Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Konferans nameya aştî û hevgirtinê ye’

10/08/2025
in ROJEV
A A
‘Konferans nameya aştî û hevgirtinê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Pêkhateya Ereb, Suryan û civaka Êzdî diyar kirin ku Konferansa Pêkhateyan nameya aştî û hevgirtinê ye û gotin, “Em piştgirên diyalogê ne, pêwîste hevpeyvîneke civakî ku mafê hemû gel û pêkhateyên Sûriyê biparêze, were sazkirin.”

Konferansa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  di 8’ê Tebaxê de druşmeya “Bi hev re ji bo pirrengiryeke ku yekîtiya me xurt dike” li Navenda Çand û Hunerê ya li Taxa Xwêran ya bajarê Hesekê li dar ket.

Di konferansê de nêzî 500 siyasetmeda ji hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn, ji Kurd, Ereb, Suryanî, ermenî, Tirkman û Çerkez herwiha QSD, Tevgera Civaka Demokratîk, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û hwd… amade bûn.

Derbarê Konferansa Pêkhateyan, endamê Kordînasiyona Yekîtiya Êzdiyên Sûriyê li Cîhanê Ednan Kalo, Uyeid Eldeham ku yek ji rûspiyên eşîreya Şerabiyan e ,Metranê Ebreşiya Cezîr û Firatê yê Dêra Suryanî ya Ersezoks, Mar Morîs Emsîh  û hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersûm ji rojnameya me reaxivîn

‘Konferans şensekî mezin e ji bo civaka Êzdî’

Endamê Kordînasiyona Yekîtiya Êzdiyên Sûriyê li Cîhanê Ednan Kalo destnîşan kir ku Konferansa Pêkhateyan şensekî dîrokî ye ji bo Êzdiyan û wisa bi lêv kir: ” Di dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê de kombûnek û konferanseke wiha çênebûye, kirîza ku li Sûriyê jî çêbû ji bo pêkanîna şerê navxweyî di nav pêkhateyan de. Di dema heyî de jî hemû hewldan tên kirin ku şerekî di nav pêkhateyan de çêbikin, lê ev konferans bersiveke mezin bû ji bo alîgirên fitneyê. Aliyê şensdar ji sîstema Netweya Demkratîk û Rêveberiya Xweser û vê konferansê civaka Êzdî bû. Civaka Êzdî beriya şoreşê nikarîbû rengê xwe û dengê xwe, hem jî çand û cejinên xwe derxîne ji derdorê re. Lê bi saya şehîd û şoreşgerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi aramî û dilxweşî bi pêkhateyên din re dijîn. Weke civaka Êzdî em soza piştgitriyê ji bo Rêveberiya Xweser û QSD’ê di vî konferansê nû dikin.”

‘Em piştgirên diyalogê ne’

Uyeid Eldeham ku yek ji rûspiyên eşîreya Şerabiyan e, diyar kir ku pêkhateya Ereb rijandina xwînê naxwaze û piştgirên diyalogê ne û wiha domand: “Di vê konferansê de hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xurtkirina yekîtiya gelê Sûriyê li hev civiyan. Em jî weke pêkhateya Ereb ji eşreya Şerabiyan  Konferansa Yekîtiya Helwesta Pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di demeke wiha de gaveke dîrokî ye Armanca konferansê ew e ku hevgirtina pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bibe. Herwiha namekê eşkere bidin hemû aliyên Sûriyê  aliyên navneteyî û ku ev pêkhate yek helwest in û ew jî avakirina Sûriyeke pirreng nenavendî dixwazin.    hemû gelê Sûriyê tê de di erkên xwe de wekhev bin. Em tekez dikin ku diyalog riya çareseriyê ye, herwiha em destekê didin peymana 10 Adarê a di navbera QSD’ê û hikumeta veguhêz a Şamê. Em dixwazin ku bi riya diyalog û peymanan, mafê tu aliyan winda nebe û rê li pêşiya herikandina xwînê were girtin.”

‘Konferans nameya aştiyê ye’

Metranê Ebreşiya Cezîr û Firatê yê Dêra Suryanî ya Ersezoks, Mar Morîs Emsîh da zanîn ku Konferansa Pêkhateyan nameya Xwdê a aştiyê bû û wiha axivî: “Di serî de em bejina xwe ji bo şehîdan ditewînin, dilovaniya Xwedê li giyanê wan be, ev konferans ji bo hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hem jî tevahiya Sûriyê nameya Xwdê ya ku ji bo pêkanîna aştiyê ye. Em bi hêvî ne ku ev konferans bibe gava destpêkê ber bi xabata hevbeş û serkeftinê.”

‘Pêwîst e hevpeyvîneke civakî ji bo Sûryê bê sazkirin’

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersûm anî ziman ku gelên Sûriyê hewcedarî hevpeyvîneke civakî ne û got,”Konferansa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî roleke mezin e ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê. Bi navê hemû pêkhateya Suryan li tevahiya Sûriyê em tekez dikin ku ev konferans gaveke bi hêz e ji bo xwegihandina diyalogê û nerîneke hevbeş. Em dibînin ku çareseriya berdewam di riya destûreke demokratîk de ye, di nav de cihêrengiya netewî, çadî û olî ku Sûriyeke nenavendî ava dike û di nava xwe de beşdariya rasteqîn ji hemû pêkhateyan. Di vê çarçoveyê de em dibînin ku rghandina destûrî ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê ye di azadî û rûmeta mirovî de, pêwstî e hevpeyvîneke civakî ku mafê hemû pêkhateyên Sûriyê biparêze, were sazkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.