Hêvî Keleş/ Qamişlo
Ji bo nîqaşkirina rola komînan di nava civakê de û zehmetiyên ku derdikevin pêşberî xebatên wê, Meclisa Taxa Entariyê li Hola Efrînê ya li Qamişlo civînek bi komînên girêdayî xwe re li dar xist. Di civînê de tekezî li ser rola girîng a komînan hat kirin.
Bi amadebûna nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, endamên Meclisa Enteriyê û endamên 11 komînên girêdayî wê, Meclisê civîneke berfireh li dar xist. Di destpêka civînê de deqeyek bêdengiyê ji bo giyanên şehîdan hat rawestandin.
Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a bajarê Qamîşlo Hesen Şero gotarek pêşkêş kir û tê de tekezî li ser girîngiya komînan wekî bingeha rêxistinkirina Rêveberiya Xweser hat kirin. Herwiha Şero li ser guhertinên siyasî yên li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasê hin nirxandin kirin.
Şero di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku projeya Rêber Abdullah Ocalan armanc dike ku aştiyê bîne Rojhilata Navîn û bang li mirovan kir ku di vê qonaxa hestyar de bibin yek.
Di civînê de, rapora Meclisa Enteriyê hate pêşkêşkirin, ku tê de behsa avakirina 11 komînan li erdnîgariya Enteriyê û avakirina dibistanek ji bo hînkirina zimanê Kurdî hate kirin. Di heman demê de girîngiya beşdarbûna komînan di avakirina saziyên Rêveberiya Xweser de, piştgiriya hêzên leşkerî di parastina herêm û Bendava Tişrînê de û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk hatin nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de, beşdaran li ser zehmetî û astengiyên herî girîng ên ku li pêşiya karê komîn û meclisan derdikevin nîqaş kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dê heft civînên Meclisan Qamişlo werin lidarxistin û dê bi konferanseke meclisa Navçeya Qamîşlo bi dawî bibe.






