Medenî FERHO
Dîrok dersan dide!… Beriya 74 salan faşîzma Hîtler hate mahkum kirin, lê dayika faşîzma Naziyan, “faşîzma dewşirme” ne hate mahkum kirin.
Dewşîrmeyên Îttîhat û Terakî, beriya Hîtler, qanunên zincîr û leleyan çêkirin. Yek ji kesê ku li Tirkiyê bingeha hiquq danî, Esad Mahmud Bozkurt e. Digot: “Divê dost û dijmin, heta bi çiyan vê rastiyê bizanin, efendiyê vî welatî Tirk in, kesên ne ji nifşê saf yê Tirk, tenê yek mafê wan heye, bibin qervaş û koleyên Tirkan.”: Ev zewat, dewşirmeyekî ji girava Mora ye.
Hîtler kampên “konsatrasyonê”, ji kampên “kapi-kulu- yên deşirmeyan”mînak girt. Di van kampan de, mirov di aliyê fîzîkî, ruhî, mêjî, hest û enerjiyê dev dikirin “ebd”. Dewşîrme ji “mankurt”an cûda ne: Burokrasiya Osmaniyan, sadrazam jî di nav de, artêşa Osmaniyan, ji deşirmeyan pêkdihat. Ji 228 sadrazamên Osmaniyan, ji 4an 3 ji wan dewşirmeyan e.
Hîtler, pîvanên “zarokên nifşê arî” ji sîstema deweşirmetiyê girt: Zarokên dewşirme diviya bû; ne gelekî kin, ne gelekî dirêj bin, ne jî seqet bin, delal bin, jîr û xwedî xisletên baş bin.
Îttîhad û Terakî, ne gotin, “saf nişê Tirk”; gotin kesê bêje “ez Tirk im û misilman be”, ji me ye. Gotina “Her bijî kesê ku bêje ez Tirk im” berhemê vî fikrî ye. Hîtler, “şeva kîrstal” jî, “şeva kêrên dirêj” jî, ji dewşîrmeyan fêr bû; Naziyan, di şeva krîstalê de, 100 Cihu kuştin, dewşîrmeyên Îttîhadî, li Meraşê, li gorî danayên fermî 120 kes kuştin, 176 kes birîndar kirin. Dêlegura Tansu Çîller jî, lîste amade kirin.
Di destpêka Naziyan de, sosyal demokratên Elmanya jî gotin, “em ne alîgirên derketina kolanan e”. Ev destekkirina naziyan bû. Sosyal demokratên Tirkiyê, (CHP) bi heman rengî destek dane qirkirina Kurdan. Bikaranîna naqarata “terorê”, nostaljiya serdema Naziyan, xurtkirin û dijwarkirina pêla şovenîzmê, hişmendiya milîtarîzmê, parastina exlaqê qirêj yê sekûler e, “mîmariya megalomenî” û “mamostatiya zimanê historicist” dikin.
Dîrok şanî me dide; di sala 1946an de, Şandeya Dadgeha Nuremberg got: Destpêkirina şerekî êrîşker û wêranker, ne tenê sucê navneteweyî ye, ji ber ku tevahiya kiryarên qirêj, kirêt û bemires digire nava xwe, ji tevahiya sucên şer ccûda, sucekî navneteweyî ye. Dewleta Tirkiyê, li Bakurê, Rojava û başûr vî sucî dike.
Dîrok dibêje, hegemonîkên emperyal, zihniyeta Îttîhad û Terakî, baş nas dikin, dixwaza wan union bolading-milletekî Tirk-î îslam jî zani; lê komploya korsanî kirin, bi dîlgirtina Birêz Ocalan çeng û perê Kurdan qusandin, îro jî, destekê didine kiryara faşîzan tecrîdê.
Emerîka jî di nav de, tevahiyia Ewropa, peyama Birêz Ocalan ya Newroza 2013an, bi çepikan pêşwazî kirin- Îro jî Birêz Ocalan aştiyê-çareseriya di nava hefteyekê de pêşniyaz kir, dîse jî dibin tecrîdê de ye.
Ewropa û Emerîka, hefsarê Hîtler berdan, dewletên Balkanan pêşkêş kirin û berî wî dane Rusya; heta ku nazî li Lenîngradê têk neçûn , Emerîka, Fransa û Ingîltera, eniya Normandiye venekirin û êrîşî Hîtler nekirin. Îro jî, bi îdeolojiyek makyajkirî, qîrên demokrasî didin, lê kiryarên tifaqa faşîst AKP/MHP ji nadîtî ve tên.
Rê yek e, vê care jî yek e! Dîrok jî li serê me dide, dibêje; Gelên Balkanan, gelên Ewropa, (ne dewlet), bi çek û bê çek, li dijî faşîzma Hîtler şer kirin: Divê gelê Kurd, gelên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn, xwe bi rûxistinî bikin, mil bi mil, li dijî faşîzma dewşirme sing bi sîng têkoşînê bikin. Îro, tenê dinava Kurdan de eniya li dijî faşîzmê hatiye avakirin, divê gelên din jî bikevin nava haraketê.






