Hêvî Keleş/ Qamişlo
Li terzîxaneyên bajarê Qamişlo çend kesên ku temenê xwe di karê dirûtina cilan de derbas kirine hene. Yek ji wan Kesan Gîragors Xesedoris ê Ermenî ye ku ev zêdeyî 50 saîlî ye bê navber karê terzîtiyê dike.
Gîragors Xesedoris yek ji kevintirîn dirûnkarê li bajarê Qamişlo ye, zêdeyî 50 salî ye ku bênavber karê dirûtinê dewam dike. Di navbera Xesedoris û mekîneya wî ya dirûtinê de girêdaneke heye ku.. mirov nikare şîrove bike.
Kutejiyana terzîkarê Ermenî Gîragors Xesedoris

Gîragors Xesedors ê Ermenî di sala 1960”an de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye, ew di temenê 14 salî de fêrî dirûtina cilan bûye, ji wê demê heta niha ew ranewistiyaye û karê xwe bi hezkirinke mezin dike.
Gîragors Xesedors wiha behsa jiyana xwe dike: “Ji ber zehmetî û zextên malbatê min nikaribû bixwînim. Ji bo wê jî min tenê qonaxa seretayî bi dawî kir. Ji zarokatiya min ve karê terzîtiyê bala min dikşand. Ez ji 14 saliya xwe û heta niha yanî ev 50 salin karê dirûtinê berdewam dikim.”
Heta niha ew li ser makîneya xwe ya kevin cilan didirû
Gîragors Xesedors Bi awayekî pîşeyî karê xwe dike, rojane di dikana xwe ya piçûkê de li bajarê Qamişlo kar dike û dengê makîneya wî ku zêdetirî 50 salî ye li ser dixebite, nayê rawestandin. Di demên destpêka karê wî de cil û bergên zilaman tenê didrûtin, lê bi demê re yên jinan jî dirûtin.
Gîragors balê li ser astengiyên ku di karê wî de derdikeve dibêje: “Dema berê û niha gelek ferq têd e heye ji hêla kar ve ku karê min kêm bûye ji ber temenê min, herwiha di dema niha de jî ji ber rewşa germahiyê ya bilind ez hinekî zehmetiya dikşînim ji ber rewşa tenduristî.”






