Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

15’ê Tebaxa 2025’an

10/08/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Diyare herkes meraq dike, ka gelo piştî vê qonaxa nû a Tevgera Azadiya Kurdistanê, wê Pêngava15’ê Tebaxê, çawa were pêşewazîkirin?

Hilbet di dîroka Tevgera Azadiyê de wate û rola Pêngava 15’ê Tebaxê gelek giring e û xwedî cewherekî bingehîn e.

Lewma divê him qonaxa ku ev pêngav hat avêtin û him ruh û naveroka wê baş were şîrovekirin, da ku di dema pêş de, bi layiqî were bîranîn û di xebata avakirina aştî û civaka demokratik de baş rola xwe bilîze.

Heke em bala xwe baş bidin siyaseta dewleta dagirker û rewşa xerab a Kurdistanê ya serdema wê wextê, em ê hewcedariya pêngavek wisa, zelaltir bibînin.

Dewleta dagirker a Tirk, bi siyaseta nenaskirina gelê Kurd tinê ranewestiya, belê li pey hev, bi kiryarên qirkirina nijadkujî her dewam kir.

Tevgera Azadiya ku Rêber Apo pêşengî jê re kir, ji vê siyaseta dijî mirovayê ya qirker re got “NA” û serî hilda.

Dewleta Tirk, li dijî vê Tevgera Azadiyê ku êdî fermî bi navê PKK’ê dest bi karê siyasî kiribû derbeya faşist a leşkeriya 12 Îlonê çêkir û bi taybetî zindana Amedê, weke navenda siyaseta xwe ya êrîşên tunekirinê û qirkirinê xebitand.

Pêşengên Tevgera Azadiyê, li dijî vê hovîtiya dewleta tirk, qehremaniya dîrokî dan meşandin û vî ruhê xweragir, weke wan jî got, “wan dîwarên zindanê qelişand û xwe gihand Rêber û endamên Tevgerê yên derve.

Li ser banga van şêrên zindanê, ji xwe dewleta tirk jî ti rêyên xebata fermî, sivîl û siyasî nehişti bû, êdî Tevgêrê Azadiyê, ji naçarî li pey perwerdê û hemû amadekariyên stratejiya şerê çekdarî, ji Rojhilata Navîn şervanên azadiyê derbasî welat kir û Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an avêtin!

Bi vê kurtedîrokê jî, diyare Tevgera Azadiyê, ji bo hebûna xwe bi stratejiya çekdarî bide pejirandin û him ji dagirkeran re û him bi raya giştî cîhanê bêje; “va ye em hene û hûn naçarin me nas bikin”!

Dibe ku ya herî giring û hêja jî, bi vê pêngavê re, gelê Kurdistanê ‘ji xewa mirinê ya li bin çiyayê Agiriyê rabû, zindî bû û niha bûye xwedî îradeya ku êdî karibe, ji koletiyê derbasî qonaxa jiyana azad bibe!

Ji xwe Rêber Apo jî di 27 Sibata 2025’an de, bi daxwuyaniya xwe ya bi navê “Banga Aştî û Cıvaka Demokratîk” ev rastiya raxist ber çavan.

Lê belê ev nayê wateya ku hema ew ê çek were danîn û herkesê dest bi xebata siyaseta demokratîk a bêçek bike.

Ne xêr, her çendîn rewşa Tevgera Azadiyê(ya bi pêşangiya PKK), gihiştiye vê asta serwextiyê, divê aliyên dijber jî werîn vê astê û gavên erênî bavêjin.

Pêngava 15’ê Tebaxê jî, wê di vê çarçovê de, her sal dîsa bi serbilîndî were pêşewazî kirin.

Pêngava 15’ê Tebaxê, stûnek stratejîk a dewletê şikand, serdemek nû a demokratîk afirand.

Her wiha, xebat û karê bi stratejiya nû a siyaseta demokratîk jî, ne bi stratejiya şer û çekdarî, belê bi stratejiya siyaseta demokratî, ne bi zihniyeta kapitalîst, belê bi zihniyeta Komînalî, wê li ser cewherê vê gava pîroz were birêvebirin û bêgûman wê her serkeftî be jî!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.