Esma Mistefa/Qamişlo
Bikaranîna jin û ciwanan ji madeyên hişbir re bûye terzê sermayeyê û bêyî ku ciwan bikevin ferqa vê siyasetê, jêre dibin amûr; valederxistina vî şerê taybet û derûnî jî, encax bi riya perwerde, têgihiştin û xweparastinê pêk were.
Bandora bikaranîna Madeyên Hişbir di civakê de
Pirsgirêka madeyên hişbir pirsgirêkek girîng e ku li seranserî cîhanê girîngiyek zêde bi dest dixe, ji ber bandora wê ya kûr li ser civakan û tenduristiya kesan. Madeyên hişbir gelek bandorên neyînî çêdikin, bandorê li tenduristiya laşî û derûnî dikin û dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên kronîk ên wekî depresyon, fikar (Qeleq) û nexweşiyên dil. Bikaranîna madeyên hişber bi zêdebûna metirsiya nexweşiyên vegirtî yên wekî HIV û hepatît, bi taybet di nav ciwanan de.
Herwiha, bikaranîna madeyên hişber dibe sedema hilweşîna malbatan û rêjeyên sûc zêde dike, ji ber ku tiryak carinan ji bo fînansekirina adetên xwe li pereyan digerin û ev yek dibe sedema zêdebûna dizî û sûcên din. Ev diyarde di heman demê de dibe sedema têkbirina têkiliyên civakî û zêdebûna zextên aborî li ser kesan û malbatan.
Lêkolîn nîşan didin ku lêçûnên (Tekelîf) aborî yên bikaranîna madeyên hişber barê tenduristiyê, zêdebûna lêçûnên li ser bernameyên lênerînên civakî û kêmbûna hilberînê vedihewîne. Çareserkirina van pirsgirêkan bersiveke berfireh ji hemû aliyên peywendîdar di nav de hikûmet, rêxistinên civaka sivîl û sektora taybet, hewce dike.
Ev lêkolîn bandorên civakî û aborî yên îstismara madeyên hişbir vedikole û analîzek berfireh li ser bingeha lêkolîn û xwendinên heyî pêşkêş dike. Her wiha pêşniyarên pratîkî ji bo baştirkirina stratejiyên pêşîlêgirtin û dermankirinê di nav de xurtkirina hevkariya di navbera saziyên cûrbecûr de û pêşxistina bernameyên perwerdehî û hişyariyê yên bi bandor, dihewîne.
Tê zanîn ku madeyên hişbir wekî madeyên xwezayî an sentetîk têne pênasekirin ku kîmyaya mejî diguherînin. Ew bi bandorên cûrbecûr bandorê li tenduristiya laşî û psîkolojîk dike, di nav de hestên çalakiyê, an jî bêhalî û rihetbûnê. Bikaranîna berdewam a van madeyan dibe sedema kontrola tevahî ya li ser pergala demarî (Cîhaz el Esabî) ya kes. Ew dibe sedem ku laş fêrî wê bibe ku wekî tiryakbûn tê zanîn, her wiha dibe sedema tevliheviyên tenduristiyê yên cidî û reftarên xirab ji bo kes û civakê.
Bi giştî bandora bikaranîna Madeyên Hişbir li ser ciwanan?
Ji aliyê civakê ve: Dema ku ciwan dest bi bikaranîna madeyên hişbir dikin, yekem tişt çembera civakî ya derdora xwe diguherîne. Ew berê xwe dide kesên ku vê yekê bikartînin her wiha ew xwe ji hevalên xwe dûr dixe û ber bi tenêtî û îzolasyonê ve diçe. Kes bi malbata xwe re jî diguhere.
Ji aliyê derûnî ve: Ciwanek bi xwezayî guherînên derûnî dijî, lê hebûna madeyên hişber di rûtîna wî ya rojane de kontrolkirina wê dijwartir dike. Ev yek dibe sedema paşguhkirina xwe him di aliyê derûnî de him jî fîzîkî û her wiha teslîmbûna ji rewşên dijwar re û çareserkirina wan bi meyla ji madeyên hişbir re.
