Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên hunera kurdî

06/08/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên hunera kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Hunermend Nizar Yûsif stûneke hunerî ya berze û bejneke wêjeyî ya bilind. Di dîroka gelên ku hatine piştguhkirin û ji nasnameya xwe hatine dûrxistin, huner ne wekî xoşîbirek bedewî diyar dike,lê ew mîna amûrek berxwedanê û kiryarek mayînde derdikeve holê, dibe ku miletê kurd bi hemû derd û birînên xwe yên ku di dirêjahiya dîrokê de dîtîn û dûrbûna ji hebûna xwe di stranbêjiyê de dibîne ku ew amûreke ji bo tekezkirina hebûna wî û di dengê stranbêj de, peyamên xwe vedişêre û xemên xwe vedibêje. Hunermendên Kurd di parastina nasnameya çandî, berevaniya ziman û belgekirin bîrdanka giştî ya gelê ku ji dîroka xwe ya fermî hatî vedizîn, rolek girîng lîstin, lê gelê kurd dîroka xwe di stran, awaz û di wijdana gund û bajêr de afirand.

Hunermend û awazdêner Nizar yek ji dengên hunerî yê ku ruhê welatparêziya Kurdî pêkanîye û roleke girîng di parastina mîrateya çandî, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî de lehîstiye.Hunermend, bestekar û helbestvanê Kurd Nizar Yûsif ji dê û bavek Kurd (Yûsif û Mirarî) di sala 1960’an li gundê “Beroj” ku dikeve li pesara Ciyayê Qereçox li gundewarê Dêrik hatiye dunya yê û ew di himbêza malbatek neteweyî ya Kurd de, ku bi dîroka xwe ya tekoşîna kevnare û girêdana xwe bi nirxên rûmet û azadiyê ve tê naskirin mezin bûye , evê jîngehê bandorek kûr li ser avakirina kesayetiya wî û hişmendiya wî ya hunerî û neteweyî kir. Ew li herêma Korçeran mezin bû, ya ku mîna mîrateya Kurdî ya resen tê naskirin û bûye çavkaniya şoreşger û azadîxwazan û dergûşek ji bo hunermend û stranbêjên ku peywirê parastina çand û nasnameya xwe dikin. Di navbera geliyên Koçeran û quntarên çiyayê Qereçoxê, Nizar giyan û hinêra xwe pêşxist di jîngehek ku bûye dayîna sembolên hunera kurdî yên mîna (Mihemed Teyîb Tahir, Silo koro,Yûsif Misêlîx, Mela Xelîl û hin din) yên ku asîmanê hunera kurdî ronîkirîn, wî zaroktiya xwe di himbêza mezinan, û serwerên êl û eşîrên Kurd û Ereban, û kesayetên civakî yên navdar ên li herêmê bûrand, ew tim hevrêyê bavê xwe Hac Yûsif bû ku bişarezayî û nêrînên xwe yên durist dihate zanîn û mîna şêwirmendê Nayîf Paşa cih digirt,  li koçka wî , ya ku bibû dîdargeha rihspiyan û serokên eşîran û kesayetên civakî, rewşenbîr û hunermendan û qada şêwermendî û nêrînê, li wir Nizar guhdarî çîrokên qehremaniyê û çîvanokên welat, helbestên stranbêjiyê û bûyerên neteweyî dikir, ew jîngeha dewlemend çavkaniyek bû ji bo Nizar, wî nirxên rûmetê û zanistên huner û stranbêjiyê ji kaniyên wê yên zelal vexwartin.

Nizar ji destpêka hestiyariya xwe ya hunerê, ji hêmanên xwezaya li hawîrdorê xwe wergirt, ji teqteqa dengê aşê kevnar, ji pistîna bayê çiyayê Qereçoxê, ji stranên şivan û bêrîvanan û sîrûdên xwişxwişa daran “kurkê Rewal û Keçika Kezî”, wî awazên xwe yên pêşîn vehûnandin û helbestên xwe yên despêkê sazkirin ku bûn semfoniya jiyana wî ya yekem û karî pê hevrêziyê di navbera helbest û muzîkê de çê bike.

