Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi kurt û cewherî nêrînek li xebata komînan

10/08/2025
in ROJEV
A A
Di pey Bangeke dîrokî re!
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Civak, wekî di hemû heyînan de bûye, ji rengîniyên cur bi cur ava dibe. Wekî ku di hemû pêkhatinên hebûnan de bûye, civak jî ji dualîbûna enerjî-made, ruh-beden (laş), mane-avanî çêdibe. Pêkhatin, hem ruh e û hem jî laş e. Di heman demê de hem avanî û hem jî mane ye. Wekî pêkhatin, pêşberê vê yê di civakê de, jiyana bi hev re û komînalbûn e. Ev di roja me ya îro de tê maneya bihevrebûna yên ku hişmendiya hevbeş ya neteweya demokatîk parve dikin. hewce dike ev bi bedenbûn li gorî ruhê neteweya demokatîk jî çêbibe; ev bi bedenbûn, di paradigmaya me de navê pergala rêxistinî, konfederalîzma demokatîk e. jixwe maneya konfederalîzma demokratîk jî, jiyana bi hev re û hevpar a rengîniyên cuda ye.

Di pergala konfederal demokratîk de her kes dikare tevlî wan mekanîzmayên ku fikra xwe tîne ziman, biryaran digire û rasterast tevlîbûna xwe nîşan dide, bibe. Ev, wekî ku Rêbertiya me dest nîşanî wê dike, tê maneya ku tenê yek kes bêyî rêxistin nemîne. Vaye di vê pergala konfederal a demokatîk de avanîbûn yan jî sazîbûna herî biçûk, komîn e. Di rêxistinbûna konfederal demokatîk de saziya esasî ya demokrasiya rasterast, komîn e.

Yekeyên xebatê yên wekî tax, kolan, gund ku civak têde dijîn, bi terza komîn xwe bi rêxistin dikin, di nava pergala civakî de xwe dispêrin jiyana komînal û demokatîk. Armanc ew e ku hemû civak were bi rêxistinkirin, xwe li pêşberê hemû pirsgirêkên civakî berpirsiyar bibîne û bi şiklekî rasterast tevlî çareseriya hemû pirsgirêkên civakî bibe, di pêşxistina demokrasî û çanda demokrasiyê de  bi şiklekî rasterast tevlîbûn nîşan bide.  Ji bo civaka exlaqî û polîtîk, bi rola stûnên esasî radibin. Maneya jiyana komînal ew e ku civak bi hev re hebûna xwe bidomîne û bi şiklekî hevpar bijî.

Bi rêxistinbûna komînê, ji vê armanc û felsefeyê bi rê dikeve. Dema ku komîn tê bi rêxistinkirin, takesesê/a ku li cihekî dijî hewce dike herî kêm di nava xebata yek komînê de cihê xwe bigire. Li gorî pêdivî û rewşên ku li wî cihî hene, takekes dikare ji yekê zêdetir di nava xebata komînan de cihê xwe bigire.

Komîn, di mijarên siyasî, civakî, aborî, çandî, parastina cewherî û hwd. ên bi jiyana civakî û pirsgirêkên civakî re eleqadar, li ser esasê hêza cewherî û têra xwe bi xwe kirinê xwe bi rêxistin dike. Ev bi rêxistinbûn bi şiklê tax, kolan, gund, yekeyên xebatê, akademî û kooperatîfan dibe.

Erk û berpirsiyariyên komînê yên bi rêveberiyê re eleqadar jî hene. Yek ji erkên wê yên esasî ew e ku cewhera exlaqî û polîtîk a civakê ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye xirakirin derxîne holê, di çarçoveya modernîteya demokatîk de di nava komînê de modela rêxistinbûnê ya demokatîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digire bi pêş bixe, her ku diçe vê ferasetê di nava civakê de berbelav bike û bîne rewşa serwer. Ji vê perspektîfê bi rê bikeve, bi aqlê hevbeş û bi zanebûna hevbeş pirsgirêkên takekes û saziyên (civak) ku bi komînê ve girêdayî ne, çareser bike.

Armanca komînê ew e ku refaha ekonomîk û teknolojîk bixe xizmeta civakê, hişmendî û exlaqa ku demokrasî û azadiyê esas digire, bi pêş bixe. Hatiye fêmkirin ku pêşketina ku têde azadî û demokrasî tine û tenê bi refaha civakî re girêdaye, zêde ne xwediyê mane ye. Ji ber vê yekê hewce ye komîn tenê bi çareseriya pirsgirêkên ekonomîk û berhemdariya ekonomîk ve bi şiklekî teng nemîne, bi perspektîfeke firehtir bixebite. Divê komîn wekî cihê jiyana hevpar, demokrasiyê û xwe rêvebirinê were dîtin. Komîn rêxistinbûnê herî teng û biçûk in ku îdealên mirovahiyê yên herî mezin têde çêdibin û tên mezinkirin. Li gorî pêkhateya civaka ku komînek têde çêdibe, li gorî derfetên li ber dest, hewce dike di wê komînê de jin, kêmnetewe, ol û mezhebeen cuda temsîla xwe têde bibînin.

Di navbera komînên gund û bajaran de ferqûcudahiyên cidî tine. Ruxmî ku cewher yek e, ji ber ku gund cihekî teng ê bicihbûnê ye, ji aliyê yekbûyiyên komîte û komîteyên demkî yên ji bo xweserê gund hatine çêkirin ve ferqûcudahî hene. Ji ber ku bi piranî hejmara malbatên li gund kêmtir e, hema bêje her kesê li gund dijî wekî ku endamê/a xwezayî yê komînê be tê hesibandin. Eger malbatên li gund kêm bin, hin caran dikare ji yekbûna du yan jî zêdetir gundan jî yek komîn were çêkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.