Dilîn Ehmed/Qamişlo
Di demekê de ku nîşaneyên dîrokî diguherin, Dêra Mar Yaqûb EL-Nisêbînî kevintirîn Dêra bajarê Qamişlo, xwegir maye. Keşeyê dêrê Bav Aho Îbrahîm diyar kir ku ew ne tenê mîna Dêrekê lê dinêrin, lê belê ew mîna duayeke ku li ser axê hatiye kirin û ber bi ezmanan ve hatiye bilindkirin.
Rojavayê Kurdistinê gelek ol û netew di nava xwe de dihewîne û mîna yek netew bi hev re dijîn. Li bajarê Qamişlo di nava bazara wê de Dêra Mar Yaqûbê Nisêbînî mîna şahidekî şahidiya dîrokên kevnar dike. Di demên ku giyan ji neynikan zelaltir û dua ji sozan rasttir bûn, ev dêr hatiye avakirin.

Dêra Mar Yaqûb El-Nisêbînî wekî dêra herî kevin ya bajêrê Qamişlo ye, şahidê zindî yê dîrokeke ku bi bawerî û serhildanê tijî ye. Dêr ne tenê avahiyek dîrokî ye ku dîroka wê vedigere sala 1927`an ew neynikeke bîranînên bi êş û hêviyên dayikan, hêsirên penaberan û kenê zarokan hembêz kiriye.
Di destpêka sedsala bîstan de, bi hatina Suryanan ji bo bajarê Qamişlo ku ji ber zilm û qirkirinê, pêwîstiya bi cihekî îbadetê lezgîn bû. Dêra Mar Yaqûb El-Nisêbînî yekem dêra Xiristiyan bû ku di sala 1927`an de li bajêr di nav xizaniyeke mezin de lê bi baweriyeke xurt, bi kelpîçên heriyê hat avakirin.
‘Dêr ji bo me bûye cihekî dîrokî’
Keşeyê niha yê Dêra Mar Yaqûbê El-Nisêbînî, Bav Aho Îbrahîm, ji me re axivî û diyar ku ew ne tenê mîna cihekî ku lê nimêj û duayan dikin, lê belê ew mîna cihekî dîrokî lê dinêrin.
Aho Îbrahîm wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ev dêr ne mîna hemû avahiyên ku ji bo nimêjê ye, ew duayeke ku li ser axê hatiye kirin û ber bi ezmanan ve hatiye bilind bûye. Lewra bi destên westiyayî yê tijî hêvî hatiye avakirin. Çimkî kelpîçên wê yên pêşîn tevliheviyek ji ax û hêsran bûn.”
Piştî bihurtina salan ji avakirina dêrê ya ji heriyê bi demê re hilweşiya. Bi pêşengiya Mar Estasyûs Qryaqis Tanwarji, avahiya kevin di sala 1947an de hate hilweşandin û li şûna wê 16 dikanên hatin avakirin. Piştre dêra nûjen ji aliyê avahîker Erdaşîs û Afram Brsom di sala 1953an de, hate avakirin û roja Pêncşema 14`ê Gulana 1953an de bi pîrozbahiyeke bi heybet hate pîroz kirin.
Tevî şer û guhertinên ku li Sûriyeyê qewimîn jî, Dêra Mar Yaqûb El-Nisêbînî wekî çirayek baweriyê ma. Di demekê de ku gelek pencere li seranserê welêt hatin girtin, pencereya dêrê ji bo ronahiyê vekirî ma û zengilên wê qet dev ji lêdana wê berneda. Herwiha mûmên wê qet nevemirî û li dijî tirs û wêraniyê, sirûdên wê berdewam kirin.
Aho Îbrahîm wiha li gotina xwe zêde dike: “Dêra ne tenê ji bo îbadetkaran bû, lê ji bo hemû kesên ku ji jiyanê westiyabûn, stargeheke bû. Li vir, Suryanî, Asûrî, Ermenî, Keldanî û heta birayên me yên Misilman ji bo aştiyê di duayan de kom bûn. Em bawer dikin ku Xwedê ji hemû sînorên mezheban mezintir e.”
Ne tenê ji bo dueyan ne ew bûye navendeke çandî
Îro, dêr êdî tenê bi duayan ve sînordar maye, ew bûye navendeke girîng ji bo çalakiyên çandî û civakî. Hefteyên dua ji bo yekîtiya Xiristiyanan li wir têne lidarxistin. Her wiha li Dêrê ji aliyê Komelaya Isrt Mar Afram Suryanî û Foc Keşafê perwerdehiya olî xizmetê dike.
‘Her mûmeke wê xwedî çîroke’
Herwiha ji bo giyaniya cihê pîroz ya Mar Yaqûb El-Nisêbînî û gelek giyanên din yê sal 1936`an de li rojavayê dêrê hatine veşartin, her sal bi rêzdarî tên bi bîr anîn.
Keşeyê Dêra Mar Yaqûbê El-Nisêbînî, Aho Îbrahîm wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Her quncikek vê dêrê, xwedî çîrokeke taybete. Her mûmeke wê çîroka hizrê dayîka kezeb şewitiye. Her dîwareke wê çîroka her ciwanekî penabere. Ev dêr bûya cihê aramiyê avakirina wê bi xwe bûye mîna mêjekê.”






