Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mijara herî sereke ya ku mirovan mijûl dike têkiliya jin û mêre

07/08/2025
in JIN
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Waşukanî

her divê derbarê de pirseke wiha di serê mirovan re derbas, dibe meşgul dike û ew pirs jî wiha ye  gelo gerek têkiliya mêr û jinan a hevbeş(Sosyalîst)çawa be? Û weke ku têye zanîn Rêber Apo bi salaye li ser vê mijarê, giran giran radiweste û dibêje: Pirsgirêka civakê ya bingehîn mijara têkiliyên, jin û mêre û heyanî desthilatiya mêr û koletiya jinê; neyê şikandin wê her pirsgirêk berdewam bike. Û weke ku têye zanîn pirsgirêk jî roj bi roj, kûrtir dibe ji ber ku siyaset valatiyê qebûl nake û pergala; desthilatdar li ser pirsgirêkên jin û mêran xwe dide jiyan kirin û wiha, li jin û civakê kiriye ku jiyana wan bûye weke dojehê. Û ew jiyana ku wergeriyaye dojehê jî hew têye, debar kirin û jin û civak dinavê de xeniqiye û weke termê; miraran li wan hatiye û hîna jî gelek ji wan haj li xwe, nînin û pesnê jiyana ku hatiye herimandin didin û pê serbilindin.

Û ez ji wanên wiha re dibêjim: Hun dinava xefleteke pir mezin de jiyan dikin û haya, we ji we nîne lê ewqasî agirê dojehê gur û geş bûye ku; digihêje kirasê we jî lêhaya we ji we tuneye. Tekez gerek were zanîn ku cîhana me hatiye serwer kirin û tu, cihê wê pak nemaye ku bi lingên heramzadeyan ne hatiye qirêj û lewitandin. Û li ser me mirovên dilpak û bi wijdan jî dikeve ku em, weke lehiyeke bi xezeb û gure gur em her cih û quncikê; bimalînin û qirêj û gemara 5 hezar salan bavêjin selika zebala, dîrokê de ji bo ku bi agirê wijdanê tolhildêran bi şewite û were bi dawîkirin. Û weke ku Rêberê gelê Kurd û pêşeng û serkêşê, cîhanê Abdullah Ocalana di pirtuka xwe ya Manîsfesto de gotiye: Gerek her kes aşîtî û civaka demokratîk erka xwe ya bingehîn, bibîne û destê xwe bide binê kevir de ji bo ku pirsgirêkên; jin û civakê çareser bikin.

Cardin jî Rêber Apo got ku ji bo ku dest bi tekoşîneke, pir xurt û serkeftî were kirin gerek her kes ji xwe de; destpê bike û di eynikê de li xwe temaşe bike ji bo ku, rastiya xwe bibîne. Û ew jî têye wê wateyê ku gerek her ferd li xwe, vegere û li ser xwe lêhurbûn bike ji bo ku ji dil û can; li dijberî hişmendiya kevnar tekoşîn bike. Û gerek her kes di pileya civaknasan de lêkolîn bike û xwe, bi zanista jinê (Jineolojî) biçek bike û xwe di serkeftinê de; kilît bike û roj bi roj ber bi pêşde bimeşe. Û gerek demeldest û berîya ku dem bibûre her kes, xwe ji guhertin û veguhertinê re hazir bikin. Ji bo ku mirov karibe xwe bi lezgîşnî ji wê jehra ku li şûna şerbetê, vexwariye hemû vereşîne û inavê xwe pak bike. Tekez gerek xwe serwext û zana bike ji bo ku, li hemberî zanista Pozîtîvîst a pergala sermayedar ji xwe bawer û serkeftî be.

