Dîlan Mulhim\Qamişlo
Endama Ofîsa Dîplomasî ya PYD’ê Îlham Mihemed diyar kir ku çawa hikumeta veguhêz a Şamê şiklî ye, hilbjartinên wê yên parlementoyê jî bi vî awayî ne û got, “Pêwîst e deng û hêza gelên Sûriyê yek be, da ku mafê tevahiya pêkhateyan di Sûriyê de were parastin.”
Di çapemeniya nêzî hikumeta veguhêz a Şamê de hatiye ragihandin ku wê di meha îlonê de hilbijartinên parlementoyê bên lidarxistin û 210 kes cihê xwe di perlementoyê de bigirin. Ji wan 70 kes wê ji aliyê serokê hikumeta veguhêza Şamê ve Ehmed El- Şera bên erkdarkirin, 140 kesên mayî jî qaşo wê bi dengên gel bên hilbijartin. Lê hilbijartinên ku ji aliyê hikumeteke veguhêz ku ji demokrasiyê pir dûr e, wê tu wateya wê tune be û nûneriya Sûriyan neke.
Di derbarê mijarê de endama Ofîsa Dîplomasî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Îlham Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

‘Ehmed El-Şera dixwaze bê dengê gel hilbijartinan çêke’
Îlham Mihmed da zanî ku avakirina parlementoyê ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê ve bê wate ye û wiha got: “Çawa ku hikumeta veguhêz a Şamê şikilî ye, hilbijartinên wê yên parlementoyê jî bi vî rengî ne û tu wateya wê tune ye. Dema ku hilbijartin li welatekî were çêkirin, pêwîst e koçberî lê tune be, aramiya wê a ewlehî û siyasî hebe. Niha Sûriyê di nava ne aramiyekê de jiyan dike, herwiha rojane ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê ve gelên Sûriyê rastî komkujiyan tên. Di heman demê de, li Sûriyê demokrasî neyê birêvebirin û rêveberiyeke wê ya demokratîk tune ye, ji ber vê yekê bi tu awayî nabe hilbijartin parlementoyê bên çêkirin. Hikumeta veguhêz a Şamê binesaziya wê tune ye ku hilbijartinê parementoyê çêke. Çawa ku serokê hikumeta veguhêz a Şamê Ehmed El-Şera bê dengê gel hate li ser desthildariyê û dixwaze hilbijartinên Parlementoyê jî bi vî rengî bin.”
‘Hikumeta veguhêz a Şamê hewl dide ku desthildariya xwe xurtir bike’
Îlham Mihmed da zanîn ku armanca hikumeta veguhêz a Şamê ji vê gavê û bi taybet ji hilbijartinên parlementoyê bihêzkirina desthildariya xwe ye û wiha pê de çû: “Hikumeta veguhêz a Şamê gelê Sûriyê ji xwe dûr dixe û hewl dide ku desthildariya xwe xurtir bike, wê ev gavên ji aliyên hikumeta veguhêz a Şamê ve, Sûriyê ber bi xirabûnê ve bibe. Di heman demê de, ji dema ku hikumeta veghêz a Şamê hate li ser desthilatdariyê Sûriyê di nava aloziyan de jiyan dike. Herwiha piştî ketina rêjîma Baas û hatina hikumeta veguhêz a Şamê hêviya tevahiya gelên Sûriyê ew bû ku Sûriyeke wekehev û demokratîkî were avakirin û her kesî kêfxweşiya xwe ji bo vê yekê da xuyakirin. Lê mixabin piştî hatina hikumeta veguhêz a Şamê ew hêviyên gelên Sûriyê hatin şikandin. Ji ber ku ev hikumet bi hişmendiya DAIŞ’ê komkujiyan li dijî jinan û tevahiya gelên Sûriyê pêk tîne.”
‘Hikumeta veguhêz a Şamê yek rengiyê dide meşandin’
Îlham Mihmed eşker kir ku pêwîst e ku hikumeta veguhêz a Şamê mafê hemû pêkhateyan di destûra nû ya Sûriyê de biparêz e û wiha berdewam kir: “Divê hikumeta veguhêz a Şamê gavên qanûnî ji aliyê xwe ve bavêje û destûra xwe biguherîne. Herwiha pêwîst e mafê hemû pêkhatiyan di nava destûra nû de were qebûlkirin û parastin, da ku istiqrarek li Sûriyê çêbibe. Hikumeta veguhêz a Şamê tenê yek alî û yek rengî dide meşandin û tu guhertinan di Sûriyê de neda avakirin. Ev Hikumet dixwaze ku hilbijartinên parlementoyê li gorî xwe çêbike, ev yek tu demokrasiyê bi xwe re nayî ne. Di vê demê de, rewşa Sûriyê pir xirabe, roja ne civaka Elewî û Dûrzî rastî komkujiyan tên û ev komkujî heta vê kêliyê berdewam dikin. Lewma li herêmên dagirkirî heta vê demê kiryarên dijmirovî jî li wan herêman berdewam dikin. Hevpeyman di navabera Rêvberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Şamê de sed ji sedî ne çûne serî.”
‘Pêwîst e dengê û hêza gelê Sûriyê yek be’
Endama Ofîsa Dîplomasî ya PYD’ê Îlham Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê demê de Sûriyê di nava alozî û valahiyeke siyasî de jiyan dike. Di vê aloziyê de bi tu awayî nabe ku hilbijartinên parlementoyê yê hikumeta veguhêz a Şamê werin çêkirin. Ji ber vê yekê pêwîst e deng û hêza gelê Sûriyê yek be, da ku mafê tevahiya pêkhateyan di destûra nû ya Sûriyê de were misogerkirin.”






