Idrîs Henan
Piştî 14 salên şer û kirîzê, Sûriyê di nav tevliheviyeke siyasî, aborî û civakî de maye. Desthilatdariya HTŞ’ê bi peymanên aborî yên bi şîrketên nenas re, bi awayekî şaşwazî hewl dide mîrat û çanda xwe ya terorî kamûflaj bike û xwe wek hêzekî meşrû bide nîşandan. Lê gelê Sûriyê bi van kiryaran nayê xapandin. Ev peymanên mîlyaran dolarî, bi têkiliyên DYA, Tirkiyê û Kendavê re, ne tenê kirîza Sûriyê dirêj dikin, her wiha rolên hêzên destwerdanê ên navenda afirandina kirîzê ne, diyar dikin.
HTŞ’ê, ku ji aliyê gelek hêzan ve wek teror tê binavkirin, bi peymanên aborî yên bi guman hewl dide xwe ji vê navûdengêiyê paqij bike. Lê ev peyman, bi şîrketên bêkok ên ne diyar re, ne tenê ne rewa ne, her wiha Sûriyê vediguherînên welatekî bê aborî. Ango lingên wê yên dewletbçûnê qut dikin û gelên wê di agirdanka bêserûberiyê de dişewitînin. Bi awayekî stratejîk, HTŞ’ê dixwaze bi vê rengî xwe wek “gerantorê ewlehiyê” nîşan bide, lê di heman demê de vegevizîna wê di nav berjewendiyên hêzên destwerdanê de, taybet DYA, Tirkiyê û welatên Kendavê, xistiye tevliheviyek mezin a dûrî çi pîvanên mirovahiyê hiştiye . Lewre jî her daxwazeke gelan a şirîkatiya birêvebirina demokratîk weke gefekê li dijî xwe dibîne û bi qirkirin û kuştinê bersivê dide.
DYA, bi şahidî û piştgirîkirina van peymanan, ne tenê polîtîkaya xwe ya li dijî Îran û Rûsyayê dimeşîne, her wiha dixwaze li Sûriyê û herêmê bandora xwe biparêze. Ji ber vê jî eşkere piştgirî dide HTŞ’ê. Lê ji ber ku hêzeke hegemon a qezenca zêde ye, çawa li Kendavê, li Sûriyê jî, eger behra xwe di van kirîn û firotinan de nîn bûya, bê guman wê ti peymanên wisa jî nîn bûna. Di bingeh de; parçekirin û parvekirina aboriya Sûriyê ye. HTŞ’ê jî têgihaştiye ku di çarenûsa Sûriyê de, ti rola wê nîne, lew re Sûriyê dikire û difroşe.
Tirkiye jî, bi piştgirîkirina HTŞ’ê re hewl dide ku li dijî pêşengiya Kurdan li herêmê bisekine. Siyaseta Tirkiyê ya mêtingeriyê, bi taybetî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne tenê kirîzê dirêj dike, her wiha metirsiyeke mezin li ser pêşveçûna demokratîk a herêmê ye. Derdê wê jî tunekirina doza Kurd, firehkirina dagirkeriya xwe û zindîkirina xeyalên Osmancîtiya nû ye.
QSD ku di bin sîwana wê de tevahiya pêkhateyên Sûriyê hene, wek alternatîfa herî guncaw tê dîtin. Ev model, bi pîvanên demokrasî, wekhevî û edaletê, bûye aktorê çareseriyeke rastîn. QSD ji bo pêkhateyên ku rastî komkujî û qirkirinê tên, bûye hêviya rizgariyê. Ancax tenê siyaseteke demokratîk, ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê biparêze, dikare vê kaosê bi dawî bike. Siyasetên berjewendîperest ên navendên hegemoniyê, Tirkiyê û hêzên din, tenê kirîzê dirêj dikin. QSD bi modela xwe ya Sûryeya nenavendî û demokratîk, dikare bibe hêza çareseriya guncaw.
Kirîza Sûriyê ne tenê pirsgirêkeke navxweyî ye, lê belê di nav têkîliyên global de bûye kirîzeke navdewletî ku çi dozên wê yên hundirîn hebin, ancax bi gerantiyeke navneteweyî werin çareserkirin. Lê dîsa jî, çende mudexele hebe û bi hêz be, eger mekanîzmaya çareseriyê ne demokratîk û li ser bingeha hevdu qebûlkirinê be, alozî xilas nabe. Kengê desthilatdariyên li Qesra Şamê bi cih dibin, bigihêjin baweriya ku pirrengî, demokrasî û wekhevî ne gefeke li dijî wan e, wê çaxê fikrên çaresriya ku dûrî berjewendiya hêzên derve ye dê di cokên rast ên niştimanperweriyê de biherikin. Ne ev hişmendî be, dê hişmendiya xapandin û firotina şiyan û destkeftiyên gelên welat be.




