Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Îsal rêjeya serkeftina xwedekaran ji sedî 70’ê bû’

11/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Îsal rêjeya serkeftina xwedekaran ji sedî 70’ê bû’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Semîra Hac Elî diyar kir ku sala xwendinê ya 2024 û 2025’an dagirtî kar û xebat bû. Îsal hejmara xwendekarên ku beşdarî ezmûnan bûn 4 hezar û 902 bûn, hem xwedekarên giştî û hem ê azad û got,“ Rêjeya serkeftinê ji sedî 70’ê bû.”

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala xwendinê ya 2024 û 2025’an a minhacê Rêveberiya Xwesr tijî kar û xebat hatine meşandin. Ruxmî ew qas şert û mercên ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, lê xwedekar ji xwendinê bê par nemanin. Herwiha rêjeya serkeftina xwedekaran îsal ji sedî 70’ê bû. Di derbarê mijarê de hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Semîra Hac Elî ji Rojnameya me re axivî.

‘Sala xwendinê ya 2024 û 2025’an dagirtî kar û xebat bû’

Semîra Hac Elî di destpêka axaftina xwe de wiha got:“Sala xwendinê ya 2024 û 2025’an dagirtî xebat derbas bû, di aliyê vekirina dibistanên nû, rêbazê nû yên ku mamoste li ser hatin perwerdekirin. Ji ber ku ev yek sîstema nirxandinê ye, ev sîstema nirxandinê ked û baldariyeke hîn zêdetir dixwaze hem ji mamosteyan, xwedekaran û malbatan re. Di heman demê de, mijarên sîstema ezmûnên devokî û nivîskî îsal hebûn, ji bo vê yekê mamoste hatin perwedekirin û hem jî di hundirê dibistanan de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên perwedeyê hatin şopandin. Hem jî ji aliyê isteartîjî ya perwerdeyê li kantona Cizîrê û Feratê ji refa yekê heta refa dozdehan minhacê Rêveberiya Xweser bû. Herwiha sala xwendinê ya 2024 û 2025’an li bajarê Tebqayê jî refa yekê heta refa dozdehan minhacê Rêveberiya Xweser bûn. Hem jî li bajarê Reqayê jî minhacê Rêveberiya Xweser ji refa yekê heta refa niha bû û li Dêre Zorê jî refa yekê heta refa şeşa bû. Em her sal yekbûna minhacê Rêveberiya Xweser li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdikin.”

‘Li gorî derfetên Rêveberiya Xweser em pêwîstiyên dibistanan peyda dikin’

Semîra da zanîn ku ew bi ofîsa hejmarî ya zanîngeha Erîzona di nava têkilyê de ne, ji bo pêşxistina pirojeyê minhacê Rêveberiya Xweser û wiha domandin:“ Hebû minhacê me di hundirê wê ofîsê de ne, herwiha ev ofîs derbasî heşt dibistanan bû ye, ev yek jî weke xwendineke elktronîkî alîkariya xwedekaran ji bo lêkolîn û jêderên pêwîst dike. Di heman demê de, li gorî derfetên Rêveberiya Xweser em pêwîstiyên dibistanan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda dikin. Helbet kêmasî hebûn, lê heta ku em wan kêmasiyan ser rast bikin sala bi sal e û gelek demê dixwe, mîna weke çapsazkirina dibistanan, avakirina dibistanên nû, pêdiviyên dibistanan û hwd.. ji bo vê yekê gelek hewldanên me hene. Herwiha ji bo pêşxistana dibistanê mesnekî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hebû kantonan xebat tên meşandin, weke guhertina minhac, alav û amûrên wan. Sala derbas bû, sala 2024 û 2025’an guhertin di minhac û pêşxistina minhacan de hate kirin, di sala pêşiya me de jî hinek ref wê werin guhertin û pêşxistin. Ji ber rewşa şer û koçberkirina gelê me ji Şehbayê gelek astengî di aliyê perwerdeyê de derketin. Ji ber ku ev koçber derbasî 50 î dibistanên kanotana Cizîrê bûn. Herwiha Rêverberiya Xwesr hewldide ku koçberên Şehbayê bi cih bike, da ku sala xwendinê ya nû bi rêk û pêk were meşandin.”

‘Hejmara xwedekarên ku beşdarî ezmûnan bûn 4 hezar û 902 xwendekar bûn’

Semîra Hac Elî eşker kir ku rêjeya serkeftinê îsal ji sedî 70’ê bû wiha pê de çû :“ Îsal hejmara xwendekarên ku beşdarî ezmûnan bûn 4 hezar û 902 xwedekara bûn, hem xwedekarên giştî û hem ê azad. Lewma hejmara xwedekarên refa dozdehan ku li gorî sîstemê ezmûn pêşkêş kirine 2 hezar û 504 xwedekar bûn û yên azad hejmara wan 2 hezar û 488 xwedekar bûn. Di heman demê de, hejmara xwedekarên serkeftî 3 hezar 424 bûn û yên binketî jî 1 hezar û 470’ê  xwendekar bûn.”

‘Ezmûn bi aweyekî serkeftî derbas bûn’

Sermîra Hac Elî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di pêvejoya îsal de weke qada perwerdeyê ezmûnên xwedekarên minhacê Şamê jî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin çêkirin. Herwiha me guftûgo bi desteya perwerdeyê ya hikumeta Şamê re çêkirin, da ku xwedekar bi rihetî ezmûnên xwe li herêma xwe pêşkêş bikin. Me jî weke Desteya Perwedeya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hebû desteyên kantonan bi rengekî serkeftî li herêmê bi alîkariya meclisên kantonan, desteya tenduristî, yekîtiya şaredariyan, mamost û rêveberiya wan bi aweyekî serkeftî ev ezmûn derbas bûn. Niha di vê demê de, civînên sala nû ya xwendinê çêdibin, ev civîn ji bo ku pêwîstiyên kêm werin şopandin, çareserkirin û pêşxistin.”

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Semîra Hac Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Ruxmî hebû şert û mercên ku em tê de derbas dibin, lê zarokên me bê xwendin namînin. Herwiha em serkeftinê ji xwedekarên xwe re dixwazin, di heman demê de, ez bi hêvî me ku sala xwendinê ya nû bi encamên nû û pêşketinên nû were destpêkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.