Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca me pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û tenduristî ye’

06/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Armanca me pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û tenduristî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hevserokê Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşkirinê Ebdulrehman Çolî diyar kir ku ew bi hemhengiya hikumeta veguhêz a Şamê kar û xebatên xwe li tevahiya Sûriyê didin meşandin û got, “Armanca me pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û tenduristî ji bo kesên hewcedar e.”    

Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşkirinê bi armanca pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û tenduristî di Sibata 2025’an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. Komeleyê Ji meha Sibatê ve dest bi karê xwe kiriye û bi hemahengiya hikumeta veguhêz a Şamê jî kar û xebatê xwe li tevahiya Sûriyê bi rêve dibe. Herwiha Komeleya Mezopotamiya  hewil dide ku di demên pêş de ofîsên xwe yên alîkariyên mirovî û tendurstî li tevahiya Sûriyê veke.

Di derbarê kar û xebatên Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşkirinê hevserokê Komeleya Mezopotamiya Ebdulrehman Çolî ji Rojnameya me re axivî.

‘Armanca me pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo kesên hewcedar’

Ebdulrehman Çolî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji destpêka avabûna komeleyê û heta niha em hewl didin ku li gorî derfetên xwe alîkariyê bi kesên hewcedar re bikin. Herwiha Komeleya Mezopotamiya ya Alîkar û Geşkirinê di Sibata îsal de li ser bingehê alîkariyên mirovî û tenduristî bi kesên hewcedar re hate damezrandin. Em bi hemhengiya hikumeta veguhêz a Şamê xebatên xwe li tevahiya Sûriyê didin meşandin. Di heman demê de, armanca me pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û tenduristî bi kesên hewcedar re ye.”

Kar û xebatên Komeleya MezopOtamiya ya Alîkar û Geşkirinê

Ebdulrehman Çolî anî ziman ku wan îsal çar caran alîkarên mirovî ji bo Berava Sûriyê şandine û wiha pê de çû: “Komeleya Mezopotamiya bi aramnca destekdayîna kesên hewcedar li Berava Sûriyê çar caran alîkarên mirovî, ji bo Berava Sûriyê re şandin. Herwiha yekem kampaniya alîkariyan di meha Adarê de bi hevkariya însiyatîfa gelên herêmê, Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser ji Berava Sûriyê re hatin şandin. Di karwanan de 20 kamyon alîkariyê hebûn ku ji 10 hezar pakêtên xwarinê pêk dihat, ji bo Berava Sûriyê hate şandin.”

‘Karê me karekî mirovî ye’

Ebdulrehman Çolî eşker kir ku karê wan karekî mirovî ye û wiha berdewam kir: “Di 19’ê Gulanê de jî Komeleya Mezopotamiyayê bi hevkariya Desteya Kar û Barên Civakî û Rêveberiya Xweser karwanê 2’emîn a alîkariyên mirovî ji bo peravê Sûriyê re hate şandin. Kampaniya alîkariyan ji hezar û 500 paketên xwarinê pêk dihat. Herwiha di 30’ê Gulanê de jî bi hemahengiya Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser alîkariyên mirovî ku ji 6 hezar pakêtên xwarinê pêk dihat, ji bo Berava Sûriyê re hate şandin. Lewma di 31’ê Tîrmehê de komeleya Mezoptamiya bi destkdayîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên çalak kerwanekî alîkariya mirovî jî ku ji 55 pakêtên xwarinê û ard pêk tê, ji bo malbatên hewcedar yên li Siwêdayê re hate şandin. Di demên pêş de, em ê li gorî derfetan alîkariyên bi vî rengî ji bo kesên hewcedar berdewam bikin.”

‘Em hewl didin li tevahiya Sûriyê ofîsên xwe ava bikin’

Hevserokê Komeleya Mezopotamiya ya Alîkarî û Geşkirinê Ebdulrehman Çolî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hewl didin ku di dema pêş de li tevahiya Sûriyê ofîs û navendên tendurstî û mirovî ava bikin. Di heman demê de, pirojeyên me yên kilînîkên gerok li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Berava Sûriyê hene. Herwiha pirojeyên me ji bo ji nû ve avakirina bingehê perwerdeyê li bajarê Kobanê jî hene.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.