Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Parêzer li hember kiryaran helwestên xwe yên qanûnî û edaletî raber kirin

10/08/2025
in NÛÇE
A A
Jinên Parêzer li hember kiryaran helwestên xwe yên qanûnî û edaletî raber kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Yekîtiya Parêzerên Jin a kantona Cizîrê derbarê binpêkirinên li Siwêda û Berava Sûriyê li dijî sivîlan hatine belgekirin, li avahiya Burc a Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî da.

Yekîtiya Parêzerên Jin a kantona Cizîrê sûc û kiryarên li Siwêda û Beravê bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. Daxuyanî li avahiya Burc a bajarê Qamişlo hate xwendin.

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Li ser bingeha berpirsiyariya me ya yasayî, hiqûqî û pêşeyî, di pêkanîna sonda me ya parastina rastî û edaletê de, em bi fikarek mezin û şermezarkirinek tund li hemberî zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên li Sûriyê û pêkanîna tawanên ku digihîjin tawanên şer dişopînin. Me bi êş şahidiya sûcên belgekirî yên kuştin, girtinên keyfî, windakirinên bi zorê, îşkenceya sîstematîk, wêrankirina sîstematîk a milkê û koçberkirina bi darê zorê ya bi hezaran sivîlan kirine ku ev yek binpêkirineke eşkere ya prensîbên qanûnên mirovî ya navneteweyî û peymanên navneteweyî yên têkildar, di nav de Çar Peymanên cinîvrê, Protokolên wan ên zêde û peymana Navneteweyî ya li ser mafên sivîl û siyasî ye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de binpêkirinên herî berbiçav ên ku hatine belgekirin diyar bûn û ew jî ev in:

Li gorî raporên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê û torên mafên mirovan, li peravên Sûriyeyê komkujiyek pêk hat ku bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan di Adara 2025’an de ku ligel kuştinên rêxistinkirî û kampanyayên çavtirsandinê yên sîstematîk pêk hat.

Kuştinên meydanî û girtinên keyfî yên berbelav li Şamê û gundewarê wê, di nav de girtina rojnamevan û çalakvanên sivîl.

Êrişên bi çekên giran li Swêdayê ku di Tîrmeha 2025’an de pêk hatin, bûn sedema ku bi sedan sivîl bibin qurbanî, di nav de şewitandin û talankirin.

Di mehên destpêka sala 2025’an de zêdetirî 658 bûyerên binçavkirin an windakirina bi darê zorê hatine tomar kirin, di nav wan de jin û zarok jî hene ku ji hêla aliyên cûrbecûr ve, di nav de komên çekdar jî, hatine kirin.

Daxuyanî ev yek piştrast kir ku:

– Şermezarkirina hemû sûcên ku binpêkirineke eşkere ya bendên qanûna mirovî ya navneteweyî dikin, nemaze yên ku kuştina bi zanebûn, girtina keyfî, îşkence, windakirina bi zorê û koçberkirina bi darê zorê sûc dikin.

– Daxwaza avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ku pispor be di belgekirina rast a binpêkirinan, berhevkirina rast li gorî pîvanên hiqûqî yên navneteweyî û darizandina sûcdaran û şandina wan bo dadweriya navneteweyî ya pispor, li gorî bendên mîsaqa Roma yê.

– Xebat ji bo nivîsandina destûreke nû ya neteweyî ya lihevkirî ku îradeya hemû pêkhateyên gelên Sûriyê nîşan dide û dewleteke hiqûqî ava dike li ser bingehê wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de garantî bike, serxwebûna dadweriyê misoger dike û mafên bingehîn di nav de mafên jin û zarokan, diparêze.

– Avakirina dezgeheke neteweyî ya serbixwe ji bo dadweriya veguhêz û hesabpirsînê ku ji nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyê pêk were, lêkolîna binpêkirinan, hesabpirsîna berpirsiyaran, tezmînkirina hemû qurbaniyan li gorî prensîbên dadweriya sererastkirinê û avakirina mekanîzmayên bibandor ji bo pêşîgirtina li dubarebûna van binpêkirinan di pêşerojê de, were erkdarkirin.

– Pêşxistina mekanîzmayên dadwerî yên pêşketî, di nav de avakirina navendên hiqûqî yên pispor ji bo xizmetkirina qurbaniyan, dabînkirina piştgiriya hiqûqî ya bê dirav û zêdekirina rola parêzerên jin di parastina mafên sivîlan de, li gorî pîvanên pîşeyî û hiqûqî yên navneteweyî.

– Zêdekirina berpirsiyariya saziyên dadwerî bi rêya weşandina raporên yasayî li ser pêşketina lêpirsîn û dozên têkildarî mafên mirovan, aktîvkirina mekanîzmayên çavdêriya qanûnî ji bo misogerkirina sepandina bi bandor a qanûna mirovî ya navneteweyî li Sûriyê.

– Xurtkirina hevkarî û hevahengiyê bi rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî re ji bo aktîvkirina rola wan di parastina sivîlan, piştgiriya pêkanîna edaletê û misogerkirina rêzgirtina ji bo qanûna navneteweyî.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo Çareseriyeke domdar ji bo krîza Sûriyê tenê bi rêya avakirina dewletekê dikare bi belgeyeke destûrî ya berfireh were birêvebirin û wiha berdewam bû: “Li ser bingeha van xalan, yekîtîya neteweyî ya xurt û hevgirtina civakî, li ser bingeha rêzgirtina ji bo pirrengiya çandî, olî û etnîkî. Wekheviyeke bêkêmasî li pêşiya qanûnê, bi garantîkirina mafên mirovan ên medenî, siyasî, aborî û civakî ji bo her kesî. Dadweriyeke serbixwe, wekî garantorê sereke yê maf û azadiyên takekesî û mertalek li dijî bêcezatiyê ye. Parastina jin û zarokan û dabînkirina parastina yasayî û civakî ji bo wan. Mekanîzmayên dadweriya veguhêz ên bi bandor ku berpirsiyariya sûcdarên binpêkirinan, tezmînat ji bo qurbaniyan û garantiyên dubarenebûnê misoger dikin.”

Daxuyanî wiha bidawî bû: “Em tekez dikin ku pêwîst e, bi rêya diyalogeke neteweyî ya berfireh û zelal ku nirxên edalet û wekheviyê dihewîne, hemû pêkhateyên Sûriyê tevlî nivîsandina destûrê bibin. Saziyên dadwerî û yasayî çalak bikin, da ku rêzgirtina ji bo mafan û sepandina yasayê bêyî bijarte an cudakarî misoger bikin. Bi rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî re bi bandor hevahengiyê bikin, da ku binpêkirinan belge bikin. Em, wekî parêzerên kantona Cizîrê, pabendbûna xwe ji bo berdewamiya xebata xwe ya qanûnî ya bi baldarî ji bo parastina mafên mirovan û edaletê piştrast dikin û em bang li her kesî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bigirin ser xwe, da ku aştiya mayînde û serweriya qanûnê pêk were.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.