Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa Kurdistanê li benda wêjevanên xwe ye!

10/08/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Şoreşa Kurdistanê li benda wêjevanên xwe ye!
Share on FacebookShare on Twitter

Cîger Efrîn   

“Me xwest ku em vê xebatê ji torevanan re bihêlin, lê wisa xuya dike ku em neçar in wêjeya vê xebatê herî baş bi xwe pêk bînin” (Rêber APO). Ya rast jî ew e! Ji ber ku yên hemû zor, zehmetî û dijwariya kêliyên şoreşê jiyane, milîtan, xebatkar û kadroyên şoreşê bi xwe ne û ji wan baştir jî kesek nikare êşên wan bi lêv bike!

Ji bo nirxên şoreşa Apo’yî û paradigma Modernîteya Demokratîk mayînde bibin, pêşxistina wêjeya şoreşê pêwîstiyeke şoreşgerî û dîrokî ye. Xebata ku felsefa Rêbertiyê di nava civakê de bide rûniştandin û kesayeta ku em wekî Tevgera Apo’yî dixwazin biafirînin, ancax bi wêjeyê gengaz be. Şoreşa bi tenê li ser lingê leşkerî-siyasî nikare bi awayekî têkûz bimeşe, ango lingê bingehîn kêm dimîne. Li Soveytê beriya şoreşê, wêjeyeke Rûsan a xurt hebû, Lenîn li ser wê bingehê şoreş pêş xist. Lê mixabin beriya Tevgera Azadiyê ji bilî Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî, Şivanê Kurd ya Ereb Şemo û helbestên Meleyê Cizîrî, Feqiyê Teyran û hin helbestên sedsala 19’an û 20’an hema bêje li ser navê wêjeyê tiştek tune bû. Ji xwe yên hebûn jî ji ber ku xwendin di civaka me de pir û pir kêm bû, kesî zêde nexwendibû. Bi dirêjiya şoreşa Apo’yî de nexurtbûna wêjeyê xwedî cihekî girîng e. Heger beriya destpêkirina şoreşê wêjeyeke me ya zexm hebûya an jî beriya salan wêjeyeke xurt derketa, wê kesayeta şoreşgerî jî zûtirîn dem bihata afirandin û jiyana partiyê şîlo nedibû. Ji ber ku wêje di heman demê de rexnekirina her tişta derveyî civakbûniyê ye û raberkirina ku tê xwestin e. Ango wêje; dahûrandina civakê ji her hêlê ve digire dest û torevan jî li gorî xeta şoreşê dahûrandina civakê çêdike.

Li Sovyetê, Lenîn hêj ji destpêkê de ji bo ku wêjeya şoreşê pêş bixe, komisyonan didin avakirin, karê wan jî wekî di nav gel de lêkolîna wêjeya civakî û bi nirxên şoreşê re keljandin û li gorî wê jî pêşxistina têgîn û têgehên şoreşê diyar dike. Ew komisyon digihe 35-40 kesî (pişt re hêjmar zêdetir dibe, digehe 400-500 kesî) û li seranserê Sovyetê belav dibin, derbarê şoreşê û çanda civakê de daneyan berhev dikin. Pişt re wan li gorî bîrdoziya xwe distrên û dikin berhem. Heta sala 1927’an 8 berhemên baş derdixin. Bi serdestiya Stalîn re êdî hêdî hêdî dogmatîzim serdest dibe û ji wê û pê ve, rê li ber afirîneriya wêjeya şoreşgerî tê girtin. Ji sala 1927’an û heta sala 1933’an gelek rewşenbîr, helbestvan, romannivîs, senarîst, înthar dikin û gelek jî ji Sovyetê baz didin û diçin Ewropa û DYA’yê. Ji ber ku komisyona heyî bigota ”ev berhem, ev filma nebaş e”, ew berhema çi dibe bila biba, nema dihate çapkirin û weşandin.

Ji xwe heger mirov bêje, ji sedemên ku Sovyet hilweşî yek ji nepêkhatina  sosyalîzmê di nava civakê de rêgirtina li wêjeya civakî bû, wê ne şaş be. Çimkî Stalîn bi tenê rê dida yên ku pesna wî didin û tu rexneyê ji karwariya wî re nakin. Halbûkî wêje ji beriya her tiştî rexnekirina şaşitiyên desthilatdaran û şêweya nermkirina bîrdoziyê bi awayê ku civak fêm bike û kes jî li gorî karekterên di wêjeyê de têne pêşkêşkirin xwe nû bike û li gorî karekterên di roman û feraseta di helbestan de awa bide xwe; ango wêje, rêya kesayetên ku wê nirxên şoreşê bi civakê bide xwarin vedike û bêyî ku mirov biêşîne, bi awayê herî nerm û xweş mirovan bi nirxên şoreşê ve dide girêdan, derdixe holê. Damarên felsefa şoreşê bi rêya wêjeyê di nava civakê de xwe ber dide kûrahiya civakê. Wêjeyeke ku tişta heyî rexne neke, rêya rastkirinê nîşan nede, ne wêje ye.

