Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Reqayê perwedeyên zimanê kurdî têne dayîn

09/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Li Reqayê perwedeyên zimanê kurdî têne dayîn
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî li Reqayê Evîn Mistefa Elî diyar kir ku armanca wan ji vekirina perwerdeya zimanê Kurdî  parastina çanda Kurdî ye û bihêzkirina tevna Civakî ya gelên herêmê ye.

Desteya Fêrkirin û Perwerdê di 15’ê Gulana bûrî de roja zimanê kurdî, saziya zimanê kurdî li kantona Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir û piştî mehekê dest bi dayîna perwerdeyê kir.

Perwerdeya zimanê kurdî li gorî 3 astan tê dayîn herwiha seatên perwedeyê li gorî valabûna xwendevanan tê dayîn.

Kesên ku karin tevlî perwerdeyê bibin ji temenê 16 heta 55 salan e. Rêjeya jinê do nava perwerdeyê ji sedî 75.

Derbarê vê mijarê de hevseroka saziya Zimanê Kurdî Evîn Mistefa Elî ji rojnameya me re diyar kir ku hejmara beşdaran heya niha gihaştiye 35’an û wiha got: “Derî vekiriye ji her kesên ku dixwaze fêrî zimanê kurdî bibe ji hemû pêkhateyên ku di herêmê de jiyan dikin.”

Armanca vekirina saziyê

Evîn Mistefa Elî destnîşan kir ku armanca wan ji vekirina vê derfetê ku parastina çand û zimanê kurdî bê kirin di çarçoveya Felsefeya Netewa Demokratîk û wiha dewam kir: “Di heman demê lêkolînkirina di warê ziman, hemû mijarên girêdayî wê û xebat bê kirin ji bo sazkirina ziman û zarvayên kurdî di çarçoveya zimannasî ya yekgirtî û giştî de.”

Perwerde ji bo hemû pêkhateyan e

Evîn Mistefa Elî tekezkir ku ji bo parastina tevna niştimanî û hevgirtina civakî hemû pêkhateyên herêmê dikarin beşdar bibin û wiha anî ziman: “Tişta bala me dikşîne mozayîka di perwerdeyê de ye ku ji kurd, ereb û ermen tevlî dibin ku wêneyek xweşk û jiyana hevbeş dide nîşandan.”

Evîn Mustefa Elî zelal kir ku ew hewildidin ku gundan û xetên kantona Reqayê jî mîna van perwerdeyan bidin ji bo hêsankirina bare çûn û hatinê li ser xwendevanên ku bixwazin xwe tomar bikin herwiha kesên ku bixwazin zimanê kurdî fêr bibin taşwîq bikin.

 Li ser makenîzmeya perwerdeyê

Di dawî de Evîn Mistefa Elî behsa mekenîzmeya meşandina perwerdeyê kir û wiha anî ziman: “Asta yekemîn bingeha xwendevanan di ziman de ava dike, tê de tîp û tiştên sereke di ziman de tê dayîn, asta duyemîn rêziman û rastnivîs têne şîrovekirin, di asta sêyem de xwendevan bi awayekî baş fêrî ziman dibe. Perwerde bi sîstema nirxandin devokî û nivîskî tê bidawî kirin herwiha spasname tê dayîn li gorî pilana ezmûnê.”

Hêjayî gotinê ku du dewreyên perwerdeya zimanê kurdî hatine vekirin seat 10’ê sibehê û 3’ê piştî nîvor ye. Tomarkirin hîn erdewam e û li gorî valahiya welatiyan seat tên diyarkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.