Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kerwanê Alîkarî û Geşepêdanê ya Mezopotamyayê nekarî derbasî Başûrê Sûriyeyê û Suweydayê bibe

06/08/2025
in NÛÇE
A A
Kerwanê Alîkarî û Geşepêdanê ya Mezopotamyayê nekarî derbasî Başûrê Sûriyeyê û Suweydayê bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Ev daxuyanî, derbarê Rewșa dawî ya Kampanya “Piştgiriya Gelên Me yên mexdûr li Başûrê Sûriyeyê û Suweydayê” de ye.

Ji ber ku em xwe dispêrsin rastî û zelaliyê li gel bexşvan, aliyên alîkariyê û dezgehên hikûmetê yên pêwendîdar, em dibînin ku ji erka me ye em geşedanên dawiyê derheqê “Kampanya Piştgiriya Gelên Me yên mexdûr li Başûrê Sûriyeyê û Suweydayê” ji we û raya giştî re zelal bikin.

Wekî kawarana yekem, piştî komkirina qaseyeke guncaw ji pêdiviyên xwarinê, Komeleya Mezopotamiyayê roja 1’ê tebaxa 2025’an, berê xwe da Şamê.

Komeleyê, 55 ton ji pêdiviyên xwarinê yên sereke bi xwe re hilgirtibû.

Ev gav jî bi koordîneya tam û bi daxwazeke fermî ya Wezareta Karûbarên Civakî û Kar a li Şamê ku xebateke mezin bo gihandina alîkariyê kir, hat avêtin.

Nexasim ku ji ber kêmbûna pêdiviyên xwarin û bijîşkiyê, Siwêda û Başûrê Sûriyê di rewşeke mirovî ya zehmet re derbas dibin.

Li gor biryar û erêkirinên fermî, biryar bû ku koordîne di navbera komeleya me û Heyva Sor a Erebî Sûrî de çêbibe da ku karwan derbasî herêmên ziyandîtî bibe û piştî bidesxistina erêkirinên ewlekariyê û koordîneya li gel aliyên xwecihî, bi rengekî koordînekirî li kêleka alî û rêxistinên çalak alîkarî were belavkirin.

Lê belê em ji daxwaza Heyva Sor a Erebî Sûrî mat man. Wê xwest ku tevahiya alîkariyê werbigire û bi serê xwe belav bike. Bêyî destûrê bide karmend an xwebeşxekî komeleya me ku beşdarî belavkirinê bibe yan jî bişopîne. Ev jî li dijî baweriya di navbera me, alî û kesên alîkarî dane de ye.

Li ser bingeha pabendbûna me ya bi zelalî û pêbaweriyê bi bexşvan û aliyên alîkariyê re, piştî hewldanên domdar û mixabin bê encam, me biryar da ku heta destûr bo endamên me neyên dayîn ku beşdarî belavkirinê bibin,  em barê alîkariyê nedin ti aliyekî din. Ev jî di wextekê de ye ku  rolek bi bandor û rast a saziyên NY di warê zext û navbeynkariyê ji bo derbaskirina alîkariyê, tune ye.

Li gorî vê yekê, heta formulek ji bo beşdariya me ya rasterast di mekînzmeya belakirinê de were misogerkirin, me biryar da ku ev kerwanê alîkariyê vegerînin Hesekê.

Em piştrast dikin ku sûdmendên vê kampanyayê xelkê me yê mexdûr yên li başûrê Sûriyeyê, gundewarên Deraa, Siwêda û gundewarên Şamê ne. Em vê dibêjin bêyî ku cudahiyê têxin navbera etnîk, mezheb an jî olan. Ji bo pêkanîna prensîba bêalîbûnê, em herdem biryardar in ku her alîkariyek an bexşek dighêje me, pê re bin û bişopînin.

Em ê bi rêya kanalên fermî û zelal û bi hevkariya her aliyekî ku li gor prensîbên me yên mirovî tev digere, hewlên xwe ji bo piştgiriya gelê xwe li her parêzgehek Sûriyê, bidomînin.

Komeleya Alîkarî û Geşepêdanê ya Mezopotamyayê

Duşem, 5’ê Tebaxa 2025an

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.