Li Çînê jî Mao kete nava wê hewldanê. Yek ji armanca “Şoreşa Çandê” jî ew bû. Her çiqasa bû hêviyek ku rê ji guhartin û veguhatinan re veke, lê di demeke kurt de dagerî hêza tesfiyekirina kesan û çanda civakî. Bi dirûşmeya “na ji her tişta kevn re”, şoreş ji rastiyên civakê qut bû. Ji lewra jî tesfiyeyên herî mezin di navbera sala 1966-1976 pêk hatin şoreşa Çînê bi temamî ji xeta sosyalîzmê dûr ket.

Li Kuba jî û dewletên din yên bi bîrdoziya sosyalîzma ku bidestxistina dewletê  hatibûn damezrandin, heman encam derkete holê. Ji ber ku kesayet nehate avakirin, hişmendiya dewletê bi rêya wêjeyê nehate verişandin, berevajî wê bi wêjeyê dewlet hate mezinkirin.

Bi kurtasî em dibînin ku, di her şoreşê de salên pêşîn berhemên baş derketine, lê ji ber ku rê ji wêjeya realîst re hate girtin, ew giyana şoreşgerî bi demê re hatiye fetisandin û mirî ye. ji wêjeya civakî pirtir, wêjeyeke ku, dageriye navgîneke ku her tişta rêveberên partiyê-dewletê dikin rewa bike, pesna rêveberan bide û temenê dewletê dirêj bike. Wêje ji wêjebûnê derxistin û wêje kirina navgîneke ajîtasyonê û propagandayê. Bê guman ji ber ku dewlet û mezinkirina dewletê armanc bû, wêjeya civakî bi pêş neket, giyana bîrdozî ya sosyalîst nebiriqî nirxên ku şoreşê derxistine holê. Bi taybetî jî di mijara jin û malbatê de, pergala berê ya ku hebû derbas nekirin. Jin dîsa xistin mal û serdestiya baviksalarî domandin.

Halbûkî karê wêjeyê ne ew bû. Rêber Apo erka wêjeyê li gorî rastiya dîrokê wiha zelal dike; “Erka wêjeyê çi ye? Ango pêwîst e bi giştî huner, bi taybet jî wêje û dîsa ew romana ku beşek girîng a vê yekê ye bi pirsa ka erka şoreşgerî çi ye, ku em bibersivînin. Ger huner nebe em nikarin qala civakan bikin. Lewma huner, amrazekî jêveneger e, ji bo civakbûyîn û pêşketina civakî. Bi taybetî, ji ber ku mirov nêzîkatiya xwe ya li hember xwezayê bi zanistî û bi polîtîkayê tam nikare dahûrîne û nikare giyana xwe bi têrbûyîneke daringî têr bike, wî ber bi teşeyê têrbûyîbûneke cewaz, yanî ber bi hunerê ve dibe. Di vê wateyê de huner, derbaskirina pêdiviya giyanê esas digire. Bê guman peywendiya vê bi ramanê ve heye. Bi hêsanî mirov dikare diyar bike ku huner, warekî pir xweser derbirîn dike.” Heger em bandora mîtolojiyê ( ya rahîbên Sumerî) çawa bêyî ku zorê li mirovan bikin, ew xistin bin bandora xwe û ev bû 5 hezar sal in hêj jî mirovahî ji bin bandora wêjeya (mîtolojiya) wan derneketiye, bînin ber çavên xwe, em ê baştir rista wêjeyê bibînin.

Bi kurt û kurmancî, ji bo me karê wêjeyê ya bingehîn; raxistinkirina heqîqetên dîrokî li gorî heqîqeta civakî, derxistina rastiya jin-dayîkê ya ku pênç hezar sal in bindest e, berçavkirina wêrankeriya serdestan a li ser xwezayê, parastina xeta Rêbertiyê ji ferasetên lîberal û xwegihînek (oportunîst) û bilindkirina manewiyetê ye. ji lewra jî li dijî pergala Modernîteya Kapitalîst a ku madiyetê derdixe pêş, jin xistiye asta herî jêr, mêzîna ekolojîk xera dike û manewiytê dikuje, girîngiya wêjeyê qatekî din zêde bûye. Bi taybetî di rewş û mercên Kurdistanê û gelê Kurd de ancax rastiyên civakî yên ku Rêber Apo bi têkoşîneke bêhempa û xwîna pakrewanan derxistine holê û dagirkeriya qirker a neyaran, heqîqeta jinê û hevjiyana azad bi wêjeyê dikarin werin zelalkirin. Her wiha bersiva “malbateke çawa?” jî bi wêjeyê mirov dikare di nava civakê de belav bike. Çimkî zimanê siyasetê bê ruh e û ji dilînan pirtir xîtabî aqil dike. Lê wêje hem xîtabî dilînan dike û hem jî xîtabî aqil dike. Ango wêje mirov dide fikirandin. Ji xwe gava bersiva “malbateke çawa?” were dayîn bi awayekî xwezayî bersiva “civakeke çawa” jî derdikeve holê.

Belê, ji bo ku tişta hatî serê şoreşên berê neyê serê me, pêdiviyeke lezgîne ku wêjeya Şoreşa Kurdistanê were rêxistinkirin û şoreş têgîn û têgehên xwe derxîne. Nexwe em nikarin xeta şoreşê ya komînal û civakî biparêzin. Bê guman hinek gav hatine avêtin, lê hêj jî nebûne bersiv ji berhem û nirxên ku şoreşê derxistine holê re. Şoreşa Kurdistanê li benda wêjevanên xwe ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.