Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heyva Sor a Erebî ya Sûrî nehişt ku alîkarî derbasî Siwêdayê bibe

07/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Heyva Sor a Erebî ya Sûrî nehişt ku alîkarî derbasî Siwêdayê bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşepêdanê tekez dike ku ew pabendin di berdewamiya hewildanên mirovî de û niha ew lêkolînên hilbijartina alternatîfên nû dikin ji bo gihandina alîkariyan bi awayekî zelal ji gelê Siwêdayê re.

Di çarçoveya alîkariyên mirovî ji bo gelê Siwêdayê di 13’ê Tîrmehê de Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşepêdanê kampaniyeke aîkariyê ji bo piştgiriya gelê Siwêdayê dabû destpêkirin. Herwiha li gorî malperên medyayê karwana alîkariyê piştî komkirina qedereke guncaw ji alîkaryan ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 1’ê Tebaxê de berê xwe da Şamê, lê di 5’ê Tebaxê de di daxuyaniya Komeleyê de hat destnîşankirin ku ev alîkarî ji aliyê Heyva Sor a Sûrî ve hate astangkirin û ji komeleyê xwestin van alîkariyan radestî wan bikin û ew ji aliyê xwe ve belav bikin.

Derbarê vê yekê de rêveberê Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşepêdanê Ebdulrehman Çolî ji Rojnameya me re axivî.

Ebdulrehman Çolî diyar kir ku komeleya wan di çarçoveya pabendbûna bersivdayîna mirovî de ji herêmên ku zirar dîtine hemeleyke nû ji bo piştgiriya gelê başûrê Sûriyê bi taybet parêzgeha Siwêdayê ku di şert û mercên mirovî yên zehmet re derbas dibe, destpêkir û wiha got: “Piştî daxwazeke fermî û rasterast ku ji Wezareta Karûbarên Civakî li Şamê hate derxistin gava destpêkirina hemleyê hate kirin, herwiha ev hemle temamkirina insyatîfên berê ye ku komeleyê ji bona berava Sûriyê pêkanîbû rêkiribû.”

‘55 ton alîkarî hate komkirin’

Rêveberê komleyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Komeleyê 55 ton ji pêdiviyên xwarinê komkir di nav de( Birinc, şekir, zeyt, çayê û pêdiviyên sereke yên dîtir jî hebûn). Ji ber ku komele xwe dispêre zelaliyê di nava hemleyê de tu alîkariyê dirav nehatin girtin, bi giştî tenê alîkariyên ku bi rengekî bexşane hatin hilgirtin.”

Astengiyên ku rêde rûdayîn

Derbarê çûna karwana hemleya alîkariyê rêveberê komeleyê wiha got: “Karwanê alîkariyê bi awayekî ewle gihişte Şamê, li gorî biryar û erêkirina fermî biryar ew bû ku komeleya me bi kordîneya Wezareta Karûbarên Civakî û bi Heyva Sor a Sûrî re derbasî başûrê Sûriyê bibin. Bûyera ku paşê çêbû xaleke veguhrandinê bû, Heyva Sor a Sûrî daxwaz ji komeleyê kir ku karwanê bi giştî radestî wan bike da ku ew bi serê xwe li gelê Siwêdayê belav bike. Komeleyê ev biyara red kir ji ber li dijî baweriya di navbera me, alî û kesên alîkarî dane de ye. Ji ber ku ev xebat pêwistiya şopandin û belgekirinê heye, herwiha belavkirina alîkariya bi awayekî rasterats. Piştî hewildanên domdar ku bê encam û çareserî derket, herwiha nebûna furmolekê ji bo misogerkirina çawaniya belavkirina alîkariyan, komeleyê biryar da ku karwana alîkariyê verger Hesekê.”

‘Hilbijartina alternatîfên din tê guftuguhkirin’

Komeleya Mezopotamiya bi riya daxuyaniyekê tekez kir ku ew di berdewamkirina hewildanên mirovî pabendin û niha jî alternetîfên din jî têne guftuguhkirin ji bo gihaştina alîkariyan ji gelê Siwêdayê re bi rêbazên guncaw û kordîneya avaker bi aliyên peywendîdar re. Di dawî de rêveberê Komeleya Mezopotamya ya Alîkarî û Geşepêdanê Eebdul Rehman Çolî diyar kir ku komele hewil dide ku bi riya kenalên fermî bi aliyên çalak li ser rûyê kar dike, bi armanca derbasbûna alîkariyan û misogerkirina gihaştina wê ji kesên ku ziyan dîtine li başûrê Sûriyê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.