Birûc Resûl/Qamişlo
Rojnamevan Denîz Firat di 8`ê Tebaxa 2014`an de, dema ku êrişên çeteyên DAIŞ`ê li Mexmûrê dişopand di encama êrişa bê bext ya çeteyên DAIŞ’ê de hat şehîd xistin.
Di 8’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî wargeha penaberan a Mexmûrê kirin. Dema ku rojnamegera Çapemeniya Azad Denîz Firat van êriş û berxwedaniya ku li Mexmûrê tê meşandin ji raya giştî re radigihand ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat şehîdxistin. Bê guman yek ji kesayetên ku xwest azara gel û berxwedana gerîlayên azadiyê li hemberî êrişê ji raya giştî re ragihîne û bi erka xwe ya rojnamevaniyê rabû, di oxira wê şopê de gihaşt asta şehadetê, rojnamevan û têkoşer Denîz Firat bû. Weke jineke têkoşer, wêrek û lêgerîna rastiyê, jiyana herî zor û xwedî berdêl hilbijart. Ji bo rastî û heqîqeta êrîşên qirker û şerê qirêj ê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê, ji cîhanê re ragihîne weke rojnameger û şoreşgera gelê xwe, heya kêliya şehadetê jî di eniya pêş a şer de cih girt.
Denîz Firat (Leyla Yildiztan) sala 1984`an li gundê Xecxatûnê yê navçeya Çardêran a bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Malbata wê salên 1980`yî Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi rêya fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) nas kiriye. Ji ber xebatên di nava Tevgera Azadiyê de lêgerîna hêzên dewleta Tirk a faşîst têkildarî malbata Denîz Firat de zêde bû, lewra ji neçarî Denîz û her du xwişk û dayika xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin, birayekî wan di girtîgeha dewleta Tirk de bû.
Denîz Firat serketina têkoşîna jinan dihûnand
Rojnameger û şoreşger Denîz Firat, ji ber êriş û dagirkeriya dewleta tirk a faşîst, bi malbata xwe re ji salên 1990’î ve di temenê xwe yê biçûk de, ji cih û warê xwe tê penaberkirin. Ji lewra hevrê Denîz, di wê temenê xwe de rastiya şer û jiyana zehmet nas dike. Hem rastiya şerê dijwar ê li Kurdistanê û her wiha şahidî ji heqîqeta berdêlên tên dayîn re dike. Rojnamevan Denîz, ew rastiya jiyana tije berdêl, ked û têkoşîner, di kesayeta xwe de vediguherîne gera li heqîqeta jiyana azad. Li ser vê bîr, bawerî û pîvana welatparêziyê di nav qadên têkoşînê de, jiyana xwe bi evîndara welat û serketina têkoşîna jinan dihûne. Li ser şopa Gurbetelî Ersozan, xwe di xeta şoreşgeriya jinan de ava dike, dîtina rastî û gera li heqîqetê, di rasteqîniya jina şoreşger bûyî de dibîne. Rojnamevan Denîz Firat, bi pênûs, dîmen, kişandina wêneyan, deng û rengê serpêhatiya gerîlayên Kurdistanê, ew qasî jî bi jiyan û çîroka xwe bû parçeyekî ji wan serpêhatiyan.
Pêşenga xebatê Ragihandinê Denîz Firat
Sala 1992`yan dema dewleta Tirk a dagirker bi PDK`ê re êrişî gerîlayên azadiyê kir, Denîz û malbata xwe şahidiya wan êrişan kirin. Rojnamevan û têkoşer Denîz Firat 2007`an dest bi xebatên ragihandinê dike, Denîz bi kovara ‘Xwedawend Zîlan’ dest bi karê çapemeniyê kir û li radyoya ‘Dengê Welat’ xebitî. Piştre ji bo rojnameya ‘Rojeva Welat’ a li kampa Mexmûrê tê weşandin û ji bo qenalên cuda û ajansan nûçe amade kir. Ji bo kovara ‘Xwedawend Zîlan’ gotar amade kir. Weke rojnamevaneke şoreşger êrişên DAÎŞ’ê yên 6’ê Tebaxê yên li ser Mexmûrê dişopand. Di 8’ê Tebaxa 2014’an de di dema van êrişan de şehîd bû.
Denîz Firat li hemberî zehmetiyên jiyanê xurt bû
Denîz Firat zanebûna wê ya dijmin hebû, dijmin baş nasdikir, xwedî zanebûneke pir mezin bû. Ji ber salên dirêj ên gerîlatiyê Denîz Firat hinek taybetmendiyên çiya girtibûn, li hemberî zehmetiyên jiyanê xurt bû û milê wê yê çiyayî li pêş bû. Ezmûnên ku derbas kiribûn, ji xwe re kiribûn hêz. Jiyana wê timî bi têkoşînê derbas bû. Mîna hunermendekê ruh û dilê hevrêyên xwe hîs dikir, Denîz ji aliyê felsefî û wêjeyî ve xwe bi pêş ve bir û weke rojnamevanekê xwe bi pêş xist. Jiyana hevala Denîz mîna gelek milîtanên jin ên pêşeng bi berxwedanê û şer ava bû. Ji jiyana azad ti carî tawîz neda û xwedî sekneke xurt bû.”
Xwedî derketina şopa canfedayên heqîqetê
Nasname û xeta çapemeniya jinên azad, bi saya sekna şoreşger a mînak û pîvana welatparêziyê ya Denîz firat, Gurbetelî û bi dehan şopdarên heqîqetê hat avakirin. Di roja îro de, ev pêşeng û şopdarên heqîqetê ji bo tevahî jinan pîvana serketinê ne. Pîvana yek kirina kesayeta şoreşger û rojnamegeriyê ne. Denîz Firat û bi dehan hevalên di şopa heqîqetê de têkoşiyan, li hemberî feraset û pîvanên rojnamegeriya pergala desthilatdar û mêtîngeh xeta rojnamegeriya şoreşgerî û civakî bûyî afirandin. Ji lewra em dibêjin, jinên ku dixwazin bibin şodar û lêgerînvanên heqîqeta jin û civakê, bila sekna Denîzan ji bo xwe bikin pîvan û mînak, Denîz Firat li qadên têkoşînê yê herî zor û zehmet ked û hewldanekî mezin pêşxist. Her wiha di jiyana xwe de, bû temsîlkara vê rastiyê. Di roja îro de jî çapemeniya jinên kurd û kevneşopiya wê, xwe li ser ked û hîmê rastiya van şehîdên mezin ava kir û xwe mezin dike. Ji bo ku li ser mîrasa Gurbetelî Ersoz, Denîz, Nûjiyan, Sarya, Şîlan û bi dehan hevrêyên din bibin dengê qêrîna her jineke têkoşer, xwe bi rêxistin dikin. Ji ber sekna rêheval Denîz, ji bo her jinekî israra rastî anîna ziman û domandina gera li heqîqetê îfade dike. Bêguman ji bo heqîqeta jinên berxwedêr bê jiyîn û jiyankirin têdikoşin. Xwedî li ked û xeta lêgerînvanên heqîqetê derketin, dikare bi vê biryardarî û îdiaya têkoşînê wateya jiyana azad mezin bike.






