Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan .. Soza hevgirtinê hat dayîn

08/08/2025
in NÛÇE
A A
Ji Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyan .. Soza hevgirtinê hat dayîn
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bi drûşmeya “Bi hev re ji bo pirrengiryeke ku yekîtiya me xurt dike” li ser asta herêma Bakur û Rojhilarê Sûriyê Konferansa Pêkhateyan hate lidarxistin.

Konferansa Pêkhateyan îro di dîroka 8’ê Tebaxa sala 2025’an de drûşmeya “Bi hev re ji bo pirrengiryeke ku yekîtiya me xurt dike” li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê li dar ket.

Di konferansê de nêzî 500 siyasetmeda ji hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn, ji Kurd, Ereb, Suryanî, ermenî, Tirkman û Çerkez herwiha QSD, Tevgera Civaka Demokratîk, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û hwd… amade bûn.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê dest pê kir.

Di konferansê de bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Sîham Biho bi xêrhatina mêvanan kir û diyar kir ku îro li vir hemû pêkhateyên herêmê li hev civiyane ji bo yekîtî û helwesta xwe nîşan bidin û wiha anî ziman: “Lidarxistina Konferansa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekezî ye li ser baweriya me ku cudabûn û cihêrengiya herêmê çavkaniya hêzê ye. Em bi hêvî ne ku ev konferans bibe gava destpêkê ber bi xabata hevbeş û serkeftinê.”

Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed ve hat kirin.

Îlham Ehmed diyar kir ku konferans di pêvajoyeke girîng a dîroka Sûriyê de tê lidarxistin û got, “Berpirsyariya siyasî û exlaqî ya li hemberî welat ji her kesî tê xwestin. Îfadeya zindî ya îradeya gelan e ku di yekrêzê de li hemberî şer li ber xwe bidin û bi birêxistinbûnê li hemberî paşguhkirinê rabin û modelek demokratîk a li ser bingehê hevnaskirin, tevkariya rasteqîn û edaleta civakî ava bikin.

Îlham Ehmed da zanîn ku pêkhateyên herêmê îsbat kir ku parastina rasteqîn bi îradeya hevbeş a ji bo avakirina aştî û edaletê pêk tê û wiha anî ziman: “Berdewama hişmendiya yekalî ya rêvebirinê wê aloziyan kûrtir bike. Diyarkirina siberoja Sûriya nû ya li ser esasê tevkariya rasteqîn, hevnaskirin, nûnertiya adilane, hemwelatîbûna rasteqîn, pirrengî, nenavendîbûn û demokasiyê ku garantiyên yekitiya welat û aramiya wê ye.”

Piştre Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman wiha axivî: “Modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat kir ku avakirina Sûriyeke azad û demokratîk ji bilî hevgirtina pêkhateyên civaka Sûriyê û yekhelwestê û redkirina şêwazên dûrxistinê, ne pêkan e. Divê qûnaxa hesas divê em li hember mezhepberestî û nijadperstiyê tev bigerin.”

Bi navê Meclisa Jin a Sûriya Demokratîk Emîne Omer wiha anî ser ziman “Jin li hemberî tevahî şêwazên zordarî û dûrxistinê hatin parastin, lê hevkariya jinê di sîstema demokratîk de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku îro bûye yek ji destkeftiyên şoreşê. Avakirina Sûriya nû bêyî beşdarbûna jinan ne pêkan e.”

Herwiha serokê Meclisa Olî ya Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind şêx Xezal Xezal û serokê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet El Hicrî peyamên xwe bi riya dîmen re dan.

Di dawiya konferansê de daxuyanî hate dayîn tê de hate tekezkirin ku pirrengiya netewî, olî û çandî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavkaniya dewlemendî û hêzê ye herwiha destnîşan hate kirin li ser pêwistiya xurtkirina pirrengî di avahiyên siyasî û îdarî herwiha misogeriya temsîlkirina hemû pêkhateyan.

Di encamnameyê de tekez hate kirin ku nimûneya Rêveberiya Xweser tecrûbeyeke sosyalîst e qabîlîyeta wê ji pêşketin re heye.

Di encamnameyê de fedekariya ku Hêzên Sûriya Demokratî pêşkêş kirin di parastina herêmê û rûmeta gel îfade kirin.

Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Em dibînin ku çareseriya berdewam di riya destûreke demokratîk de ye, di nav de cihêrengiya netewî, çadî û olî ku Sûriyeke nenavendî ava dike û di nava xwe de beşdariya rasteqîn ji hemû pêkhateyan di pêvajoya siyasî û îdarî de. Di vê çarçoveyê de em dibînin ku rghandina destûrî ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê ye di azadî û rûmeta mirovî de, pêwstî heye ku vegernadinek jê re çêbibe.”

Di encamnameyê de bal hate kişandin li ser peymana di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî û El-Şeri herwiha konferansa (Yekîtiya Helwesta Kurdî) da ku pabend bin weke gaveke ber bi erêkirineke niştimanî berfireh.

Di encamnameya konferansê de tekezî li ser li darxistina kongreyeke niştimaî Sûrî û berfireh ji bo avakirina projeyeke niştimanî, tê de hemû hêzên niştimanî û demokratîk beşdar bibin.

Di encamê de, belgeya ku ji konferansa pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye û naveroka wê îradeyek azad, hişmendiyeke kolektîf a hevbeş û biryardariyeke ji bo avakirina Sûriyeke azad, yekgirtî, demokratîk, piralî û nenavendî ku tê de qanûn serdest be, rûmeta mirovan were parastin û her kes bi azadî û wekhev bijî nîşan dide.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.