Lîloz Hisên/Qamişlo
Jinên ku di Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan beşdar bibûn tekezî li ser avakirina Sûriyeke demokratîk pirrengî û nenavendî ku tê de hemû pêkhate cihê xwe bigrin bêyî dûrxistin û paşguhkirina rola jinê, kirin.
Di 8’ê Tebaxê de li bajarê Hesekê konferansa Yekhelwesta pêkhateyan bi beşdarbûna nêzî 500 kesayetan hate lidarxistin. Jinan bi awayekî balkêş cihê xwe di vê konferansê de girtin û helwesta xwe bi zelalî diyar kirin. Herwiha konferans bi encamnameyekê ku banga avakirina Sûriyeke demokratîk nenavendî bi qebûlkirina hemû nasnameyan bi dawî bû.
Derbarê lidarxistina konferansê, jinên ji pêkhateyên cuda ji Rojnameya me re axivîn.
‘Bi hevgirtina gelan em ê pêşerojeke geş ji bo Sûriyê ava bikin’

Pêkhateya Ereb Xilûd El-Îsa destnîşan kir ku ev konferans mesaca yekîtî û hevgirtina pêkhateyên herêmê bi zelalî dide nîşan û wiha anî ziman: “Di rêya vê konferansê de em ji dewletên cîhanî, herêmî û hikumeta demkî ya Sûriyê re yekbûna pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan didin. Bi salan e gelê vê herêmê êş ji çeteyên DAIŞ’ê kişand ku kiryarên hovane derheqê tevahiya pêkhateyan pêk anîn, lê bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk ev çete hatin têkbirin û li hemberî vê yekê berdelên giranbuha ji keç û xortên ji hemû pêkhateyan hate dayîn heya ku em gihaştin vê astê. Herwiha di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de me pêvajoya rizgarkirinê pêk anî.”
Xilûd Îsa diyar kir ku ev konferans bangeke ji bo yekbûna hemû pêkhateyan li Sûriyê di nav de bawerî, ol, mezheb û wiha berdewam kir: “Ev konferans dewlemendiyeke çandî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide, ji bo avakirina Sûriyeke nû em banga Sûriyeke pirrengî û nenavendî dikin ku tê de edalet û wekhevî pêk were, ya herî girîng jî parastina mafên jin e.”
Xilûd El-Îsa bal kişand li ser xîtaba nefertê ku hewil dide îradeya gelê herêmê bişkîne ji hêla hin kesên bê wijdan ve û wiha bi dawî kir: “Îro derfetek mezin li pêşiya me heye ku pêşerojeke geş ji Sûriya nû ava bikin. Bi hevgirtina gelan em ê li hemberî kesayet û dewletên ku dixwazin Sûriya parçe bikin di rêya avakirina fitneyan de, bisekinin.”
‘14 sal ji şer û şoreşa gelan’

Pêkhateya Ermen Arêf Qesabiyan jî da zanîn ku pirrengiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavkaniya hêzê ye û wiha berdewam kir: “Hevgirtina pêkhateyan di nava konferansa Yekhelwesta pêkhateyan de xwe nîşan da ku tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriya bi awayekî demokratîk û azad di hevgirtina pêkhateyên civaka Sûriyê de ye. Wê ev model bibe mînak ji tevahî cîhanê re, ji xwe ne bi hêsanî ev yek pêk hat lê bi berxwedaniya 14 salan ji şer û şoreşa gelan e. Em dixwazin Sûriyê di bin projeya Netewa Demokratîk de bê avakirin ku her kes rola xwe di pêvajoya avakirinê de bilîze.”
‘Em ê li hemberî siyaseta înkarê rawestin’

Hediya Şemo ku ji ola Êzîdî ye diyar kir ku di konferansê de bi yek dengî daxwaza Sûriyeke pirrengî û nenavendî kirin û wiha anî ziman: “Ji bo em li hemberî siyasetên neqebûlkirin, înkar û dûrxistinê bisekinin, pêwîstiya me bi yekîtî û hevgirtinê heye. Kiryarên hikumeta veguhêz li berava Sûriyê û Siwêdayê cihê fikarê ye, bi van binpêkirinan baweriya gel bi vê hikumetê hatiye şikenandin ku ew heman hişmendiya rêjîma berê dimeşîne.
Di vê konferansê de hemû nasname li hev civiyan û hev du hembêz kirine, tişta herî giringe başdarbûna jinê ye, hikumeta ku bêyî beşdarbûna jinê bê avakirin kêm dimîne, lê di nava modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ku xwe dispêre sîstema hevserokatiya hevbeş ya jin û mêr, mafê jinan hate parastin, lê hîn jî têkoşîneke mezin tê xwestin.”






