Ronahî Sadûn/Qamişlo
Civîna salan e ya mamosteyên pêkhateya Kurd ên aliyên rojava û gundewarên rojavayê Qamişlo yên qonaxên seretayî, navîn û amadeyî li Hola Melekiyê ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Her sal civîna salan e ji bo mamosteyên Rêveberiya Xweser tên lidarxistin ku tê de mekanîzma salan e ya xwendin tê nirxandin û planên ji bo salên pêş diyar dibe, herwiha amadekariyên ji bû sala nû jî tên kirin. Îro jî civîna salan e ya 2024 û 2025 ya mamosteyên pêkhateya Kurd ên aliyên rojava û gundewarên rojavayê Qamişlo bi tevlîbûn zêdeyî 300 mamoste, rêveberên dibistanan, yekîtiya mamosteyan û Desteya Perwerde û Fêrkirin a Kantona Cizîrê li Hola Melekiyê ya Qamişlo bajarê ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê bi hemahengiya Rêveberiya Dibistanan a Qamilşo, hate lidarxistin.
Civîna mamosteyên pêkhateya Kurd dê li ser dû rojan bê domandin ku îro ji bo mamosteyên bajêr û gundewarên bajarê Qamişlo yên aliyên rojava hate lidarixistin û sibe ji bo mamosteyên aliyên bajêr û gundewarên bajarê Qamişlo yên aliyên rojhilat bê lidarxistin.
Civîn bi rawestandina deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate destpêkirin. Herwiha civîn ji aliyê dîwanê ve hat birêvebirin ku ew jî ji 6 kesan pêk dihat, ji wan 2 jin û 4 mêr bûn. Piştî ku birxêrhatina beşdarvanan hate kirin deriyê nîqaşê hate vekirin ku hemû mamosteyên hazir nerîna xwe di derbarê salê de bidin, pirsgirêkên ku di nava salê de derketine bînin ziman, pêşinyar û plansaziyên xwe pêşkêş bikin, bi vî awayî civîn berdewam kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku civîna mamosteyên pêkhateya Ereb jî di 27’ê Tîrmehê de hatibû lidarxsitin.







