Dîlan Mulhim\Qamişlo
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi giştî pêvajoyek ewle ye ku jin xwe bi rengekî azad îfade dike û jiyan dike. Yek jiwan mînakan jî jina pêşeng Besê Hozat ku mohra xwe li dîroka tevgera jin xist û ispatkir ku yên civaka Demokratîk û Aşîtiyê birêve bibe jin e.
Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo banga Aşîtî û Civaka Demokratîk kir, li ser vê bangê Tevgera Azadiyê (PKK) kongrê xwe yên 12 emîn li darxist. Herwiha li ser banga Rêber Apo a bi dawî kirina şerê çekdarî komek ji PKK’ê bi merasîmeke sembolîk çekên xwe şewitandin, ev yek jî weke nameyekê bû ji bo tevahî cîhanê û hêzên dijber ku em şerê çekdarî radiwesînin û ji bo doza gelê Kurd û Kurdistanê derbasî qonaxa siyasî û qanûnî dibin. Yê ku civaka Demkratîk û Aşîtî birêve bibe jin e .
Rêber Apo dibêje “Ez dizanim ku wê jin pêşengiya pêvajoya “Aştî û Demokrasiye” yê ku em hewl didin pêş bixin, bikin. Ew xwediyên ji nîviyê zêdetirî serkeftinên ku heta niha hatine bidestxistin in. Bawer dikim ku wê ji niha û pê de jin pêşengtiyê bikin û dibêjim ku ji niha û pê de jî, ez ê her tim qasî ku hun pêdivî dibînin bi we re bijîm û bi we re bim.”
Civaka demokratîk civaka jinê ye
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi giştî pêvajoyek ewle ye ku jin xwe bi rengekî azad îfade û jiyan dike ye, lewma jin sîstema xwe ava dike. Civaka demokratîk vegotina hemû nirxên komînal, civakî yên jinan di nava hezarên salan de ye û bi deh hezaran afirandin e. Di heman demê de, Civaka Demokratîk civaka jinê ye. Temamiya nirxên jinan ên hezaran, deh hezaran salî ye, daneheviya wê ye, sîstem û jiyana wê ye. Lewma jin di navenda vê pêvajoyê de û di dilê wê de ye, jin hêmana bingehîn a vê pêvajoyê ye, hêza vê pêvajoyê ye bi gotina Rêberê Apo û pêşengê vê pêvajoyê ye. Ji ber vê yekê pêwîst e jin xwedî li vê pêvajoyê derkevin, bi xurtî tevlî bibin û pêşengtî bikin û seferberiya xwe ji bon a hems qadan îlan bikin. Di vê mijarê de ji aliyê jinan ve berpirsyarî û baldariyek heye, bi taybet di nava jinên tevahiya jinên Rojhilata Navîn de. Lê belê pêwîst e ev yek hîn bêhtir bê xurtkirin.
Pêwîst e li her deverê jina Kurd têkoşînê berdewam bike
Ev pêvajo divê ji jinên Tirkiyeyî re bê vegotin û fêhmkirin. Di vê mijarê de pêwîst e tevgera jinên Kurd hîn zêdetir bixebite. Hîn bi xurtî têkoşînê berdewam bike. Li her derê divê jina Kurd bi xurtî xwe bi rêxistin bikin, têkoşîna rêxistinbûyî bimeşîne. Li tevahiya herêma, Rojhilata Navîn divê tevgera jinên Kurd karên xwe yên bi vî rengî zêde bike, xurt bike, ku li herêmê, li cîhanê jin tevlî vê pêvajoyê bibin, xwedî lê derkevin. Ev bi çi dibe? Bi karekî hîn xurt dibe, bi têkoşînê dibe. Rêxistinkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li tevahiya cihanê dibe, Naxwe cîhana heyî ji bo jinan cîhaneke ji dojehê ye. Li her derê şer, tundî û komkujî heye. Şaristaniya bi serweriya mêr, şaristaniya madî, çanda civakî, mejî, sîstem bi rastî jî li ser qirkirina jinê, li ser komkujiya jinan xwe dewam dike. Bi tinekirina jinê, bi valakirina cewhera wê, bi tinekirina cewher û nirxên wê hewl dide xwe li ser piyan bihêle. Civaka demokratîk jî alternatîfa vê ye. Lewma ji bo pêştgirtiya li van komkujiyan, tundiyan, ji bo ev cîhana weke dojehê bibe cîhaneke wekhev û azad, demokratîk divê jin hîn bi xurtî têbikoşin. Nûnerên roja îro ya şaristaniya mêr her roj diaxivin, yên ku welatan bi rê ve dibin, yên malbatê bi rê ve dibin, yên ku çanda zayendîperest bi rê ve dibin û hildiberînin her roj diaxivin; qala zêdebûnê dikin, zewacê dikin, avakirina malbatê dikin, civakê, jin, mêr teşwîqî vê dikin.
