Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca konferansê yekhelwstbûn û hevgirtina  pêkhateyan e’

06/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Armanca konferansê yekhelwstbûn û hevgirtina  pêkhateyan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Endamê Komîteya Konferansa Pêkhateyên Sûriyê Ciwan Mele Ibirahîm eşkere kir ku di konferansê de wê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameya hevgirtina gelan bi xurtî  dayîn û doza nenavendbûna Sûriyê bikin û got, “Konferans wê bi dayîna wesîqeyekê bi dawî bibe.”

li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên parastina yekîtiya xaka welêt û avakirina Sûriyeke nû ku hemû gelên wê ji hemû pêkhateyan hembêz bike, tên domandin.

Ji van kar û xebatan lidarxistina Konferansa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Konferans di bin dirûşmeya “Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekîtiyê xurt dike û hevalbendiya me pêşeroja me ava dike” wê were lidarxistin.

Lewma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyek bi 20 kesên ku nûnertiya hemû pêhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ava kir.

Bi beşdariya 400 heya 500 delegeyî ji tevahiya pêkhateyan weke pêkhateya Kurd, Ereb, Aşûr, Turkmen, hem jî ji bawerî û olên Xiristiyan, Êzdî û hwd… wê li dar bikeve.

Derbarê lidarxistina Konferansa Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamê komîteya konferansê Ciwan Mele Ibirahîm ji rojnameya me re axivî.

‘Konferans ji ber geşedanên siyasî taloq dibû’

Ibrahîm destnîşan kir ku konferansa Pêkhateyan ji ber geşedanên ku li Rojhilata Navîn rûdidan dihat taloqkirin û wiha got: “Berî demeke dirêj pilan û amadekarî ji bo lidarxistina Konferansê Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihat kirin, lê ji ber geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimîn, mîna şerê Isrîl û Îran, herî dawî şerê ku li Siwêdayê rûdida, konferans dihat taloqkirin. Di dema heyî de derfet hatiye ku konferans li dar bikeve, lewma jî wê di rojên gelek nêz de li dar bikeve.”

 ‘Di konferansê de wê pêkhate nameya hevgirtinê û nenavendbûna Sûriyê bidin’

Ciwan Mele Ibrahîm anî ziman ku di konferansê de wê pêkhate nameya hevgirtinê û nenavendbûna Sûriyê bidin û wiha domand: “Armanca konferansê ew e helwestên pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe yek. Di vê konfernasê de wê hemû peyameke xurt bidin hemû aliyên Sûriyê ku armanca wan avakirina Sûriyeke pirreng a nenavendî ye ku hemû gelê Sûriyê tê de xwedî maf bin û xwe bi rê ve bibin.”

‘Wê Konferansa Pêkhateyan bi wesîqeyekê bi dawî bibe’

Endamê komîteya konferansê Ciwan Mele Ibirahîm eşkere kir ku wê konferans bi dayîna wesîqeyekê bi dawî bibe û wiha axivî: “Em niha amadekariyên xwe ji bo wesîqeyekê dikin, wê  ev wesîqe di çarçoveya pêkanîna jiyana hevbeş û yekrêziya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de be. Wesîqeya ku were amadekirin wê encamnameya konferansê be û were esasgirtin. Herwiha wê di dawiya konferansê de were xwendin. Weke Komîteya Amadekar a konferansê, me nûnerên eşîreyan, gelek kesayetên xwedî rol û hwd… vexwendiye konferansê, em bi hêvî ne ku her kesê/a hatiye vexwendin, amade bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.