Şoreş Bagok
Yek ji mijara herî zehmet ew e mirov behsa hevalên xwe yên şehîd bike. Di kêliyên wer de ku aliyekî mirov di nav êşeke bêterîf de ye, li aliyê din jî tebesumeke şêrîn xwe dide der. Tiştên we bi hev re jiyane mîna şerîdeke bêreng a fîlman di ber çavên mirov re bi lez derbas dibin. Ev demên wiha ne ku hevaltî û hezkirin zêde dibe. Tu wer hîs dikî ku bendên xerîb ên di hundirê te de hildiweşin.
Tu xwe bi xwe re dibêjî ku “Ez çiqasî bextewar im ku min heval û hevrêyeke wer dît û nas kir.” Bêgumanher mirovên di xisûsa azadiya gel û xaka xwe de xwe berpirsiyar dibîne, divê zanibe ku hewce ye mirov wan hevrêyên xwe nede jibîrkirin, kesayet, jiyan û têkoşîna wan bigihîne her kesî.
Hevrê Denîz Firat rojnamevan û şoreşgera heqîqetê ya dilsozê Rêber Apo û gelê xwe bû. Denîz di şerê li hember çeteyên DAÎŞ’ê de bû dengê xelkê Mexmûrê û gerîlayên azadiyê. Denîza wêrek mîna wateya navê xwe mîna deryayeke şîn bêsînor bû. Jixwe digot, “Ez herî zêde ji rengê şîn hez dikim.” Dizanî rengê şîn azadî ye.
Yên zimanê demê analîz dikin, sirên hezkirin û êşan jî analîz dikin. Ên dizanin bi demê re biaxifin, ên digihêjin demê dikarin hezkirinên xwe mayînde bikin. Hevrê Denîz jî yek ji wan kesan bû ruhê demê fêm kiribû. Lewma ji heval û hevrêyên xwe re gotibû, “Hûn biçin, ez ê bi kameraya xwe şer bikim.”
Denîz dost, heval û hevrêyeke herî pîroz bû ya xwe di fikir û felsefeya Rêbertî de pêş xistibû. Dilnizm û di heman demê de evîndara hevrêtiya herî esîl a Apoyî bû. Timî di nav liv û tevgerê de bû. Ken ku ji ser rûyê wê kêm nedibû, hêza moral û coşê bû. Lewma her navenda kişandinê ya heval û hogirên xwe bû. Enerjiyeke pozîtîf a tevahî neyînî ji holê radikirin,
Denîz Firat şopdara Gurbetelliyan wê timî bibe çira herî ronak a rohniya rêya rêwiyên heqîqetê. Pênûs, lênûs û kameraya wê îro di destê bi sedan Denîzan de ne. Ew Denîz in ku li kolan û qadên tevahiya welêt ji bo rastiyan vebêjin û nîşan bidin di nav liv û tevgerê de ne.