Ji bo serketina vê pêvajoyê divê her kes seferber bibe
Li cîhaneke weke dojehê zêdebûna nifûsê tenê cîhana bi serweriya mêr xwedî dike. Bi kêrî jin, mêr û civakê nayê. Zewaceke ku xwe naspêre azadî û wekheviya jin û mêr komkujî ye. Bi rastî jî cînayeteke. Tişta ku niha diqewime jî ew e. Li her derê komkujiyên giran ên jinan hene, tundî heye, li hemberî zarokan, li hemberî her zindiyên li xwezayê. Komkujiyek bi vî rengî heye, hilweşînek heye, talankirina xwezayê heye. Şaristaniya bi serweriya mêr, şaristaniya madî, mejî û çanda bi serweriya mêr bi rastî jî gerstêrka me hilweşand, Kir ku jin bibe xerîbê xwe, civak kir xerîbê xwe. Jiyan ziwa kir û kir çol. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk, sosyalîzma civaka demokratîk, ev pêvajo avakirineke nû, avakirineke azad, avakirineke demokratîk û wekhev, avakirina jiyanekê, avakirina jiyaneke azad, avakirina rêxistinkirin, siyaset û têkoşînê ya azad îfade dike. Di vê mijarê de jî jin, ciwan, karker, kedkar hemû hêzên demokrasiyê pêkhateyên herî bingehîn ên civaka demokratîk in, hêmana wê ya bingehîn û pêşengên wê ne. Ev jiyan jiyana wan e, jiyana gelan e, jiyana jin, ciwan, karker, kedkaran e. Lewma ev hemû beş pêwîst e bi xurtî xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Berî her kesî jî divê jin û ciwan tevlî bibin. Ji bo serketina vê pêvajoyê divê her kes seferber bibe.
Bi bendewariya ji desthilatdarî û dewletê ev nabe. Ew li pey lîstikê ne, li pey mijûlkirinê ne. Ev pêvajo gelekî hêja ye ku nabe ku ji desthilatdariyê re bê hiştin. Ji bo Kurdan, ji bo gelan, ji bo jinan, karker, kedkar û hemû beşên civakê jî bi vî rengî ye. Lewma divê ev pêvajo tu carî ji desthilatdariyê re neyê hiştin. Eger ji desthilatdariyê re bê hiştin ev pêvajo wê têk biçe. Encama wê careke din wê şer û tundî be, kaos be, xwîn, êş, rondikên çava be. Ji bo rê ji vê yekê re neyê dayin, divê civak bi rengekî giştî xwedî li vê pêvajoyê derkeve, hemû dîmanîkên civakî bikevin nava liv û tevgerê, bi xurtî bixebitin, li her derê bi rêxistin bike, têbikoşe û vê desthilatdariyê ber bi vê pêvajoyê ve bikişîne. Ev yek bi têkoşînê dibe, bi têkoşîna rêxistinbûyî dibe, bi karkirinê dibe. Bi karekî mezin, bi têkoşîneke mezin dibe. Bi bendemayinê, bi temaşekirinê nabe.






