Amara Baran
Asta ku şerê me yê azadiyê îro gihîştiyê nîşaneya jiyana azad e ku her kes li dora wê kom bûye. Xeyala vî şerî, coş, kelecan, hêz, hişmendî û ruhê ku bi milyonan jinên azadîxwaz dighîne hev. Xwegihandina rastiya gelekî şerker, nîşaneya pêşengî û têkoşîna jina şoreşger e. Tişta di vir de girîng ew e ku ne tenê mîrateya dîrokê ji me re hiştiye, lê xwegihandina wê ferasetê ye ku ancax bi pêşengiya jinên azadîxwaz jiyaneke bi rûmet were avakirin. Jina ku ji bo azadiya xwe têdikoşe û li hemberê zîhniyeta desthilatdar û kujerê jiyanê serî netawand û got ku berdêl çi dibe bila bibe, lê em ê heta dawiyê li hemberî her cûre destdirêjî, qetilkirin û tundiyê xweparstinê esas bigrin û têbikoşin. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi şoreşa jin tê naskirin li tevahiya cîhanê bi silogana Jin Jiyan Azadî, jinan careke din ispat kir ku bi pêşengtiya jin hebûn û nasnameya civakê tê parastin.
Di şoreşa Rojava de jina Kurd ji destpêka şoreşê ve di hemû beşên jiyanê de rola pêşengtî girtiye. Jinên ku qet çek ranekiribûn ji bona parastina hebûn û nasnameya xwe çek rakir û di çeperan de singe, sing li hemberê çeteyên DAIŞ’ê û hêzên piştgiriya wê dikin cihê xwe girt û bi lehengî şer kir û mohra xwe li dîrokê xist.
Îro careke din di komkojiyên berava Sûriyê û yên ku li ser Durziyan li Siwêdayê hatî meşandin û komkujiyên ku li ser jinê pêk hatin, herwiha revandin û tecawiza li ser jinê hate kirin; careke din da xuyakirin ku heman hişmendî di serî de li ser jinê û civakê tevahî tê meşandin. Jinan dît ku ji bilî xweparastinê rêyeke din ya têkoşînê tuneye. Berxwedana jina Rojava ji bona jina Elewî, Durzî û jî tevahiya jinan re bû ilham û çavkaniya berxwedanê û riya têkoşîna azadiyê. Yek wan jinên ku bûne sembola jinên berxwedêr li Siwêdayê jina bi navê Fewziye El Şeranî ye ku heta dawiyê li hemberî zîhniyeta qirker liber xwe da. Berxwedana YPJ’ê ji bona tevahî jinên têkoşer bû riya xweparastinê û têkoşîna li hemberî hişmendiya zilamê serdest û qirkirina ku li ser jinê tê meşandin.
Komkujiyên ku di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li ser jinên Êzîdî li Şengalê pêkanîn, îro heman komkujî ji milê çeteyên HTŞ’ê ve li ser jinên Elewî û Durzî jî têne meşandin û gelek jin rastî tecawiz, Kuştin û destdirêjiyê hatin. Li Şengalê nêzê sê hezar jin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û firotin û heta niha jî aqûbeta gelek jinan nediyare. Îro jî hijmarek zêde jinên Durzî jî ji aliyê HTŞ’ê ve tên revandin û firotin, ev jî encamê hişmendiya zilamê serdest yê ku vîn û hebûna jinê napejirîne û her tim dixwaze wê di bin serweriya xwe de bigre. Jina serhildêr li pêşiya zilamê desthilatdar wek kelemekî radiweste.
Berxwedana her jinekî dibe mezinkirina têkoşînê, Rêber Apo ji bo xweparastinê wiha dibêje” xweparastin, ewlekariyiya civaka ehlaqî û polîtîke” ger em îro behsa têkoşîna xweparastina ewlekariyê li Bakur û Rohilatê Sûriyê dikin mijara herî girîng ya ku jin li hemberê wê têdikoşin; pergala desthilatdar a zilam e. Pirsgirêkên jinan li tevahiya Kurdistanê kêm zêde dişibin hev, li Bakur û Rojhilatê sûriyê jina Kurd, Ereb, Sûryan Êzîdî û hwd.. bi remanê xwe yê azad hişmendiya DAIŞ’ê têk birin.
Bi pêşengtiya jina Kurd jinên Rojava bi berxwedaniya xwe destanên dîrokî xêzkirin. Di 8’ê Kanûna 2024’an de dema ku çeteyên HTŞ’ê û Dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşkirin û careke din bi dagirkirina Rojava re xwestin ku xeyalên xwe yên osmanî pêk bînin. Lê bi berxwedaniya jinan têkçûn, yek ji wan mînakan ku cîhan jê re şahidî kir li bendava şehîdan ku mohra xwe li dîrokê xist, gelek jinên pêşeng bi hêz û vîna xwe pêşengtî ji felsefeya jiyana azad re kir û ji tevahiya jinan re bû îlham. Ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe jinan pêşengtî ji meşa azadiyê re kir. Jinên pêşeng yên ku canê xwe fedayê parastina axa xwe kirin, gotin ku “Ji bo parastina welat canê xwe fedakirin, ji bo me rûmet e” di heman deme de dayîkin ku gotin ” Em ji mirinê mezintirin jî hebûn. Jinên Rojava li ser bîrdoziya Rêber Apo xwe parastin esas girtin û di her qada jiyanê de îradeya xwe ya azad derxistin pêş, di serî de qada xwe ya parastinê ji serweriya mêr rizgar kirin û bûn xwediyê çalakiyên herî xurt ku derbeyên giran li pergala desthilatdariya zilam xistin û têkbirin.