Ji aliyê darayî ve: Bi giştî madeyên pir buha ne, lê ji bo care yekemîn kes bixin xefkê û di bikaranîna wan de asê bikin, bê buha didin. Lê bi berdewamiyê re mirov hewcedike ku tiryakê zêde bike, ev jî divê pereyên zêde bide. Bi vê yekê de bazirganên narkotîkê ango madeyên hişbir dihêle ku ciwanan ji hêla darayî ve îstismar bikin.
Ji hêla rewşenbîrî ve: Ciwanî qonaxek ji avakirina rewşenbîrî û kesayetî ye ku tê de pêkhatin û kûrbûna kesayetiyê di hundurê mirov de hîn bi cih nebûye û van madeyan bikar bîne ne tenê dibe sedema hilweşandin û têkçûna şaneyên mejî û derengxistina fêrbûnê, lê di heman demê de wan ber bi ramana neyînî û ji rê derketinê ve dibe.
Ji aliyê Exlaqî ve: Dema bikaranîna madeyên hişbir, aliyê mentiqî û aqilane yê mirov bi tevahî tune ye û haydariya wî ya ji tiştên li dora wî kêm dibe. Her wiha, mirov di bin bandora van madeyan de fêm nake ka çi rast e û çi şaş e.
Ji aliyê qanûnî ve: Bikarhênerên madeyên hişber ên di bin temenê 15 salî de divê li navendên tenduristiyê werin ragirtin ku li wir lênêrîna giran û çavdêriya tevgerî û piştgiriya dermankirina tiryakê werdigirin. Bi heman awayî, ciwanên di navbera 15-18 salî de li navendên ragirtina ciwanan têne ragirtin, ku ev bandorê li tomarên wan ên sivîl dike û wan ji gelek derfetên pêşerojê bêpar dihêle.
Ev hemû ji bilî bandorên wê yên tenduristî yên ku me anîna ziman.
Bandora Madeyên Hişbir li ser jinan
Dema ku em behsa tiryakbûna jinan dikin, divê civak pêşî zanibe ku ew nexweşiyeke ku sedemên wê mîna her nexweşiyeke din in, ne ku bêexlaqiyeke an nêzîkatiyên nebaş ên keç an jinekê ye. Jin jî weke her kesî dikeve bin zextên pîskolojîk û civakî û berê xwe dide madeyên hişbir. Divê jin bi bûyerên civakî û kesayetî yên ku berê wê didin bikaranîna van madeyan bandor nebe û nekeve xefka van diyardeyan. Ji ber vê yekê, dermankirina tiryakê jinan tiştekî xwezayî ye, ji ber ku mîna dermankirina her nexweşiyekê, divê dê û bav ji ber vê yekê şerm nekin.
Bandora bikaranîna madeyên hişbir li ser tenduristiya laşî ya jinan
Lawazkirina sîstema parastinê, Pirsgirêkên dil û damaran- Vereşîn û nexweşiyên made- Zêdebûna barê li ser kezebê- Zirara mejî û demaran- Nexweşiya kezeba nefesê- Guhertinên avahîsaziyê di laş de- Meyla nexweşiyên bi xwînê ve girêdayî.
Gelo jin ji mêran bêtir ji Madeyên Hişber bandor dibin?
Tê zanîn ku bandorên tiryakê li ser jinan ji mêran girantir e. Konseya Navneteweyî ya Kontrolkirina Madeyên Hişbir (INCB) nîşan daye ku gava jinek dest bi wergirtina madeyên hişbir an jî madeyên ku dikarin bibin sedema tiryakê dike, îhtîmala ku ew bi awayekî eşkere tiryakê bibe û zêdebûna pikaranîna madeyê bilêztir bike ji mêran mezintir e.