Wî qonaxa seretayî li gundê xwe, Beroj û ya amadekarî li bajarê Dêrik û ya navîn li bajarên Hesekê û Şamê xwend, piştre, wî dev ji xwendinê berda û tevlî nav refên tevgera kurdî bû û dest bi çalakiyên xebatê kir di nav girseyên gel û xwendekarên Şamê de, ew di sala 1990 de zewicî û bavê sê zarokay e (kurek û du keç).

Meylên wî yên hunerî, evîna wî ji bo şêwekarî û stranbêjiyê, eşqa wî ya kûr ji bo muzîkê di temenek biçûk de destpêkir, hîn di deh saliya zaroktiya xwe de taybetmendiyên hinêra wî derketibûn holê .Ew di qonaxa amedekariyê de abeşdarî gelek pêşangehên dibistanê bû û herkesê li dora xwe matmayî dihişt, bi şiyana xwe ya şêwekarî û jêhatîbûna xwe ya derbirîna ji bo rengan û dengê wî ne kêmitirî pirtika wî  diyar bû, ew xwedan gewriyek zelal û dengek nazik bû ku xwe berdida di her dilan de ,ew bi stranên neteweyî û folklora Kurdî bi bandor bû û giyanê xwe yê hunerî ji sembolên hunera kurdî wergirt, yên mîna (Mihemed Şêxo, TehsînTaha û Aram Tîgran) da ku gavên xwe yên pêşîn di rêça hunerê de bavêje.

Di dawiya salên heftêyan de, li ser bingeha mîrasa Koçeran ya dewlemend di stranên gelêrî û destanên stranbêjiyê de, Nizar dest bi gavên xwe yên hunerî ên yekem kir û dest bi jenandina Tembûrê kir. Di destpêka salên heştiyan de, Nizar wekî awazdêner û nivîskarê stranên xwe yên taybet dihate nasîn ku awazên wê ji tonên xwezayê û ji meqamên kurdî yên kevneşop dihatin verêstin, wî giyanek nû daxiste stranbêjiya Kurdî, bêyî ku ji reseniya wê veqetîne,  di nav stranên wî yên herî navdar ên bi dengê wî dengdane, ji gotin û awazên wî :

1- Dîlberê

2-Efrîn

3-Newroz

4-Gulîzer

wî di salên (1984 heya1990) çar albumên stranên ji gotin û awazên xwe belavkirin, ew beşdarî damezrandina gelek komên hunerî yên Kurdî li Şam, Homis, Hesekê û devera Koçera bûye, ku ev kom çiraxên biçûkbûn, rêçikên bîranîn û nasnameyê ronî dikirin  di dema ku gotin dihate dorpêçkirin û nasnameya kurdî di bin sîberên nebûnê de dihate veşartin,dema ku rejîma Sûrî li pey hemwelatiyan û hunermendan diket û tavêjtin di reştariya girtîgehan de , li gel wan bahozan, Nizar amade bû bi helbest, deng û awazên xwe  li gelek helkeftên neteweyî, festîvalên hunerî û cejnên Newrozan, ji beşdarîyên wî herî berbiçav:

1-Cejna karkeran li Qamişlo- Terteb sala 1982’an û li Indîwerê sala1985.

2-Cejnên Newrozan li Seydnaya sala 1985’an û li Libnanê di salên 1986 -1987 – 1988 (Bir Elyas, Encûr , Şitora )û di salên 1988-1989 de li Besta Sûs – Koçera.

Di sala 1991’an de, ew tevlî koma Cûdî bû, ku dihate nasîn bi rola xwe ya pêşeng di vejînkirina konsertan û helkeftên neteweyî  nemaze ahengên cejnên Newrozan, ji stranên wî yên navdar ku koma Cûdî gotine :

1-Paleye wer bi girin

2- Bûka cîhanê

3-Girop girop vaye tên.

Şûntilên wî bi tenê li ser koma Cûdî sînordar nema, lê awazên wî yên şoreşgerî û peyvên wî yên germahî, gelek komên hunerî yên Kurd û hunermendên Kurd gotine.

