jinan û pozisyona wan a pêşeng di pêvajoya veguherîna demokratîk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir girîng e. Girîngiya Konferansê jî ew e ku ew di qonaxeke girîng a dîroka Sûriyê de hate lidarxistin. Herwiha pratîk û polîtîkeyên hikumeteka veghuhêz li hemberî pêkhateyan, bi taybet li hemberî jinên Sûriyê, bi tu awayî nayên qebûlkirin. Ji ber ew li ser bingeha yekalî û yekrengiyê ye ku pêkateyên Sûriyê pê dewlemend û xweşik dibe, li gel paşguhkirin û dûrxistina jina Sûrî di avakirina Sûriya nû de, dike. Ev dûrxistin û paşguhkirin ne li gorî rola ku jinan di 10 salên bûrî de lîstine ku berdêlên giranbuha û mezin daye ji bo guhertin û hilweşandina rêjîma berê û avakirina civakeke demokratîk û azad li Sûriyê.”

‘Jinên herêmê dixwazin destkeftiyên xwe bi jinên Sûriyê re parve bikin’

Emîna Omer girîngiya konferansê ji bo jinan anî ziman û wiha bi lêv kir: “Ev konferans ji bo jina Sûrî gelekî girîng bû ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke pir mezin lîstin di şoreşa jinan de ya ku li Rojava hat lidarxistin, herwiha gelek destkeftiyên mezin bidest xistin ji bo berjewendiyên jinê. Û di rêya vê konferansê de ew destkeftiyên xwe diparêze yên ku di nava şoreşa civakî de bidest xistine, hem ew şoreşa ku jinê bi xwe jî pêşengî jêre dike ji sala 2012’an û heya roja îro. Ji bo wê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin destkeftiyên xwe bi hemû jinên Sûriyê re parve bikin. Di heman demê de konferansê peyamek zelal da rayedarên Şamê ku Sûriyeke nû bêyî beşdariya jinan di biryarên siyasî û aborî de nikare ava bibe û pêş bikeve.

Herwiha encamên konferansê di hemû astan de girîng bû, ji aliyê daxwazkirina sîstemeke nenavendî ji bo Sûriya pêşerojê li dijî desthilatdariyên nefretê. Xurtkirina yekîtiya netewî. Avakirina aştiya sivîlan, li kêleke wê xaleke girîg heye, ew jî dayîna rolê ji jin û ciwanan re di avakirina Sûriya pêşerojê de hebe ku jin di îfadekirina xwestekên xwe yên ji bo guhertinên demokratîk ji bo bidestxistin an jî tevlîkirina mafên xwe di destûrê Sûriya nû de. Ji bo wê di vê qonaxa dîrokî ya qedera Sûriyê de, divê roleke mezin a jina Sûrî di avakirina Sûriya pêşerojê de hebe ji bo bichanîna armancên jinên Sûriyê yên ji bo azadî û edaletê, divê jin di hemû qadan de rola xwe ya pêşengtiyê bigire. Hem rola wê di pêvajoya siyasî de bi hemû aliyên xwe hebe, çi di qonaxa veguhêz de be ya ku tê damezrandin çi ji bo qonaxa girîng a avakirina Sûriyê.”

‘Ji konferansê bingehê yekbûna jinan bê destpêkirin’

Emîna Omer diyar kir ku divê Sûriyê bi tevlîbûna hemû pêkhateyên xwe bê avakirin ne tenê ji aliyekê ve were avakirin û wiha pê de çû: “Armanca bingehîn ji lidarxistina konferansê yekgirtina nêrîna hemû pêkhateyan derbarê pêşeroja welatê wan û çarenûsa wan ku divê Sûriya pêşerojê bi tevlîbûna hemû pêkhateyên xwe bê avakirin, ne tenê ji aliyekê ve bê avakirin. Ev jî li ser jina Sûrî tê pêkanîn a ku jê tê xwestin nêrînên xwe bikin yek, ji bo pêşeroja jina Sûrî ku tevlîbûneke wê ya rast di rêvebirina welat de hebe. Ji bo wê em dikarin bêjin ku ev konferans bingehekê pêk tîne ku jinên Sûrî dikarin jê dest pê bikin, ji bo yekbûna nêrîna xwe li ser asta erdnîgariya Sûriyê derbarê pêşeroja Sûriyê de û  tevlîbûna xwe ya çalak û rastîn di avakirina Sûriya nû de. Li aliyê din jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta beriya konferansê jî nêrînên wan yên hevbeş hebû, ev konferans jî vê yekê tekez kir li ser xebatên ku wan dane meşandin, di aliyê tecrûbeya Rêveberiya Xweser, sîstema Hevserokatiyê de û hem jî rêjeya jinê ku ji sedî 50 bû. Wiha ev konferans jî xaleke hevbeş ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava dike, ji bo parastina destkeftiyên xwe û derbaskirina tecrûbeya xwe ya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li tevahî deverên din ên Sûriyê.”