Her çend avahiya anatomîk (Teşrîhiyê) a organên navxweyî yên laşê mêr û jinan dişibin hev jî, Lê belê, laşê jinê dibe ku ji madeyên hişber bêtir hesas be û nîşanên tiryakê dikarin zelaltir xuya bibin. Her wiha, sîstema hormonal a di laşê jinê de tevlîhevtir û guherbartir e, ev jî dibe sedem ku bikaranîna madeyên hişber bi awayekî wêranker mudaxeleyî karê hormonal bike.
26’ê Pûşbera 2024’an de raporek ji aliyê Neteweyên Yekbûyê ve hate belavkirin û naveroka raporê jî wehabû
Raporek ji aliyê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Tiryak û Sûc ve hat weşandin eşkere kir ku li cîhanê nêzîkî 300 milyon kes tiryakê bi kar tînin û rêjeya bazirganiya wan jî zêde dibe.
Li hember van siyasetan têgihiştina jin û ciwanan
Tesbîtên me di jor de li ser bikaranîna madeyên hişbir û bandora wê li ser tenduristiya mirov, him di aliyê piskeolojîk, exlaqî, civakî û fîzîkî ve, tenê li ser katagoriyekî taybet ji civakê nayê pêkanîn û pêşxistin, hema bêje tevahî civak ketiya xefka van madeyan û bi kar tînin.
Bi taybet em ê balê bikşînin li ser ciwanan û jinên ciwan, ji ber herî zêde ku di civakê de pê bandor dibin û bikartînin ciwan in. Ev yek bi gelemperî di tevahî cîhanê de hatiye pêşxistin. Gelo ev yek bi çi siyasetê tê kirin û belavkirin, divê em di ferqa vê yekê de bin. Ger îro hêzên hegomonîk û modernîteya kapîtal ji bo xwe cîhanê li ser tiliyên xwe tevdigerîne û kontrol dike, wê demê belavbûna diyardeyên bi vî awayî di nava civakê de ne tiştekî ji rêzê ye.
Hêzên sermayedar, hêza ciwanan hedefdigre, em ê nebêjin ku tirsa wan ji vê katagoriyê nîne, ji ber di cîhanê de hêza herî herikbar û di xolek û saniyê de dikare xwe biguhere, tiştekî pêşbixe, analîzek û diyalektîkek di serê wî/wê de pêşbikeve, ew jî ciwan in. Ger hêza ciwanan bikeve nava lêkolîn, analîz û fikrandina ku ka li derdor çi tê qewmandin, wê demê ev ê bibe trajediya herî mezin ji sermayeyê re. Ketina ferqa li derdor di aliyê siyaset, pergal, civakî, ekonomî, şer û pevçûnên tên rûdan û hwd. Wê rê nede ku pergala heyî bigihîne vê astê. Weke ku tu rastiya wan raxîna ber çavan û fikirekî demokratîk derxîne holê û pê li hember kapîtalîzmê şer bikî. Çawa ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di serdema 21’emîn de derxistiye holê.
Belavkirina madeyên hişbir jî bûye hêsantirîn rêbazên hedefgirtina hêza herikbar a jinên ciwan û ciwanan. Çawa ku ji xwe re hêza ciwantiyê metirsî dibînin û di heman demê de jinên ciwan jî wiha digrin dest. Li ser jin hê siyasetên xirabtir didin meşandin. Li hember van rêbazan divê yekemîn tişta ku bê kirin, jinên ciwan û ciwan bikevin ferqa siyaseta pergala serwer û bikaranîna wan ji hêza ciwantiyê re. Helbet pêkanîna vê bi awayekî ji rêzê ne gengaze. Di destpêkê de divê em xwe nas bikin, perwerde bikin, asoyên xwe yên derveyî pîvanên ku pergalê ji me re danîne avabikin û bilindbikin. Di vê derbarê de yekane kesê ku ev diyardeyên civakî, siyaseta heyî, rêbazê xwegihandina van rastiyan û çareserkirina wê Rêber Apo di bîrdoziya xwe de bi berfirehî aniye ziman.