Ji stranên wî yên herî navdar ku koma Berxwedan û hunermendên Kurd gotine:

1- Warê Me Cenge (Xelîl Xemgîn û şehîd Mizgîn)

2-Partîzanê Me Çûn Bakur (Peywan)

3-Hoy Hoy Apê Me (Peywan)

4-Bûka Cîhanê (Eylem)

5- Hevalên Qahreman (Hozan Çiya)

6- Hoy Duniya yê, – Dengê Diyarbekir im- Ala Rengîn (Hozan Comerd)

7-Gundê Me Dîlane (Hozan Kanî Nar)

8-Zozan- Qêrîn (Hunermend Ferhan Şero )

9- Rengê Jînê – Hey lo Bejna Wê (Farhan Gurî)

Di sala 1996’an de, hunermend Nizar tevî malbata xwe ji Rojava derket û berê xwe da jiyana xerîbiyê û li Elmaniya rûnişt , li pişt xwe xaka zaroktiya xwe, bîranîna gundan hişt û vê yekê, di dilê wî de xeme û kuleke kûr çêkir, jiyana xurbetê nakarî wî dûr bike ji evîna wî ya ji bo  huner, gotin, stran û muzîka kurdî ,sirgûn jêre bû ardûyek din ku pê agirê israrbûnê gur bike ku bihêle ew rêya xwe bidomîne û pîşeya xwe ya hunerî û torevanî pêş bixe .Ji sala 2000 heya 2017’an, ew li Ewropa beşdarî gelek pîrozbahiyên neteweyî, festîvalên hunerî û kongireyên wêjeyî bûye .

Ji çiyayên bilind ên Qereçoxê, ji çavkaniyên xweşav ên Koçera, ji ritma dahol û pistîna tembûrê , ji axîn û xemgînîya dûrketinê û hêvîya vegerê bo welat, Nizar stranên xwe  vehûnandin wek belgeyên zindî ku dibe çîroka miletekî kevnar û birîndar, lê her tim bi rûmeta xwe dijî.Wî gelek helbestên kevneşopî ên stranbêjiyê li ser bingeha kêş û rêzikan nivîsandine, ji ber vê yekê gelek hunermendên kurd, ji wan re awaz çêkirine û gotine, ji nav wan hunermend Nûhad Diyab, ku gelek helbestên wî çêkirine û gotine mîna :

1- Çavên te yên reş

2-Xanim

3-Ji dûrbûna te

4-Yar

Nizar di stran û gotinên xwe de rehjena rast a nasnameya kurdî pêkanî ye, dengê wî bûye çiraxek ku rêyên berxwedana çandî ronî dike û tarîya jêbirin û piştguhkirinê tarûmar dike, bi têkilkirina wî di navbera kevn û nûjen,  tembûr û sîrûdên gundan,  peyvên bi axê re sitrayîn û helbestên bi bîna welatê xwe tije bûyî , Nizar pir avakirin ku dema borî bi ya îroyîn ve girêdide û deriyên kelepûrê vedike bo pêşerojê.

Di sala 2005 de, wî albûmeke bi navê “Kevokên Deştê” weşand, ku têde12 stranên ji gotin û awazên wî hebûn, di van stranan de, ewî tevlîhevîya hestên neteweyî û wejdanî pêkanî ye, wî awazên xwe ji bîna çanda kurdî û rehjena axê wergirt, Karê wî tenê bi weşandina alboman ne qediya ,wisa jî zêdetir ji 10 klîbên muzîkî pêşkêşkir, tev ji  gotin û awazên wî, ku  ji ruhê şoreşgerî û evînê tije bûn, ji klîbên wî yên navdar:

1-Efrîn

2-Dinyayê

3-Ala Rengîn

4-Bîranîn

5-Kinê

6-Dilo

Hinêra wî ya  hunerî û wêjeyî tenê bi stranbêjiyî, melodvanî û nivîsandina helbestên stranbêjiyê sînordar nema, lê di warên din ên afirîneriyê de jî diyar kir, ku wî gotar û lêkolînên çandî, digel helbestên xwe yên pirreng, ku di navbera helbesta klasîk ya terazû, helbesta nûjen û ya azad de, nivîsandiye, ev berhemên wî hatine weşandin di gelek kovar, rojname û malperên kurdî de, mîna:(Kovara Avaşîn, Dîwar, Pênûsa nû, kovara Hewar, Gemiya kurda, Sema kurdî û hwd),da ku bibin şahidê kûrahiya çanda wî û pênûsa wî.