Û yadin jî tekez gerek mirov gelekî li xwe miqayitbe, ji bo ku ne şemite û nekeve nava pençên uxtebûta pergala; dirinde ya sermayedar û neyê daqurtandin. Û eseh gerek tak haj li xwe hebe û nekeve xefkê de û ger, ku têkeve tora pergalê de wê were daqurtandin û wê şop jî lênemîne. Ji xwe jehr û zuquma ku dinava şerbetê de dane mirovan, canê wan jehrî dike û têne wenda kirin weke ku têkevin; nava kûnên reş de. Û careke din ez dibêjim tekez gerek mirov haj li xwe hebe û vîna xwe, ji dest nede û dema ku mirov têkeve xefletê de wê demê vîna xwe ji dest dide. Û dema ku mirov vîna xwe ji dest bide wê bibe peyê, pergala desthilatdar û nasnama xwe jî wenda bike. Û weke ku têye zanîn em bi peyama Rêber Apo, ya 27 sibata îsal de derbasî heyameke nu bûn. Û ev peyam ji bo me her kesî jî bû peyama, xwe îqna kirin û tekoşînê.

Û nexasim ji bo me jinan jî bû hêvîya paşerojeke wekhev û azad. Û tekoşîna jina Kurd a ku dinava van 45 salan de, ku bi pêşeng û qehreman Sara Dêrsim re hate destpê kirin; îro jî bi pêşeng Ruken Zelal, Sara Guyî, Asya, Ronahî û Avaşînan berdewam dike. Û careke din jî jinên çiyayê bi serbilindiya xwe, jinên weke Besê Hozat, Tekoşîn Ozan û 13 jinên weke wan pêşengtî ji destpêka qunaxa; duyemîn ya ku aşîtî û civaka demokratîk re kirin û ew çekên ku ji canê xwe zêdetir, pêre girêdayî bûn û xwe pêdiparastin ji bo aşîtîyê feda kirin. Û careke din hate îsbat kirin ku hêza pêşeng û serkêş, Rêber Apo ye û kilîta aşîtî û civaka demokratîk jî didestê Rêber Apo deye. Û li ser van bingehan tekez gerek her kes xwe, ji siyaseta demê re hazir bike û weke ku têye zanîn çavkaniya; siyaseta demê jî xwe perwerde kirina li ser fikir û ramanên, Rêber Apo ye.

Û bi taybet jî gerek perwerde li ser Manîfestoya, aşîtî û civaka demokratîk be. Ji xwe dema ku mirov xwe perwerde kir wê demê, pêdiviyê xwe yê bi siyaset û zanebûnê jî tesbît dike û haj; li rastiyên xwe yên ku gerek werin veguherîn jî dibe. Û li kêleka van çavkaniyên ku me ji bo perwerdê, dane diyar kirin tekez gerek perwerde li ser zanista jinê (Jinelolojî) jî were; dîtin û gerek ev perwerde jî bibe çavkaniya sereke û bingehîn ji bo, serwextbûna li pirsgirêkên jin û civakê. Û tekez gerek were zanîn ku Jineolojî berhema, ked û tekoşîna Rêber Apo ya 45 salaye û xwedî; derketina li vê zanistê xwedî derketina li keda Rêber Apo ye. Û weke ku têye zanîn Rêber Apo jî divê mijarê de dibêje: Zanista jinê cewhera zanista civakê ye û wê zanista jinê pêşengtiyê ji zansita civakê re bike. Û ez texmîn dikim jî ku pêdivî heye ku mirov, hinekî jî li cem zanista jinê raweste û şirove bike.

Jineolojî weke têgeh nu ketiye rojeva şoreşê û civakê de, ji xwe Rêber Apo cara yekem got ku jiyan li derûdora jinê hatiye teşegirtin û peyva; jiyanê ji wateya jinê hatiye dest girtin û Rêber Apo, bi van şiroveyê xwe gelekî bala jinan kişand. Û bi demê re jî hîn berfirehtir kir û jin û civak jî xiste, lêpirsîneke wiha de û nimuneyên ji jiyanê da û daneyên weke bermahiya jiyana civaka xwezayî danîn ber çavan. Rêber Apo roj bi roj mijara girêdana jinm bi jiyanê re, hîn firehtir girte dest û şirove kir heyanî ku di sala 2008 an de bi riya; parêznama xwe ya siyemîn ku binavê Sosyolojiya azadîyê, nerînên xwe fermî kir û got jin têye wateya jiyanê û jiyan bi jinê afrîner dibe. Û ji ber ku kokena vê têgehê bi zimanê Kurdîye, dinava gelê Kurd e baştir hate famkirin û qebûl kirin û gelekî jî bi lezgînî dinava Kurd an de belav bû.

