Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şîrovekirina matçan bi Kurdî gaveke dîrokî ye’

06/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Şîrovekirina matçan bi Kurdî gaveke dîrokî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Şîrovekarê werzîşê Beşar Yûsiv da zanîn ku wî di du mehan de xwe hînî şîrovekirina bi zimanê Kurdî kir. Herwiha Yûsiv tekez kir ku  şîrovekirina matçan bi zaravayê Kurmancî gaveke dîrokî ye û pêwîst e li Rojava piştgiriya wê ji hêla rojnamegeriyê ve were kirin.

Şîrovekirina werzîşê bi zaravaya Kurmancî ji qadeke girîng a veguheztina bûyerên maçên goka piyan e.

Hemû netewe xwedî tîm û yaneyên werzîşê ne, her neteweyek jî xwedî şîrovekarên werzîşê yên bispor in û bi zimanên xwe yên resen xebata şîrovekirinê dikin.

Lê neteweya Kurd li seranserî Kurdistanê ji ber qeydên li ser zimanê Kurdî û lawazbûna ziman, hem jî  xebata kêm a ji bo pêşxistina zaravayê Kurmancî li seranserî Kurdistan û Rojava bi taybet, asta zimanê werzîşê bilind nebû. Li Rojavayê Kurdistanê bi hewldanekê şîrovekirina werzîşa maçên goka piyan, gavek hat avêtin, xwediyê vê gavê jî rojnamevan û şîrovekar Beşar Yûsiv e.

Derbarê şîrovekirina maçan bi zimanê Kurdî şîrovekar Beşar Yûsiv ji rojnameya me re axivî.

‘Bi dirêjahiya du mehan xwe fêrî şîrovekirina bi Kurdî kir’

Beşar Yûsiv diyar kir ku wî di du mehan de xwe hînî şîrovekirina bi zimanê Kurdî kir û wiha got: “Ez rojnamevan û şîrokvekarê werzîşê ji bajarê Dêrikê me. Nêzî 25 sal in ku girêdayî werzîşê xebata nivîsandinê dikim, bi avabûna Ajansa Vedeng re min bi zimanê Erebî dest bi şîrovekirina maçan kir, nivîsîna min di zimanê erebî de xurt e, her kesê ku min nas dike nasnavê Pênûsa Zêrîn li min dike, bi dehê caran min rapor girêdayî werzîşê li seranserî Sûriyê amade kirine û hevpeyvîn çêkirine. Ji despêka vê xebatê ve heta roja îro min 100 maç bi Erebî şîrove kirine. Lê piştî ruxandina rêjîma Baas derfet ji bo min çê bû ku bi zimanê dayîkê maçan şîrove bikim. Ji bo min ev yek gelekî zehmet bû, lê bi alîkariya hin hevalan min xwe fêrî zimanê Kurdî kir. Bi dirêjahiya du mehan min xwe hînî zimanê Kurdî kir û dest bi şîrovekirina maçan kir, berî niha min xebateke wiha nekiribû, lê tevî wiha jî min bi jêhatiyeke mezin dikarîbû hemû maçên Lehengiya Sûriyê ya Footballê ya Pêşerojê bi Kurmancî şîrove bikim.”

 ‘Şîrovekirina maçan bi Kurdî gaveke dîrokî ye’

Yûsiv da zanîn ku şîrovekirina maçan bi zaravayê Kurmancî gaveke dîrokî ye û wiha domand: “Cihê serfiraziyê ye ku yekem car û yekem kes bi zaravayê Kurmancî li ser asta Sûriyê, li Şamê di Satada Feyhaa maçan şîrove bikim. Ev yek gaveke dîrokî ye ku cara yekem li Şamê bi zimanê Kurdî şîroveyê li ser maçên goka piyan bikim. Di kar û xebata xwe de min gelek lîstikvanên Kurd yên bispor dan nasîn, ji ber ku ew Kurd in, hatine paşguhkirin, lewma min mafê wan ên windayî parast, nimûne Ehmed Feqe, Ridwan Şêx Hesen û gelek lîstikvanên Kurd weke wan hene. Di destpêkê de ji ber hin pirsgirêkên siyasî, astengî derketin, geleke kesan rexne û şerê me kirin, hem jî gelek kesan kêfxweşiya xwe anîn ser ziman û bûn piştgir ji me re. Piştî ku maç bi Kurdî hatin şîrovekirin lîstikvanên yaneyên din kêfxweşiya xwe ji bo heskirina zimanê Kurdî anîn ziman.”

‘Divê li Rojava piştgiriya şîrovekirina bi Kurdî were kirin’

Şîrovekarê werzîşê Beşar Yûsiv destnîşan kir ku divê li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya şîrovekirina maçan bi zimanê Kurdî were kirin û wiha axivî: “Armanca me tevan ew e ku zimanê Kurdî were parastin û bibe zimanekî fermî di Sûriyê de, hem jî em ber bi guhertinekê ve biçin da ku zimanê Kurdî di warê rojnamevaniyê de li hemû kenal û dezgehên fermî de were bikaranîn. Qada şîrovekirina maçan bi zimanê Kurdî gelekî girîng e, rast e mijarkeke zehmet e ji bo Kurdî, lê em dizanin ku zimanê Kurdî zimanekî zengîn e. Em dizanin ku maç li Rojava bêyî şîrovekirinê tên lidarxistin. Ji ber zengînbûna zimanê Kurdî jî divê aliyên peywendîdar li Rojavayê Kurdistanê guh bidin şîrovekirina bi Kurdî. Xebata şîrovekirina bi zimanê Kurdî xwedî girîngiyeke mezin e û siberoja wê ji bo Kurdan gelekî girîng e. Ji ber vê girîngbûnê jî divê were lipêxşistin, pêşxistina şîrovekirina asta şîrovekirina werzîşê jî erkê hemû rojnamevan, kenal, ajans, saziyên werzîşê û dezgehên rojnamegeriyê ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.