Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Aram Dîgran; bilbilê bratî û aştiyê

10/08/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Aram Dîgran; bilbilê bratî û aştiyê
Share on FacebookShare on Twitter

 

Menan Xelbaş

Di roja koçkirina Aram Dîgran (Արամ Տիգրան)1934-2009, divê em hemû alîyên kurdan, li ber bîranîna Aram Dîgran rawestin, bi evînî û rêzdarî, em karibin mafê wî lê vegerînin, bi bilindkirina  cih, kar, xebat, nav û dengê wî yê hêja.

Ji nava gelê ermenî, ne tenê Aram Dîgran derket bi nêzîkbûn û bertekên xwe yê mirovî û hunerî ji bo, gelê kurd û Doza azadîyê.  Lê em, dibhînin gelek navên din kar û barên xwe dîyarî kurdan kirine bi wê jî, bratîya xwe bi kurdan re dîyarkirine û bi şêweyên hunerî an wêjehî û hwd…Ji  wan navan, Seyat Nova û Komîdas û Howanês Şîraz û Gerepêtê Xaço û Îbrahîm Kêfo û gelek navên din yên mayîn.

Ji nîvê sedsala 20 an de, bandora Aram Dîgaran xuyan bû li ser astên bilind û fere yê dighîne, çand, mozîk û hunera kurdî. Ji ber Aram Dîgran, ne tenê dengbêjek bû û zimanê kurdî bi kar anîye di hunera xwe de. Wî xwestibû rengekî din an stîleke nuh biafrandinê di huner û mozîka kurdî de, da ku ev huner û mozîk belav bibe û di vî warî de, wî ji bona xwe tu sînor nasnedikirin. Aram Dîgran, xweş naskiribû rewşa kurdan û pilanên neyarên wan; lewma daxwaz û armancên Aram Dîgran, huner, mozîk, gotin …derbasdikir û dighîşt sînor û mijarên din di jîyana kurdan de .

Aram Dîgran li Qamişlo sala1934’an  ji dayîk bûye ji bav û dêyek ermenî  û ji malbetekê  bi koka xwe, ji der dora Amedê. Di sala 1915’an de, ew malbatên  ermenî hatibûn  û  gihîştibûn Qamişlo. Malbetek kurd bi malbata Aram Dîgran re alîkarbû û ew ji komkujiya  sala 1915’an yên bi destê Osmaniyan hate kirin  parast. Piştî bavê Aram, nasdikê ku kurê wî, dest bi karê mozîkê û dengbêjîyê kirîye; ew rojekê ji kurê xwe re dibêje:

“Binêre lawo, hebûn û jîyana me ev roj bi xêra kurdan e, ji ber wan, em parastin ji komkujîya ku hatîye serê me. Lewra eger tu dixwezê bibê dengbêj, divê tu bi zimanê kurdî dengbêjîyê bikê û li beramberî nêzîkbûna wan ji me e, em jî bersêvê bidin wan û tişta ku dikeve ser milê me bikin. Ji  wê rojê ve, Aram Dîgran, gavên xwe yên hunerî û dengbêjîyê avêtin û daxwaza bavê xwe pêkanî; ji ber wê yekê jî, Aram Dîgran maye  navekî giran di huner û mozîka kurdî de. Stran, awaz, gotin, dengê Aram Dîgran li her deverê belav bû, dighîşte her kurdekî, welatparêzekî, niştimanperwerekî û dengê biratîyê û aştîyê li her derê û li her alîyan bilinddibû.

Rojekê li Serêkanîyê, Rêber Ocalan dengê Aram Dîgran dibhîse, dema ew guhdarî çend stranan dike, ji xwedîyê malê pirsa navê hunermendê ku stranê dibêje dike. Xwediyê malê bersiva Rêbetiyê dide û dibêje Aram Dîgran. Dema ku xwediyê malê ji Rêber Apo re vê yekê dibêje, Rêber Apo dibêje: Ev  deng  wê nemire …!

Ji sala 1966’an de Aram Dîgran di radyoya Yêrîvanê de kar dike, li wê derê, ji helbestên Cegerxwîn. seydayê Tîrêj, Feqîyê Tehran û helbestvanên din gelek stran tomarkirine. Aram Dîgran 230 stranên bi zimanê Kurdî tomarkirine, wî bi zimanê Ermenî û Erebî û Suryanî û yewnanî jî stran gotine û bi giştî 400 stran tomar kirine. Di Sala 1995’an de, ew gihîşte Asîna (Yewnanê) û jîyana xwe li Asîna berdewamkir. Di festîvala çand û hunerê de ya 7emîn li Amedê sala 2008, ew hatibû vexwendin û bi pêşwazîyeke xurt ji alîyê gel ve hat kirin.  Bi tevlîbûna wî ji festîvalê re, hêviyên wî yên salan pêkhat. Ji ber, yek ji xewnên Aram Dîgran bû, ku warê bav û bavên xwe bibîne, warê ku ew bi darê zorê jê hatine penaberkirin: Aram Dîgran dema ku piştî salên dirêj warê xwe dît, bi van gotina hestên xwe tanî ser ziman; dema min li wan çiya, çem, dar û malan dinhêrî, dilê min lêdida û rondike ji çavên min hatin xwarê û gelek êşîyam; wê demê bav û dayika min hatin bîra min. Li Asîna yê, di roja 8’ê Tebax ê de, sala 2009’an de, Aram Dîgran koça dawîyêkir û li nifşên pey xwe re, gelek stran, awaz ji çanda resen hiştin û çanda kurdan û ermeniyan di nava hev de dihûnand û bi şêweyekê herî baş li cîhanê tevahî belav dikir. Hêvîyên Aram Dîgran ew bû , di goristana ermenîyan li Amedê were veşartin, lê dewleta tirkiyê rê neda ku hêviya wî pêkwere; ji ber wê jî, Aram Dîgran li goristana ermenîyan li Bruksilê (Belçîka) hat veşartin û mistek ji axa Amedê li ser gora wî hat belavkirin .Aram Dîgran jiyanek tijî kar, xebat û bi berhem derbaskir, ji Qamşlo heya Biroksêlê di warê çand û mozîk û stranên kurdî de bû pirek di navbrea gelan de.

Hertim Aram Dîgran digot: Raste ez Ermenî me, lê dil û canê min kurdî ye”. Wê her tim dengê Aram Dîgran bimînê û nemirê  …!

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.