Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê jina Sûrî xwebirêxistin bike û bibe hêza veguhartina pêşeroja Sûriyê’

10/08/2025
in JIN
A A
‘Divê jina Sûrî xwebirêxistin bike û bibe hêza veguhartina pêşeroja Sûriyê’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Hevseroka Meclisa Gelan-Efrîn Mûşîre Mele Reşîd da zanîn ku ger îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jinên Sûriyê têkoşîn dikin, divê jina Sûrî li rastiya xwe vegere û xwe birêxistin bike da ku di pêşeroja Sûriyê de bibe hêza veguhartinê.

Li hember komkujî, siyaset û kiryarên ku li ser Siwêda û bi taybet li ser jin ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê ve tên kirin, ji aliyê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve hate şermezarkirin her wiha çalakî, komxebat, kampaniyayên raberkirina piştgirî û hevgirtina xwe dan nîşandan. Girêdayî hevgirtina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinên Elewî û Durzî re Hevseroka Meclisa Gelan-Efrîn Mûşîre Mele Reşîd bersiva pirsên rojnameya me dan.

Di Siwêdayê de rewşeke him şer û hin berxwedanî tê jiyan kirin, bi vê yekê re jî me dît ku piştgiriyek mezin ji aliyê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo destek dayîna jinên Elewî û Durzî çêbû. Gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Piştî rûxandina rêjîma Esed û hatina hikumeta veguhêz ser Serweriyê, gelek bûyer û geşedanên dîrokî û hovîtî hatin jiyankirin. Ji Şehbayê bigire ku gelê Efrînê komkujiya duyemîn jiyan kirin, komkujiyên li ser Beravê Sûriyê ku xwestin gelê Elewî qir bikin, her wiha em niha dibînin tiştê ku l Siwêdayê tên jiyankirin ew jî bi heman ferasetê tê kirin. Hêviya gelan a ku wê ev hukumeta nû wê bi xwe re guhartinên erênî bîne, nebûn.

Di van komkujî, siyaseta qirkirin, koçberî û kiryarên dijmirovî de, yên ku herî zêde bûne qurabî û temen dane, jin p dayîk in. Ew dayîkên Elewî ku li ber cavê wan zarokên wan dihatin kuştin û sûrgûnkirin, di heman demê de bûyerên ku niha di Siwêdayê de diqewimin berdewamiya wan kiryara ye. Divê em ji rêzê li van bûyer û nêzîkatiyên hovane nenêrin, piratîk û kiryarîn herî hovane yên bê exlaq û bê wîjdan ku dilê mirovan bi saxî ji wan derdixistin, hatin kirin.

Jinên Bakur û Rijhilatê Sûriyê, rêxistinbûyêna jin a ku bûyer bingeh ji destkeftî û şoreşa heyî re. Li ser vê bingehê em dibînin ku li hember komkujî, desavêtin, kiryarên li ser jin, siyaset û pilanên li ser jin tên pêkanîn, dibin hêza têkoşîn û serhildanê. Mînaka wê jî me di serhildata Îranê a Jin Jiyan Azadî de dît. Ev yek bûye rastiya jina azad li çar aliyên cîhanê. Ev cirûska ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin û bûye şoreşa jin a serdemê. Bi taybet di Sûriyê de bi taybet piştî van geşedanan jinên Durzî, Elewî, xisistiyanî û yên azadîxwaz, di rêxistin û sîstema jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xilasiya xwe dibînin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha hemû tevger û rêxistinên jin yên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe careke din ev yek tekezkirin ku ew ji bo tevahî jinên bindest û yên ku rastî kiryaran tên, têkoşîn dikin. Raberkirina piştgiryekekî moralî û pratîkî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîşaneya hevgirtin, aştî û demokratîkbûna Sûriyê ye.

Îro li Siwêdayê jin xwe birêxistin dikin û di nava şer de cihê xwe di parastinê de digirin, bi nêrîna we ev yek îlhama xwe ji şoreşa jin a Rojava girtiye?

Dema em dibêjin Şoreşa Jin a Rojava bûye çirûske hêvî û hêza hemû jinan, ev yek xwe di birêxistinkirina jinên Siwêdayê de tê îsbatkirin. Dema jinên Siwêdayê li hember komkujî û ew kesên hov serî radikin û xwebirêxistin dikin, ev yek cihê serbikindiya hemû jinên têkoşer e.

