Qasim ENGÎN
Li herêmên din ên cîhanê jî gel û welatê ku hatin perçekirin henin. Lê em dikarin bi rehetî bêjin ku ti cih û herêm weke Kurdistanê ne hatiye dagirkirin û ne hatiye perçekirine. Heta bi gotina zanyaran, Kurdistan Mêtingeriyek Nav Dewletiye. Lê mêtingeheke ku wek mêtingehek li qada navdewletî ne hatiye dîtine ne jî wiha tê pejirandine. Mêtingeheke wihaye ku hêzên ku Kurdistan dagirkirine Kurdistan wek mêtingehek nabînin û berovajî Kurdistan û Kurdan jî tine dihesibînin. Wan êrîşên xwe ewqasî pêş de birin ku wek di Tirkiye de herkesî dît gelek caran zimanê Kurdan û niha jî di ser de navê Kurdistan qedexekirin e.
Bêguman rewşa heyî pir giran e, Kurdistan kirine çar parçe, ev jî bûye çarenûsa Kurdan.
Lê ya giran ne ev e. Ya giran ew e ku ev rewş di milê hinek kurdan de jî hatiye pêjirandin. Ango tiştên ku hêzên hegemon beriya sed salî li ser kurdan ferzkirine qabûl kirine.
Netew û endamê gelekî bûyîn çiye? Bersiva rast her halî de ew e ku; êşa ku ev netew û gel dijî di kûraniya dilê xwe de hîs bike û wek êşên xwe jî bijî. Bi gotinek din, netew bûyîn ew e ku, di ruh de yekbûyînek û hevbeşiyek were jîn. Dibe ku hêzên mêtinger welatê me, hêzên hegemon ji ber berjewendiyên xwe yên qirêj Kurdistan bi peymanên navnetewî perçe perçe kiribin, lê ya girîng ew e ku, gelê me û her ferdeke wê ruxmî ku welatê me perçekirine, di kûraniya dilê xwe de vê perçekirinê û mêtingeriyê ne pêjirîne û her tim di ruh de vê rewşê red bike.
Ger wiha bibe wê demê em dikarin bêjin ku gelê Kurd yek e, ne çare. Em dikarin wek pêşawayê Kurd Qazî Muhammed gotî bêjin; di Kurdistan de, yek zêde yek zêde yek zêde yek ne çare, yek e! Ger wiha nebe ne gengaz e ku hinek kesên ku êşa giştî kurdan najîn, -ruxmî ku Kurdî diaxivin- ji xwe re bêjin ku em Kurdin û Kurdistanî ne!
Îro her roj dewleta tirk gefan li Rojava dixwe. Yên ku di hestan de van gefan najîn û li dijî van gefan bertek raber nakin, ne gengaz e ku ji wan re bê gotin ku Kurd in.
Îro li Bakurê Kurdistanê dewleta tirk destdaniye ser hinek şaradariyên Kurdistanê û bi zorbatiyê şaradarên Kurd ji erk dûrxistine. Yên ku dijî van kirinê dewleta tirk , tirkperest û faşîst helwest raber nakin, ne gengaz e ku wek Kurd werin destgirtin.
Îro dewleta tirk her roj li ser axa Başûrê Welat êrîşên hawayî û bêjayî çê dike, Kurdê ku li dijî van êrîşên dewleta tirk helwest raber nake, ne gengaz e ku wek Kurdek werin destgirtin.
Îro li gelek cihên Kurdistanê dewleta tirk êrîşa dibe ser gerîlla. Yên ku van êrîşên hovane di kûrahiya dilê xwe de najîn, ne gengaz e ku ew kes –Kurdî jî biaxivin, cilê Kurdî jî li xwe bikin, xwarina Kurdî jî bixwin- wek kurdan werin dest girtin.
An jî li ku derê welatê me -dibe bila bibe -ger êşên wan êrîşan di ruh de Kurdek hîs nake, ew çendî Kurd e?
Beyî ku em dirêj bikin; -kî dibe bila bibe- ew kes û ew derdorên ku êrîşa li ser kurdan wek êrîşa li ser xwe nebîne, wiha negire, wiha hîs nake, wiha van êrîşa najî, nasnameya wî, navê wî her wiha payê wî çi dibe bila bibe, ne Kurd û ne Kurdparêz e.






