Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wê bi hevkariya welatiyan pirsgirêka çopê çareser bibe’

06/08/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Wê bi hevkariya welatiyan pirsgirêka çopê çareser bibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Rêveberiya Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Qamişlo Mihdî Eqîl destnîşan kir ku derfetên wan ên sînorkirî rê li ber karên wan a berhevkirina tevahî çopê digire û got, “Paqijiya bajêr ne tenê erkê şaredariyê ye, lê belê erkê hemû welatiyane û wê bi hevkariya welatiyan pirsgirêka çopê çareser bibe.”

Li gorî texmînan qaseya rojane ya çopê ya bajrarê Qamişlo di navbera 250 û 300 tonan de ye, di heman demê de şaredarî tenê 33 wesayîtên berhevkirina çopê hene, herwiha tenê 270 karkerên ku bajêr û deverên derdorê dişopînin hene. Ji ber ku tenê 33 wesayîtên berhevkirina çopê hene, ev yek jî rê li ber şiyana wê ya mijûlbûna bi vê mîqdara mezin digire, ku rojê derdora 20 ton çop li nikare were komkirin. Û bi germahiya havînê ya zêde re, çopa ku li kolanên bajêr belav bûne dibe çavkaniya bêhna nexweş û pirsgirêkek tenduristiyê ye.

Li bajarê Qamişlo rojane erebeyên paqijiyê û karkerên paqijiyê yên Şaredariya Gel ya Qamişlo ji serê sibeha zû ve li nava tax û kolanên bajêr digerin, da ku çopa ber deriyê malan û ya li kolanan kom bikin. Tevî ku erebe digere û li her taxê jî çopdank hene, dîsa jî piraniya welatiyan çopa xwe danaynin cihê wê yê guncaw û diavêjin devê deriyê malê. Ev jî dibe sedem ku çop li derdorê belav bibe û çareke din karkerên paqijiyê çopê kom bikin.

Endamê Rêveberiya Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Qamişlo Mihdî Eqîl têkildarî mijara paqijiyê ji Rojnemeya me re axivî.

‘Ekîbên şaredariyê heta niha tenê bi 33 wesayîtan û 270 endaman çopê kom dike’

Rêveberiya Beşa Paqijiyê Şaredariya Qamişlo Mihdî Eqîl anî ziman ku karê beşa paqijiyê rojane ye û wiha got: “Em rojane derdikevin taxan paqij dikin, ekîba şaredariyê heta niha tenê bi 33 wesayîtan û 270 endaman vê çopê kom dike, di dema dawî de jî me 7 wesayîtên mezin yên nû anîn. Riyên sereke di rojê de sê caran tên paqijkirin û çopê kom dikin li sûka bajar, kolanên sereke yên wekî kolana Amûdê, Munîr Hebîb, rêya hawirdorê ya bajar, 9 nexweşxane, 13 tax û çend gundên li nêzî bajar kom bikin. Lê derfetên wan têrî nakin û rojê derdora 20 ton çop dimîne ku nikare were komkirin, ji ber çûnûhatina zêde li wan heye ev jî dihêlê ku çop lê zêde be, ji bo paqijiya taxan jî, hin tax her roj tên paqijkirin û yên din jî her roj tên paqijkirin ew jî ji ber çûnûhatinê ye weke bazaran, Haritey, Siyahî û hwd. Li taxan jî her 3 rojan carekê çop tê komkirin. Em hewil didin ku ev taxên ku gazinan dikin ji bo paqijiyê em wesayîtan teslîmî wan bikin di riya komînan de.

Rojên komkirinê çopa taxan jî hatine diyarkirin. Li gorî vê rojên hilanîna çopên taxan wiha ne:

Şemî: Taxên Hilêliyê, Wista û Siyahî

Duşem: Enteriyê, Cudî, Sînaa, Erbewiyê

Çarşem: Kornîş, Cirnik, Qudurbeg, Aşuriyê û Muwezefîn

 ‘Beşa paqijiyê hewil dide ku derfetên xwe zêdetir bike û rojane tevahiya bajar paqij bike’

Mihdî Eqîl bal li ser astengiyên ku ew di karê xwe de dikşînin kişand û wiha got: “Gelek mirov bi me re ne alîkarin ku piştî ku em çopê kom dikin çopa xwe derdixînin kolanê, tevî ku seatên karê me diyarin û wesayîtên me bi giştî bi dengin, lê belê gel bi me re ne alîkarin ev jî dibe astengî li ber karê me û ew kesên ku li hawiya digerin û di çopê belav dikin ev jî astengiyeke li ber karê me. Ji bilî ku gel bi me re nabin alîkar wesayîtên me jî hindikin li gorî mezinbûna bajarê Qamişlo, lê tevî zehmetiyan dîsa karkerên me karê xwe rojane dikin û dîsa jî wesayîtên me rojane li nava taxên Qamişlo digerin û çopê kom dikin. Ku gel bi me re alîkarbin wê karê me baştir derbas bibe. Em weke beşê paqijiyiê yê Şaredariyê, li aliyekê jî hewl didin ku derfetên xwe zêdetir bike û rojane tevahiya bajar paqij bike. 7 wesayîtên nû yên komkirina çopê me stendine û em ê 35 karkeran jî bigirin kar di demên nêz de.”

Rêveberiya Beşa Paqijiya Şaredariyê Mihdî Eqîl di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez ji welatiyan dixwazim ku alîkariya me bikin, çopa xwe bê serûber neavêjin kolanan û di rojên komkirina çopê de bibin cihên komkirinê. Ji ber gelek mirov dibêjin ku wseayîtên me zêde bûne gereke ku pirsgirêka paqijiyê bê çareserkirin, lê belê ku gel bi me re ne alîkar be em çiqasî wesayîtan zêde bikin û têxin nava tevgerê de wê ew pirsgirêkên paqijiyê û çopê neyên çareserkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.