Zîlan Hemûş
Di dîrokê de û heya roja me ya îro di nava civakê de her tim jin tên kole kirin, îşkence li wan tê kirin, ji mafê xwe bê par dimînin, tenê weke amûrekê ji bo zilam û karê malê û xwedîkirina zarokan tê dîtin. Di dîrokê de jin sê caran hat şikestin, cara yekem bi rêya someran, ya duyemîn bi riya ola îslamê û ya sêyemîn jî bi rêya kapîtalîzmê ku heya roja me ya îro jî didome. Di van sê qonaxan de jin ji neynokê wê bigire heya pora wê li pazaran dihatin firotan û kolekirin. Jin tenê ya malê bû ku xizmeta zilamê xwe bike û ji derveyî vê yekê jî nabe tu karên dîtir bike. Di nava çar dîwaran de dihat hiştin û her tişt ji bo wê heram bû.
Lê bi destpêkirina şoreşa Rojavayê kurdistanê û bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jinan xwe nas kir û birêxistin kir; ji nû ve ji dayîk bûn, ji nû ve dest bi jiyanê kirin. Li ser wî bingehî dest bi têkoşîn û berxwedaneke mezin li dijî sîstema desthilatdar hate kirin. Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê re ku bi şoreşa jinan tê naskirin,agirê azadiyê di dilê her jinekê de pêket; jinan gelek pêşketin di nava civakê de çêkirin. Êdî ev şoreş bi pêşengtiya jinan bû şoreşeke dîrokî ku jin ji koletiyê rizgar kir.
Bi şoreşê re jinan di hemû qadên weke siyasî, aborî, çandî, civakî û leşkerî de cihê xwe girtin û roleke sereke di guhartina civakê de lîstin. Her wiha bi îrade û têkoşîna xwe rêxistina terrorist a DAIŞ`ê têk birin. Ruxmî êş û zehmetiyên ku jin têre derbasbûne, çi ji aliyê koçberî, qetilkirin, revandin, kiryarên binpêkirinê li dijî wan, lê dîsa jî li ber xwe didin û têkoşîn dikin. Di şoreşa Rojavayê kurdistanê û sûriyeyê de jinan roleke sereke ji bo pêşxistin û guhartina civakê de lîstin û bi rengê jin her der xemilandin. Jiyana tarî ber bi ronahiyê ve birin, bi pênûsa xwe wate dan jiyanê û jin ji koletiyê rizgarkirin. Lê îro piştî ketina rêjîma baas û hatina Hatina hikumeta veguhêz ya Sûriyê em dibînin ku di her qadekê de dixwazin rola jinê têk bibin.
Li ser wan kincên reş ferz dikin û biryarên ji nû ve kolekirinê di bin navê îslamê de ferz dikin. Her wiha kesên kujer kesên ku destê wan di xwîna jinên sûrî û gelê wê de heye dikin berpirsyar û rêveber. Bi tayebet Çeteyê bi navê Ebû Şeqra wek serokê çeteyên Ehrar El Şerqiye tê naskirin û ew bi tawanên giran tê tawanbarkirin, bi taybet kuştina sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remezan. Herwiha çeteyên ku komkujî û kiryarên dijmirovî yên li ser jin û zarokan têne meşandin û bi taybet jî li ser jinên Êzdî dane meşandin, îro bûne berpirsyar û biryaran derheqê gelê Sûriyeyê de dide.
Jinan li hember van biryaran bertek dan nîşandan û diyarkirin ku yê herî zêde têkoşîn û berxwedanî dan meşandin jin bûn û îro wê di sûriya nû de cihê xwe bigirin.
Jinên berxwedêr yên ku di dîrokê de destanên qehramanî nivîsandine tu carî dest ji têkoşînê bernadin. Di avakirina sûriyeyeke azad û wekhev de jinan roleke sereke lîstin û ji bo azad bijîn canê xwe feda kirin. Ji ber wê jî sûriye bê pêşengiya jinê bi sernakeve û ava nabe. Wê di Sûriya nû de li kêleka mêr jin pêşeng û rêveber be û wê jiyaneke azad, demokrat, ne navendî li ser esasê netewa demokratîk ku mîmarê wê Rêber Apo ye bijîn.