Û herî zêde jî dinava gerîlayên jin de bandora xwe kir, ji ber ku Rêber Apo weke modêl gerîla digirte dest. Gerîla ji civakê; re pêşengtiyê dike û gelê Kurd jî ji ber ku Rêber Apo gotiye hema qebul dike, ji ber ku Rêber Apo nasdikin û ji dil û can qebûl dikin. Û weke me li jor jî got gerîlayên jin di destpêkê de bi şermokî di nava xwe de, digotin û bi demê re weke siloxan dihate bilind kirin û paşî kete rojeva; tevgera jin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de. Û roj bi roj kete rojeva jinên çalakvan siloxana jin jiyane, jinê ne kujin û berbelavî her deverê bû. Û bi hevgirtin û xwepêşandanên jinên çalakvan û çeleng siloxana, jin jiyan azadî cîhanî dibû û bi bûyera susret a ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê; qewimî û di wê bûyerê de keça ciwan Jîna Emînî ku wateya navê wê, jî jiyane civaka Kurd û tevahî civaka Îranê rakire ser piyan.

Û her wiha siloxana jin jiyan azadî derkete lutkeyê, pêşveçûnê de û li her devera cîhanê jinan porê xwe jê kirin û bi Kurdî gotin; jin jiyan azadî û ev jî têye wê wateyê ku jin hemû bi yek raman, yek hest, yek wijdan û yek dengî bang kir û got jin jiyan azadî. Û ev bû yek girtina jinan û civakê li hemberî pergala, zalim a Îranê û tekez gerek were zanîn ku hîna jî gelek; qal û qîl hene di derbarê zansita Jineolojî de û gelek hêzên cîhadîst û tundrew; jî hene ku êrîşî zanista jinê dikin. Û tekez gerek ev jî pir susret ji wan hêzan re neyê dîtin ji ber ku xwzaya hişmendiya, wan a mêrperest û desthilatdar vêya li ser wan ferz dike ku dijbertiya jinan û zanista wan bikin. Ji xwe ger ku dijminatiyê nekin gerek em guman bikin. Û dema ku jinan bibînin û êrîş nekin ji mirov re nakok tê, ji ber ku pergala wan xwe li ser dijbertiya jin û jiyanê; xwe daye sazûman kirin.

Û dema ku ew hîn dijwar tir êrîşkar dibin gerek em jî, fambikin ku tekoşîn û kar û barê me aktîf û bibando re û berhemdare. Ji xwe ger ku her kes vê zanistê qebûl bike naxwe, çima pêdivî bi zanisteke wiha hatiye dîtin. Gerek akademisyenên zanista Jineolojî ji her wextê zêdetir, ji xwe bawerbin û ji her demê zêdetir jî çalak bibin. Û bi rengekî pir aktîf karkirin ji pergala dijber re, dibe meydan xwendin û vala derxistina hişmendiya wan; a mêrperest û êrîşkar û zanista jinê dibe bêbandor kirina, hemû zanistên pozîtîvîst ên pergala sermayedar. Û dema ku di pileya zanyaran jî êrîşkarî were çêkirin tekez, gerek em şaşwaz nemînin û tekoşîna xwe hîn xurtir bikin; ku em hişmendiya nava civakê ya mêrperest û şerxwaz, bişkînin û li şûna wê hişmendiya aşîtî xwaz û azadî hez çêbikin. Û salek heye ku Rêber Apo banga aşîtî û civaka demokratîk, ragihandiye û gotiye ku eran erka xwe temam kiriye û gerek em; dawiyê li hişmendiya şerxwaz û tundrew bînin û her kesî, jî ev fikir û raman qebûl kir. Bi taybet jî ji hêla jin û civakê de hate pêşwazî kirin û teqebûleke, pir mezin dît û hîna jî ew kelecan û ruh heye.