Emîna Omer axaftina xwe wiha bidawî kir: “Bi giştî jinên Sûriyê êş ji siyasetên dewleta navendî kişand ji paşgukirin, dûrxistin û tunekirinê. Bi taybet di nav hikumeta heyî de ya ku komkujî di derheqê jina Sûrî de li Beravê û Siwêdayê pêk anî, beriya wê jî li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê çeteyê dewleta Tirk ev yek dihate kirin û  hîna jî ev siyaset berdewamin. Lewma ev konferans destpêkek rastîn e ji jinên Sûriyê re ji bo avakirina hevpeyman û eniyeke femînist û têkoşînkirin ji bo guhertineke demokratîk, azad û bidestxistina rola xwe ya bingehî di hemû astan de.”

‘Konferana pêkhateyan nemeyek girîng a yekîtiyê bû’

Sîham Qiryo jî tekez kir ku konferans dengvedaneke cîhanî ava kir û wiha got: “Girîngiya lidarxistina konferansê yekbûna nêrîna siyasî, an yekbûna helwest û rêza hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Ev konferans dengvedaneke mezin di asta navdewletî de kir, ji xwe ew nameyek ji bo hundir û derveyî Sûriyê bû. Me ferq kir jî ku piştî konferans bidawî bû nerînên erînî û neyînî hebûn, lê ez wek kesayet bi erênî vê konferansê dinrxînin, ji ber ev herêm tecrûbeyeke xwe heye bi avakirina Rêveberiyeke Xweser ji 2014’an û heya roja îro. Ev rêveberî jî modela ji bo nîvisandina hevpeymana civakî ye ji aliyê hemû pêkhateyên li ser vê xakê, piştî ku ew rastî paşgukirina bi salan dihate. Bingehê konferansê nivîsandina destûrekî demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan di nava xwe de garantî dike û cihrengiya netewî, olî û çandî diyar dike, di heman demê de xwestina dewleteke sivîl, pirrengî û nenavendî ku azadî û beşdariya jinê bigre, ev hemû jî bi parastina xaka Sûriyê re. Em bawer dikin ku çiqas çand û netewên Sûriyê ji hev cuda bin, lê em hemû dimînin gelên Sûriyê û em bi yekbûna gelên Sûriyê re ne.”

‘Divê di destûra Sûriyê de ji sedî 50’î jin xwedî cih û birayr be’

Sîham Qiryo axaftina xwe wiha qedand: “Divê di nivîsandina destûra Sûriya nû de jî xala ku di hevpeymana civakî de hatiye nîvisandin ku jin ji sedî 50’î xwedî cih û biryar be, bê nîvisandin. Jin di girtina birayran de di nava Rêveberiya Xweser de beşdarin, ji ber em bawerin ku jin dikare hemû berpirsyartiyan rake û bicih bike. Hem jî dikare tevlî hemû aliyan bibe wekî ku me dît ew çawa jineke siyasî be, tevlî gelek komxebat, komcivîn û hwd… ji yên navdewletî jî bûye li ser asta cîhanî. Di asta leşkerî de jî me dît jin çawa şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê kir û biser ket. Lewma em daxwaz dikin ku ev konferan bibe yekbûna hemû jinên Sûriyê, lê bi hebûna ideolojiya tundrew li Sûriyê wê gelek astengî hebin, lê dîsa jî wê hewldanên yekirina hemû nerînan bê kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.