Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de panêlek hat lidarxistin

07/08/2025
in JIN
A A
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de panêlek hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bi dirûşmeya “Rola Jin di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de” ji aliyê Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ve panêlek hat lidarxistin.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li navenda xwe ya bajarê Qamişlo panêlek bi dirûşmeya “Rola Jin di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de” li dar xist.

Di panêlê de tevahî tevger, meclis, saziyên jinan û jinên partiyan ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suriyan beşdar bûn.

Di panelê de du mijar hatin nîqaşkirin ya yekemîn li ser astengiyên ku jin rastî wê tên ji hêla Sema Begdaş hate dayîn, mijara duyemîn li ser çareserî çi ne ji pirsgirêkên heyî re ji hêla Sûreya Mustefa hate dayîn.

 Di destpêka panêlê de bixêrhatina mêvanan hate kirin,Piştre panel destpêkir.

Sema Begdaş di destpêka mijara xwe de balkişand li ser pêvajoya Rêber Apo û tekez kir ku ev pêvajo ji tevahî gelan re ye di nav de jin, ciwan, dozên aborî û ekolojîk û wiha berdewam kir: “Şoreşa Rojava li Sûriyê û hemû cîhanê belav bû ku di nava xwe de rastî û qebûlkirina aliyên cuda dihewand.”

Sema Begdaş eşkere kir ji bo jinûveavakirina Rojhilata Navîn çar proje hene, lê ya herî serkeftî ya Rêber Apo ye û wiha got: “Ji bo Rojhilata Navîn çar proje hene yek jê projeya Sine ya Îranê ye ku hedefa wê Hîlala Şîa avabike, ya din jî bi navê Sine ku bi rêveberiya Erdogan û Colanî be, projeya 3’yemîn ew e ku Rojhilata Navîn a Mezin ji hêla Israîl bê avakirin, armanca van projeya parçekirina dewletên mezin e ku wan bikin dewletên biçûk. Lê projeya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin ew ê bibe çareserî ji bo Rojhilata Navîn û ew ê ya serkeftî be, mînaka wê jî niha xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide.”

Sema Begdaş di dawî de rol û astengiyên jinan nirxand û wiha got: “Me jinan bi şoreşê re karîbû rêxistinbûyîna xwe ava bikin, bi vê jî me gelek destkeftî bidest xistin. Lê li hember vê yekê jî astengî û zehmetî derdikevin, yek jê rengê desthilatdarê ye, ji bo wê gerek jin xwe dûrî vî rengî bixin, li kêlek wê sîstema navendî jî yek pirsgirêkên jinan e ew pir xetere, lewma pêwistiya me bi şoreşa zihniyetê heye ku weke rêveberên jin çi dikeve li ser milê me em bikin, da ku ev pêvajo bi awayekî serkeftî bê pêkanîn.”

Di heman demê de Sûreya Mustefa diyar kir ku divê jin bi rêya modela neteweya demokratîk û sîstema komînal çareseriyên berfireh ji bo pirsgirêkên civakî bibînin, ji ber ku ew hêza rêveberiya saziyên demokratîkin û wiha berdewam kir: “Îro ji her demê zêdetir em hewcene ku refên xwe di nav yekîtî û hevpeymanên jinan de bikin yek. Avakirina civakeke komînal li ser bingehek edalet û wekheviya zayendî hewce dike, di çarçoveya hişmendiya gerdûnî ya zêdebûyî ya girîngiya rola jinan di pêvajoyên avakirina aştiyê de, divê jin ji hêla îdeolojîk ve werin bi hêz kirin û hemî astengiyên ku rê li ber beşdarbûna wan a bi bandor digirin werin rakirin.”

Di dawî de Sûreya Mustefa bal kişand li ser rola jinan di Sûriya nû de û wiha got: “Îro divê em ji bo parastina destkeftiyan têbikoşin, da ku Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî ava bikin. Di heman demê de rola jinan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyê de misoger bikin. Bi vê yekê rêxistinên jinan dikarin rolek bingehîn di nivîsandina zagonên nû û pêşkêşkirina modelên alternatîf ji bo têkiliyên malbatî, civakî û siyasî de bilîzin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.