Rêber Apo hunermendekî pir xurt û mezine dikarê, xwe de û gelekî jî bi xwe bawere û dema ku gotinekê dike; şopdarê gotina xwe dibe û çi dibe bera bibe tekez gotina xwe, pêktîne û heyatî dike. Û weke ku em lêkolîn dikin û di xwînin Rêber Apo ji derveyî 52 salan, dinava van 10 salên dawiyê de jî tekoşîneke pir xurt û bibandor; meşandiye û beriya niha gotiye ku ez di rojê de 40 carî, şoreşê di kesayeta xwe de didim çêkirin. Û niha jî têye gotin ku dinava rojê de tenê 4 katjimêran, xew dike yan jî vedihese û 20 katjimêran jî ji bo aşîtî û civaka demokratîk dixebite. Û gelekî bi kelecan û coşe ji bo pêkanîna pirosa, xwe ya ji bo çareseriyê û ev tekoşîna Rêber Apo û hewildanên wî ên; bê rawestîn û dûmdar mirov jî kelecan dike û îlhama tekoşînê dide, mirovan û biber tekoşîn û kar û xebatê ve dehfdide.

Û têye gotin ku hinek kesên bê mejî û Kurd ên kevnar, ku heyanî niha tu tiştek ji xwe famnekirine li kolanan û li pişt perdan; dibêjin PKK ê hate fesxikirin û wê herkes biçe malên xwe. Û ez jî divê derbarê de dibêjim: Eew fikarên wiha ji derveyî rastiya Kurd ê çaxdaşe û wan, kesan qet tiştek ji Rêber Apo û tekoşîna 52 salan famnekirine û ew; Kurd ên mirîne û serê xwe ji kêrê re dirêj kirine ku bibin, berxên qurbanê. Û Rêber Apo gelê Kurd ji tune bûn û înkarê xelas, kir û ji ber sêdarê anîn ser masa mufawedata û îro jî pirsgirêka Kurd û Tirkan; çareser dike û Rayedarên Tirkan ji me bêtir li Rêber Apo guhdar dikin. Û Rêberê me gelekî bi kelecan û coşe û ev jî delîlê, ku pêvajo baş diçe û em jî hemû bi Rêberê xwe rene heyanî kêliya dawiyê û wê tekez serkeftin; a bawermendên aşîtî û azadiyê be.

Û weke ku me hemûyan jî pirtuka Rêber Apo a binavê, Manîfestoya aşîtî û civaka demokratîk xwend û ji bo me bû îlhama tekoşîneke; dijwar a ji bo beşdarbûna pêvajoyê. Û weke ku têye zanîn Rêber Apo dinava van 52 salan de, bênavber xebitiye û her dinava pefçûneke hundirê de; bûye ji bo ku hedef û armancên xwe yên pîroz pêkbîne û ew jî pêkanîna aşîtiyeke, cîhanî û civakeke demokratîke. Û hedefên Rêber Apo sînorê civaka Kurd jî û sînorê Rojhilata Navîn jî, derbas kir û cîhanî bûye û ev jî me dilşad û kelecan dike û îlhama; tekoşîneke hîn xurtir dide mirovan û em weke jin ji her kar û xebata, ji bo aşîtî û pergala demokratîk amadene. Rêber Apo ji bo me feylesuf, zanyar û pêşenge, Rêber û serkêşe û em jî şagirt û çalakvanên wî ne. Û gerek her kes ji vê serdemê û hêza Rêber Apo, bewer be û xwe di serkeftinê de kilît bike û li keda salan xwedî derkeve û tekez wê; serkeftin ya me be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.