Jinên Siwêdayê ji destpêka Avakirina Xweseriya Demokratîk ve, em şahid bûn ku a herî zêde dengê xwe tevlî vê projeyê dikir û piştgirê dida, ew bû her wiha bang dikir ku ev sîstem gel wan jî bê avakirin. Em niha dibînin ku bi van komkujî û siyasetên qirkirinê re berxwedaniyek û têkoşînek bê hempa ji aliyê gelê Durzî ve tê meşandin. bi tayebt jinên Durzî li Siwêdayê xwe birêxistin dikin û hêza xwe a parastinê dane avakirin û mil bi mil li kêlek mêr û malbatê şerê xweparastinê dimeşînin. Îro Hêza Xweparastinê a Jin li Siwêdayê hatiye avakirin, bê guman ev îlhama xwe ji cihê ku şoreş bi pêşengtiya jinê lê pêşketiye, ji Rojavayê Kurdistanê digre ku bandora vê şoreşê û pêşengtiya jin li jinên Durzî kiriye. Îro jina Durzî bi vê sekna xwe helwesta xwe li hember komên çeteyan yên ji bilî fikarên DAIŞ, Cîhadî û destdirêjiyê di hişê wan de nîn, raber dikin. Bê guman daxwaz û hêviyên gelê Durzî û yên hemû pêkhateyên Sûiryê jî ne ku sîstemekî olperest û yek alî bê avakirine. Hêviyên hemûyan jî ew bû ku Sûriyê di nava aştî, aramî û pirrengiyê de jiyan bike bû.

Divê jinên Sûriyê bi tevahî di çarçoveyeke çawa de xwe birêxistin bikin da ku nebin qurbanê van hişmendî û nêzîkatiyên olperest, nijadperest û dijmirovî?

Di nava nearamî, pirsgirêk û kirîzên ku tên jiyan kirin de, ne gengeze ku mirov bê parastin bikaribe jiyan bike. Ez dîsa dixwazim bal bikşînim ser Rojavayê Kurdistanê ji ber hêza yekemîn a ku karî xwe di nava 14 salên tijî qirkirin, şerên navxweyî û talankirinê de xwe parast û bû nimûneya herî serkeftî, ew jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ger li vir stratejiya xweparastinê nebûya wê rewş ne ev bûya ûû wê komkujiyê herî mezin para gelê Kurd bûya. Ji ber mînakên weke DAIŞ, komên çete, dewleta Tirkiyê û bi sedan aliyên ku dixwatin vê yekê pêk bînin hebûn. Lê hemû jî têk çûn û serkeftin hate jiyankirin.

Di Kobanê de êrişa herî yekemîn li ji aliyê DAIŞ’ê ve hate kirin, ger jinê di wir de xwebirêxistin nekiriba, dibe ku denge ne ev bûya, her wiha Efrîna dorpêşkirî ku her roj dixwastin êriş bikin lê di wir de xweseriya xwe avakirin û rêxistinbûna jin di asta herî pêşeng de pêvajo birêve dibir. Û bi hezaran mînakên wisa hatin jiyankirin, lê di encama jinên xwebirêxistinkirî û giyanên ku canê xwe feda kirin em bûn xudiyê van destkeftiyan.

Çalakî û xebatên siyasî û dîplomasî yên ku ji aliyê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jinên Siwêda tên kirin, ev dibe piştgiriyeke ji bo pêşeroja jina sûrî. Li ser wê bingehê divê jinên Sûriyê bibin yek deng û rêxistina xwe xurt bikin, ger rêxistinbûyîn axwe xurt nekin, wê ev civak rastî komkujiyên mezintir were. Di destura Sûriyê de divê helwesta jina Sûrî diyar be, nabe bi vê rengê heyî bê qebûlkirin k utu mafê jin tê de nîne. Divê mafê pêkhate û baweriyan bê parastin, da ku jin jî di nav de xwebirêxistin bike. Ger em îro ji bo piştgiriya jinên Sûriyê têkoşîn dikin û helwesta xwe diyar dikin, divê jina Sûrî jî rastiya xwe bizanibe û heq û hiquqên xwe bidest bixe. Ev yek jî bi yekgirtina jinan û birêxistinkirina xwe li ser asta Sûriyê pêkan dibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.