Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji ber tevgera şaneyên DAIŞ`ê xeteriya li Kampa holê zêdetir dibe’

09/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Ji ber tevgera şaneyên DAIŞ`ê xeteriya li Kampa holê zêdetir dibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan diyar kir ku êrişên malbatên DAIŞ`ê li ser ekîpên ku alîkariyê pêşkêş dikin, nayên rawestandin. Herwiha Cîhan da zanîn ku di dema dawî de li kampê sê navendên rêxistinên mirovî ji aliyê şaneyê DAIŞ’ê ve hatine şewitandin û roj bi roj xeterî zêdetir dibe.  

Piştî ketina rejîma Eseed rewşa Sûrî bi tevayî hat guhertin, bi taybetî liv û tevgera şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê, lewra çeteyan çolistanên ku rejîmê vala hişt, ji bo birêxistinkirina xwe weke derfet dîtin. Ev yek jî hêz da malbatên DAIŞ`ê yên ku li kampa Holê dimînin da şêneyên veşeratî dest bi têkbirina ewlehiyê kampê bikin. Li dijî vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi operasyonan kir. Herwiha ji bo têkbirina pilanên çeteyan yên dervî kampê jî, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bi alîkariya hêzên kowalisyona navneteweyî dest bi oparasyonan kirin.

Li ser vê mijarê Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan ji rojnameya me re axivî.

‘3 navendên ku alîkarî pêşkêş dikir hatin şewitandin’

Cîhan anî ziman ku ji ber êrişên malbatyên DAIŞ`ê rewşa mirovî û ewlekariyê ya kampê di xeteriyê de ye û wiha got; “Bê guman her kes li ser rewşa kampa Holê agahdare û xeteriya wê jî baş dizanin. Di dema dawî de şaneyên veşartî li kampê gelek sûc kirin. Herî dawî beriya çand rojan Hêzên Ewlekeriyê çend şaneyên veşartî girtin ku bixwe welatiyên ji Iraqê bûn. Li kampê êrişên jin û zarokan yên dijî endamên ku li kampê di mînin hem jî êrişên wan yê dijwar li dijî rêxistinên mirovî, nayên rawestandin. Herî dawî malbatên DAIŞ`ê 3navendên rêxistinên mirovî şewitandin, tevî ku van rêxistinan ji bo malbatan pêdiviyên jiyanê pêşkêş dikirin. Herwiha jinên di wê beşê de dimînin rastî îşkenceyê tên, beriya demekê koma ku navê Hisbê li xwe dike, bi alavekî tûj li serê jinekê xist. Ji ber van bûyeran û êrişên wan yên bi keviran û tevgerên wan yên ne normal, xebatên rêxistinan neçar dimînin ku karê xwe rawestînin.”

‘Hejmarek ji malbatan vegeriyan Îraq û Sûriyê’

Cîhan Henan li ser vegerandina hin malbatên DAIŞ`ê ji bo welatên wan ev agahî da. Cîhan wiha got; “Ji bo vegerandina hin malbatên ku ji aliyê welatên xwe ve tên xwestin, em dixebitin. Yek jê Îraq e ku ew bêtir malbatên DAIŞ`ê yên welatiyên wê pêşwazî dike. Herwiha hejmareke ji welatên ku ji Sûriyê bi xwe jî ji bo bajarên wan têne şandin. Di van her du heyvên dawî de bêtirî du geşteyên vegerandinê ji bo Îraqê hate kirin.”

`Ji ber kêmbûna alîkariya ji derve em zehmetiyan dikşînin`

Cîhan li ser têkiliyên di navbera wan û rêxistinên navneteweyî de wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku danûstandina malbatên DAIŞ`ê bi me û rêxistinan re pir nexweşe, ew li ser baweriyeke wiha nejadperest hatine birêxistinkirin. Lê ji bo peydakirina pêdiviyên malbatan bê guman têkilî di navbera me û rêxistinên mirovî yên nevneteweyî de heye. Em weke rêveberiya kampê çi ji me tê xwestin em bi cih tînin. Çi ji aliyê tenduristî be çi jî peydekirina pêdiviyên jiyanê be. Lê di dema dawî de zehmetiyên ku me kişand, kêmbûna alîkariyên ji derve bû. Ev yek hişt ku em di peydekirina hin daxwaziyên kampê de zehmetiyan bikşînin.”

‘Hin malbatên DAIŞ`ê vegera ji bo welatên xwe red dikin’

Cîhan wiha domand: “Heta ev kampe hebe divê alîkarî jê neyê qutkirin, ji ber ku 27 hezar koçber lê dijîn, bê guman jimareke wisa wê bê alîkariyê rewşa wan çawa be. Ji bo vegerandina malbatan ji welatên wan re, divê rêxistinên ku hatine erkdarkirin hîn bêtir bixebitin, ji ber ku kampa Holê kampa herî xeternak e.”

‘Pêşeroja kampê ne diyare’

Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan axaftina xwe wiha bidawî kir: “Pêşeroja kampê ne diyare,  ew jî li ser rewşa siyasî dimînin. Derbarê kampê de ti kes nikare ti biryaran bide. Çimkî heta niha hin welat yan nizanin yan jî naxwazin welatiyên xwe vegerînin. Herwiha hin malbatên DAIŞ`ê bixwe hene naxwazin vegerin cihê xwe. Ji bo wê her tim banga me ji welatên derve ew e ku, doza vegera welatiyên xwe yên malbatên DAIŞ`ê bikin. Lewra rewşa kampê roj bi roj ber bi xeteriyê ve diçe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.