Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zehmetî tu carî rê li pêşiya berxwedaniya gelê Efrînê nagire

06/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Zehmetî tu carî rê li pêşiya berxwedaniya gelê Efrînê nagire
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Rêveberê Komîteya Koçberên Efrîn û Şehbayê ya Qamişlo Mistefa Hesen diyar kir ku gelê Efrînê du caran bi darê zorê rastî êşa koçberiyê hatine û wiha got: “Ji ber rewşa jiyanê di kamp û dibistan de gelê Efrînê bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin.”

Gelê Efrînê du caran rastî êşa koçberiya bi dare zorê hatine. Di 18’ê Adara 2018’an de ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yê li ser herêma Efrînê gel neçar dimîne ku koçber bibe, piştî koçberiya ji Efrînê gel berê xwe didin Şehba û Til Rifetê 7 salan jiyana xwe bi berxwedaniyî û hêviya vegerê li ser axa xwe berdewam dikin, lê mixabin ji ber êrîşên dewlata Tirk û çeteyên wê ve ya li ser herêma Şehbayê di 2 Mijdara 2024’an de gelê Efrînê carek din koçber dibin û piştre berê xwe didin kantona Cizîrê, Firatê û li wir bi cih dibin. Gelê Efrînê piştê ewqas êş, berxwedanî û koçberî li benda vegerek bi ewle û rêxistinin.

Di vê çarçoveyê de Rêveberê Komîteya Koçberên Efrîn û Şehba ya Kantona Qamişlo Mistefa Hesen ji rojnameya me re axivî.

‘58 roj ji berxwedaniya Serdemê’

Mistefa Hesen destnîşan kir ku çîroka gelê Efrînê bi êş û berxwedaniyê dijî ye û wiha got: “Di 20’ê Çileya 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve êrîş li ser herêma Efrînê pêk hat herwiha 72 balafirên dewlata Tirk a dagirker rabûn ser herêma Efrînê. Gelek navçe û gundên Efrînê hatin bombebarankirin, lê ema tu carî hêvî û berxwedaniya gelê Efrînê têk neçû, lê belê gelê Efrînê bû sembola hêz û berxwedaniyê, li hemberî êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ve 58 rojan li berxwedan û bûn bersîv ji dijmin re, lê ji ber ku êrîşa dewleta Tirk li ser herêmê zêde bûn û rewşa aramiya gel kete bin gefê, gelê Efrînê naçar dimîne ku bi dare zorê koçber bibe û berê xwe bidin herêma Şehbayê û li wir bi cih bibin.”

‘Piştî 7 salan ji berxwedanî û êşê li Şehbayê carek din rastî koçberiyê hatin’

Hesen dazanîn ku piştî berxwedaniya 7 salan carek din em koçber bûn û wiha domand: “Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn û me berê xwe da herêma Şehbayê da ku em li wir bi cih bibin û jiyana xwe berdewam bikin, lê em a jiyana li şehba gelek zehmet bû ji ber ku ew di nava dorpêçê de bû, rojane dihat bombebarankirin û ji ber êrîşên rojane yê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li ser Şehbayê, gelek kesan jiyana xwe ji destdan herwiha zarok jî nava wan de hebûn. Lê ema gelê Efrînê rixmî wê berxwedanî dikir û hertim li hêviya vegerê bûn, gelê Efrînê li gorî ku êrîş li ser Şehbayê pir bûn lê digotin em ji vê derê naçin ji ber ku ji Efrînê ve nêze, bêhna Efrînê û zeytûnên Efrînê tê me. Lê ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yê li ser herêma Şehba û Til Rifetê zêdebûn piştî 7 salan ji berxwedaniyê di 2 Mijdara 2024’an de  gelê Efrînê carek din êşa koçberiyê dibînin û dîsa bi darê zorê koçber dibin û berê xwe didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku li wir bi cih bibin û di bin sîwana Rêveberiya xweser de bimînin.”

‘Her roj zehmetî para koçbera ye’

Mistefa diyar kir ku jiyana koçberan bi zor û zehmetiyan tijî ye û wiha got: ” Koçberên di kampa û dibistana de jiyan dikin her roj zehmetî û êşan para wane, ji ber rewşa germahiyê, kêmbûna avê û elektirîkê rastî gelek zehmetiyan û nexwaşiyan tên. Herwiha zarokên Efrînê ji ber sedema koçbrerî û şer ji xwandina xwe dorketine, ji ber êrîşan û şer bandoreke mezin li ser deroniya van zarokan hat kir, bû sedem ku zarok ji dibistan û hestên zaroketiyê xwe dûrkevin. Ev zarok bûn qurbaniya van şeran û êrîşan. Li gorî hemû êş û zehmetiyan gelê Efrînê têkoşîn dike û her roj li hêviya vegerê ne, tu carî hêz û îradeya vê gelî nakevê û wê hertim berxwedanî, têkoşîn bikin heya ku vedigerin ser ax û warê xwe.”

‘Vegera Efrînê hêviya her Efrîniyekî ye’

Rêveberê komîteya koçberên Efrîn û Şehba ya Kantona Qamişlo Mistefa Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêviya vegerê hertim di dilê gel de ye û em her roj têkoşîn dikin da ku vê rojê bibînin. Gelê Efrînê her roj li benda vegerê ne, lê em a vegerek bi ewle û rêxistinî be. Gelê Efrînê piştî ewqas koçberî û êş banga vegerê dikin lê ev veger di bin sîwana Rêveberiya xweser de be û bi awayekî rêxistinî û serbilindî be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.