Ayşa Silêman/ Dêrik
Endama Yekîtiya Ragihandina Azad Ahîn Dêrik diyar kir ku piştî van komkujiyên ku li dijî gelan di hundirê Sûriyê de têne kirin û hikumeta veguhêz a Şamê cihê xwe di nav de digre, nema baweriya gelan bi vê hikumetê tê.
Di derbarê komkujiyên ku li ser gelên Sûriyê tên kirin û hilgirtina jina Durzî ji çekê re û tevlîbûna wê ji nava berxwedanê re Endama Ragihandina Azad bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû:
-Derbarê komkujiyên ku li ser Elewi û Durziyan têne kirin de her çendî hikumet hewl dide xwe ji vê yekê bê sûnc nîşan bide, lê ev komkujî raste rast bi destê wê hatin meşandin û êdî baweriya gelê Sûriyê bi hikumetê nemaye, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Komkujiyên ku li dijî Elewî û durziyan tên kirin, em wek gelê kurd van komkujiyan şermezar dikin, necara yekeme ku komkujiyên bi vî rengî bi taybet li sûriyê tên kirin. Piştî hilweşandina rêjîma Baas a ku bi salan zilim û qirkirin li ser gelan dida meşandin, lê bi hatina hikumeta veguhêz ya şamê re li seranserî Sûriyê rewşa heyî ji berê xirabtir bû û baweriya gel bi vê hikumetê nayê. Êriş û komkujiyên li ser Elewî û Durziyan tên kirin û gefên li ser kurdan sûriyê berû parçebûnê ve dibe. Êriş û komkujiyên li ser pêkhateyan têne meşandin li ber çavê cîhanê têne meşandin û her ku diçe aloziyên heyî li herêmê dijwartir dikin. Komkujiyên ku HTŞ’ê dide meşandin û yên ku DAIŞ’ê dide meşandin xwedî heman hişmendiyê ne.
Ev êrişên hovane dihêle tevahiya netewên li Sûriyê dijîn bikevin nava metirsiyê û Sûriyê berû parçebûnê ve bibe. Em îro li Sûrî di pêvajoyeke nû re derbas dibin, bi taybet piştî hatina hikumeta şamê ya veguhêz êdî pêvajoyekî nû ya bi şer û pevçûnan gur dibe, ev yek li pêşiya cîhanê tê kirin û dîmen tên dîtin û bi fermana Hêzên hegemonîk tev digerin. Dixwazin Sûrî bikin qada şerekî dem dirêj, li Sûriyê komkujî û sûcên dijmirovî roj bi roj zêde dibin, tevî vê yekê jî tu kes dengê xwe nake û ne jî dewletên Navnetewî helwestên xwe nîşan dikin. Raste carnan daxuyaniyan didin, lê ev yek cidî nayê girtin û axaftin tenê li ser kaxezan dimînin. Piştî van kiryaran êdî baweriya gel bi vê hikumetê nema ye, ji ber ku ev kiryarên ku tên kirin bi destê wê hatin meşandin û di encamê de bi hezaran gel hatin kuştine, gund hatin wêran kirin, mal û milê gel hatin talan kirin.
2- Eger rê li pêşiya komkujiyan neyê girtin wê rewşa Sûriyê ber bi kûve biçe, çime cîhan li hemberî sûcên dijmirovî yên ku hikumeta veguhêz li ser gel dide meşandin dengê xwe nake ?
Tê dîtin ku hêzên cîhadîst dixwazin yek tiştî tenê belav bikin di Sûrî de, ew jî hişmendiya mezhebî ye, ev yek rê li ber gelek komkujiyên nû vedike, rewşa Sûrî ber bi parçebûnê ve diçe. Li Sûriyê rojane komkujî, revandin, talan û wêranî û li ber çavê cîhanê tevahî tê meşandin, lê weke ku rewşeke ji rêzê ye, ne kes hesab ji hikumetê dixwaze û ne kes dengê xwe jêre dike. Li hemberî vê yekê pêwîste ku li seranserî Sûriyê yekîtî û hevgirtina gelan pêkwere û gelê Sûriyê tevahî ji bona siberojeke demukrat û aşîtiyê dest bidin destê hev.
Lê mixabin li ser erdê ev yek nayê kirin û berûvajê wê zimanê dijberiyê û sorkirinê di nava gelan de dirdikeve pêş, li pişt şer û komkujiya ku li ser gel tê meşandin dezgehên ragihandinên heremî û biyanî jî hene. Bi riya şerê taybet û derûnî yê ku di serî de bi riya belavkirina agahiyên nerast û gurkirina şerê mezhebî û olî bi armanca parçekirina Sûriyê û derxistina şerê navxweyî ev yek tê kirin.
Li gorî vê rewşa ku li Sûriyê tê jiyan kirin helbet riya tekane ya ku çareserî û aşiyê bi xwere bîne holê sistemê rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber ku pirojeya Netewa Demokrat hêvî û çavkaniya jiyanê ye ji bo gelek civakan, hat dîtin jî ku hîn rejîma Baas li ser desthilatdariyê bû gelê Siwêda bang dikir ku em Rêveberiya Xweser dixwazin û heya roja îro jî ev daxwaz berdewam dike.
Di ber van komkujiyên ku li seranserî Sûriyê têne meşandin hikumeta vekuhêz ya Sûriyê berpirsyare û pêwîste tevahî gelên herêmê û cîhanê zextê lê bikin, ji bona ku dev ji vê hişmendiyê berde. Herwiha pêwîste destûreke nû ji bo Sûrî were danîn û pêwîste ku mafê hemû gelên Sûriyê were parastin û di siberoja Sûriyê de misoger bibe.
3- Li hemberî komkujiyên ku ji milê hikumeta veguhêz ya Sûriyê û komên girêdayî wê li ser Durziyan hatin meşandin, jinên Durzî jî cihê xwe di nava şer û berxwedanê de girtin, heyanî çi astê bandora jinên YPJ’ê li ser tevlîbûna wan hebû?
Helbet dema ku em behsa Şoreşa Rojava dikin, yekser Şoreşa jinê tê bîra mirov û bi bandora vê yekê li ser tevahiya jinên Sûrî û cîhanê jî hebû. Berî niha jî dihat dîtin ku jinên li Siwêda bang li jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikirin û bi taybet jî jina kurd, jina ku bi fikrekî azad xwe birêxistin kiribû û bû mînak ji tevahî jinan re. Dema gelê Siwêda li dijî rêjîma Baas derketin jî bang li jina li Rojavayî Kurdistanê dikir, gavên ku jina kurd di Şoreşa Rojava de avêtin bû nimûne ji tevahî jinên cîhanê re. îro jinên Durzî heger bi jina kurd bandor nebûna, cesaret nedigirtin ku çekê hilgire û axa xwe biparêze. Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe isbat kir, roleke mezin di avakirina civakê de lîst, ji ber ku jin gihiştiye wê astê ku netenê bibe rêvebera xwe yan rêvebera navendekî, lê wê xwe isbat kir ku dikare welatekî birêve bibe, lewma hertim dijmin wê dike hedef, ji ber ku ji hêz û îradeya wê ditirse. Tevî hemû komkujiyên li dijî jinan hatî kirin jî, jina kurd rolekî gelekî girîng list û di hemû warên civakê de xwe bi rêxistin kir û di asta pêşengiyê de cihê xwe digre.






