Remezan Olçen
Dema ez diçûm dibistana navîn min di pirtûkeke li ser Almanyayê de tiştek xwendibû. Behsa jiyana piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê dikir. Ji bo rabûna ser piyan a welatekî tê de gelek tiştên ecêb dihat gotin. Lê çend hevokên wê pirtûkê di hişê min de rûniştî man. Min qet ji bîr nekir.
Digot; Di şer de zilhêzên cîhanê tenê şerê Naziyan nekirin. Şerê bajêr, dar û deviyê Almanyayê jî kirin. Welat xera û wêrankirin. Piştî şer Almanya bûbû kavilistan. Lê diviya me bi awayekî welatê xwe rakira ser piyan. Ji bo vê jî me du tişt kirin. Yek me firin çêkirin û me zikê civaka xwe têr kir. Em di milê hev de xebitîn. Lê me bi firinan re dikên şanoyê jî çêkirin. Bi rêya hunerê me dest bi pêngavên serwextkirina civakê kir. Zikê xwe bi awayekî bin anî be jî têr dikir lê diviya dil û mêjî jî têr bibûna.
Mesela ku di pirtûkê de dihat gotin kêm zêde wisa bû. Îcar heke em li xwe û li rewşa xwe vegerin gelo em çawa dikarin ji vê meselê ji xwe re dersan derxin. Çima vê dibêjim? Ji berk u bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Apo paradîgmayê guhert, şêwaza rêxistinbûnê guhert heta dawî li şêwaza têkoşînê anî. Ew têkoşîna ku 41 sal li dû xwe hiştî. Ev bûyer û wakiayên pir mezin in. Madem wisa ye; gelo em ê çawa bikevin sûreta vê meselê? Em ê civaka xwe li gorî vê paradîgmayê birêxistin bikin. Bi rêya çi? Helbet bi rêya hunerê.
Hunera ku li ser kok û rehên xwe ye, gotina ku aydî xwe ye dikare vê rêxistingeriyê pêş bixe. Dikare civaka demokratîk çêke. Kakil û cewherê xwe kom û komîn e. Bi rêya her beşên hunerê ku xwe li ser esasê komînê birêxistinkirî hem xwe hem jî civaka xwe dikare biguherîne û veguherîne. Bi vî awayî dikare bibe bînak ji qada polîtîkayê re jî. Te dî gotineke meşhûr e, dibêje; divê poetîka li pêşiya polîtîkayê be. Li ser vê gotinê jî difikirim. Yanî çi? Yanî divê huner şikil bide jiyanê, bide danûstanina mirov bi mirovî re, mirov bi xwezayê re.
Li qadên şoreşê li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em dibînin ku tevgera çand û hunerê xwe weke komîn bi rêxistin kiriye. Ji ber wê jî xebatên dikin weke şahkarên civaka demokratîk a hemû pêkhateyên li herêmê xuya dike. Di vir de ya esas çi ye. Çawa ku helbestvanek di hemû jiyana xwe de helbestvan e, ev terzê komînên hunerê jî divê di hemû demên jiyanê de bi heman awayî be. Weke dibêje, weke nîşan dide divê bijî. Hingê dibe mînak, hingê esas tê girtin. Hingê poetîka dikare teşeyê bide polîtîkayê. Ma ne polîtîka birêvebirina jiyanê ye. Hingê divê em jiyana xwe weke helbest, weke straneke xweş bijîn. Wê demê jiyan digihîje heqîqeta xwe, hebûn azad dibe.