Herwiha ew ji dîmena  medyayî ne dûr bû; gelek kanalên televizîyonê bi wî re hevdîtin û diyalogên hunerî û wêjeyî çêkirin,wekî ( Med TV, Kurdistan TV,  Rudaw , Waar TV, Rewşen TV, Peyv TV), di heman demê de, wî rolek girîng lîst jî wekî pêşkêşkerê bernameya “Vedenga Awazan” li ser ekrana Peyv TV, ku di nav de wî hejmarek hunermendên kurd ên ji derveyî welat kirin mêvanê bernameya xwe, ku dengê wî û dengê bernameya wî, bibû wekî pirekî di navbera afrîneran û pirsgirêkên gelê wan de.

Ji nav berhemên wî yên edebî yên çapkirî, pênc dîwanên helbest û pirtûkek lêkolînî weşandine , tev bi zimanê kurdî ne, ev berhem jî bûn şahidê evîna wî ya kûr ji bo peyv û awazê û dilbêjiya wî ji bo parastina nasnameya çandî ya gelê wî:

1-Rêwiyê Xewna Avsonî” (Dîwana  yekem), Almanya, 2008

2-Kedera Min ( Dîwana duyem) Hewlêr- 2016

3-Kêferata Paytexta Kor (Dîwana  sêyem), Hewlêr, 2016

4- Bêdengiya Şevê ( Dîwana çaremîn) Almanya – 2019

5-Hêlîna Xewnan (Dîwana pêncemîn ), Almanya, 2021

6-Zagros Zingilê Şaristaniyê ,lêkolînek li ser muzîkê û afirîneriyê), Dohuk, 2025

Ji berhemên wî yên edebî yên li ber çapê :

1- Pirtûkek lêkolînê li ser muzîk û dîrokê

2- Du Dîwanên helbestan bi zimanê Kurdî.

3-Dîwanek ji helbestên wî yên bûne stran, her wekî din bi dehan gotarên edebî û çandî bi zimanê kurdî.

Belê Nizar helbestvan e, herwiha awazdêner û stranbêj e, wî gotinên xwe bi zimanek zelal, rasterast, lê bi kûrahî nivîsandine, di nav de, vedenga zeviyan, çiya û dolan tê bihîstin û ew hêviya azadî û aşitî ya mirovê kurd nîşan didin.

Bi vî rengî , Nizar Hacî Yûsif dê herdem bimîne wekî yek ji nimûneyên navdar ên huner û wêjeya neteweyî ya kurdî, ku tînê bîra me, ku stran dikare bibe mala nasnameyê, penaya giyan û helbest bibe Keleha azadî û derman ji bo birînan, li seranserê kariyera xwe ya hunerî, Nizar ji peyama xwe ya hunerî û welatparêziyê re dilsoz ma, girêdayî reseniya hunera kurdî ya rastîn ma, bû parêzvanê ziman, nasname û kelepûra gelê xwe li dijî hemû hewldanên helandin û  piştguhkirin,heya îro jî, Nizar berdewam e bi dayîn û xebatê xwe; helbestên xwe bi şîrînîyeke taybet dinivîse ku gotin li ber serî diçimînin û awazên xweş diafirîne ku can û giyanê mirovan pê şa dibin, melodiyên bedew bihestekî bilind diafirîne ku xwe berdidin nav dilan û hest û giyanan dilivînin,  deng û stranên wî dibin şahidên zindî yên nasnameyekî qet namire û mîrateyek çandî ya zindî dimîne. Tenduristiyek domdar û dayîn û afrînerîyek zêdetir jêre dixwazim.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.