Birûc Resûl/Qamişlo
Endama Komîteya Amadekar û nerxandinê a 5’emîn Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê Botan Hoşê diyar kir armanca pêşbirkê teşwîqkirina zarokan li ser xwendina pirtûkan û avakirina zemêneke wêjeyî ji wan re ye. Herwiha Botan Hoşê da zanîn ku qonaxa 3‘emên a pêşbirkê wê di 13`ê Tebaxê de bi dawî bibe.
5`emîn pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê ya ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê lidarxistin, di 20 Tîrmehê de din bin dirûşmeya ‘Şitlên Îro, Darên Sibê Ne’ destpêkir. Pêşbirk bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî tê li dar xistin. Di pêşbirkê de 100 zarok beşdar bûne, ji wan 65 beşdar bi zimanê Kurdî, 32 bi zimanê Erebî û 3 bi zimanê Suryanî ne. bê guman Pêşbirk li ser asta Kantona Cizîrê tê li darxistin û li ser du beşan dabeş dibe. Beşa yekem: Zarokên ku temenê wan ji 10 heya 14 salan e. Beşa duyem: Zarokên ku temenê wan ji 15 heya 18 salan e. Herwiha pêşbirk li ser 3 qonaxa tê birêve birin. Her wiha pişbirk wê di 13 Tebaxê qonaxa xwe ya 3`emîn bi dawî bike. Di vê çarçoveyê de endama Komîteya Amadekar û nerxandinê a 5’emîn Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê Botan Hoşê ji Rojnameya me re axivî.

Botan Hoşê di destpêka axaftina xwe de balkişand ser 5 emîn Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê û asta tevlîbûna zarokan di vê salê de û wiha got: “Niha li Kantona Cizîrê Pêşbirka nivîskarên pêşerojê tê li dar xistin, bêguman di vê salê de tevlîbûna zarokan di vê pêşbirkê de pir baş bû, di heman demê de em dikarin bêjin ku ji salê borî baştr bi gelekî baştir bû. Bi taybetî li bajarê Dêrik, Girkê Legê û hwd… Bi giştî nêzî 100 zarok tevlî pêşbirkê bûne. Hijmara nivîskarên zimanê Kurd 65 zarokin, di heman demê de 32 bi zimanê Erebî û 3 bi zimanê Suryanî ne, dema me got pêşbirka îsal ji salên borî baştre, ji ber ku hijmarên nivîskaên pêşerojê yên bi zimanê kurdî zêdetir e, ya herî xweş di vê salê de ku wê çîrok bi zimanê Siryanî jî werin nivîsandin. Ji xwe her sal zarokên cûdatir tevlî pêşbirkê dibin, ji ber gelek zarokên ku çend salên berê tevlî pêşbirkê dibûn, niha ji ber temanê wan gihişt zêdetirî 18’an, nabe ku careka din tevlî bibin. Rastî kêfxweşiya me ji van pêşbirkan pir mezine û em her sal zarokên Herêma xwe yên zîrk dibînin û heya ji me tê em dixwazin piştgirî bidin wan.”
Pêşbirk di 3 qonaxa re derbas dibe
Botan Hoşê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Berî ku pêşbirk dest pê bike bi du mehan em logoya pêşbirkê radigihînin, da ku zarok xwe qeyd bikin û xwe ji bo pêşbirkê hazir bikin. Piştî wê jî qonaxa yekemîn dest pê dike û di vê qonaxê de em pirtûkan li zarokan belav dikin da ku bixwînin û him çanda xwendinê li cem wan pêş bikeve. Di qonaxa yekemîn dema em van pirtûkan li zarokan belav dikin piştî demekê em careke din wan kom dikin û pirsên girêdayê pirtûkên ku xwedine em dikin. Li gor şopandina me jî zarokên ku van pirtûkan dixwînin pir bi baldarî û hezkirin dixwînin. Di heman demê de qonaxa me ya dûyemîn jî wê ew pirtûka ku xwendine bi kurtasî binivisîne û şîrove bike. Her wiha pile li ser vê qonaxê hene, her zarokek astam wê û pileya wê çiqase em nîşan dikin. Em bi hemû hêz û hezkirina xwe dixwazin hêviyê bidin van zarokan û alîkariyê bi wan re bikin. Bê guman di 13 miha Tebaxê de wê qonaxa pişbirkê ya sêyem li Xwaringiha Beylesan a bajarê Qamişlo were li dar xistin. Di vê rojê de hemû zarok tên gel hev û ji seatên sibehê de em wan dicivînin da ku bi rehetî çîroka xwe binvîsin di hema demê de ji bo wan zarokan ew roj wê bibe rojek xweş û bîranînek. Di dawiyê de encama wê derdikeve ku kê bi ser ketiye. Lê ema di vê pişbirkê de zarok bi giştî tên xelatkirin û qortasî ku pêdiviyên dibistanêne li tevahî zarokan tên diyarîkirin, hem jî spasname li wan tê belavkirin. Piştî wê em wan çîrokên zarokên ku bi ser ketin kom dikin û wan dîzayîn dikin di berhemekê de, piştî wê em şahiya îmzekirinê ji wan re çêdikin û 3 kes bi ser dikevin.”
‘Pêwîst e xeyalê zarokan berfereh bibe’
Botan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji xwe çîroka ku di qonaxa sêyem de were nivîsandin, wê zarok bi xwe çîrokê biafirîne. Piştî wê jî komîteya şopandinê li çîrokên wan zarokan mêze dikie û wan dinirxîne. Li gor nirxandinan jî sê ast tên diyar kirin. Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê armanc dike ku zarokan teşwîqî xwendina pirtûkan bike, wan bi nivîskarên herêmî û cîhanê bidin naskirin, zemînekê ji wan re ava bike, da ku di paşerojê de bibin nivîskar. Di heman demê de ku zarok di demên betlana havînê de, demên xwe bi tiştên sûd dagirin û ji aliyê wêjeyî û çîrokên ku xeyala zarokan berfireh dike û asta wan bilind dike, li ser vê bingehê Desteya Çandê Ya Kantona Cizîrê pêşbirka nivîskarên paşerojê ya zarokan li dar dixe.”






