Zekî Bedran
Qaşo HTŞ’ê dê hilbijartinên parlemanî li dar bixe. Her çend ji wan re hilbijartin tê gotin jî, divê ev wekî vesazîyên ji hêla HTŞ’ê ve werin dîtin. Ew ji bo ti hilbijartinan amadekariyê nakin. Wan bi xwe îdîa kir ku ew dikarin tenê piştî 5 an 6 salan hilbijartinan li dar bixin. Gelek koman li dijî vê yekê derketin û gotin ku pir dirêj e. Digotin ku destûrek dikare di salekê de were nivîsandin. Qanûna hilbijartin û partiyên siyasî dê were nivîsandin, û dûvre hilbijartin dê di sala duyemîn de werin lidarxistin. HTŞ hewl dida ku hilbijartinê asteng bike û bi derengxistina wê serweriyê bi dest bixe.
Niha wan heman komkujiyên li dijî Durzîyan kirine li dijî Elewiyan jî kirine. Li her çar aliyê cîhanê bertekên cidî derketin holê. Kongreya Amerîkayê gav avêtiye. Rakirina dorpêçên li ser Sûriyê derfet bû û şert û merc hatin guhertin. Her çend wêneya wan di cîhanê de jixwe tarî bû jî, wan komkujiyek din lê zêde kir û her kes tirsand. Diyar e ku wan hişmendiya El Qaîde û DAIŞ’ê terk nekiriye. Li şûna ku pergalek demokratîk û berfireh ava bikin, wan bi qirkirin û bindestkirina hemû pêkhateyên herêmê xwestin desthilatdariya xwe xurt bikin. Ger bingeha girseyî di Sûriyê de qels be, aborî di rewşek xirab de be û pergala dewletê hilweşiyabe wê hingê jî, ew serî li komkujiyan didin, gava ku ew serweriyê ava bikin û desthilatdariyê bi dest bixin, ew dikarin çi bikin?
HTŞ di bikaranîna tundiyê li dijî beşek girîng a welatiyên Sûriyê de ti zirarê nabîne. Ew hewl didin bi bikaranîna tundiyê û terorê li dijî kesên ku mîna wan bawer nakin an jî xwedî nêrînên cuda ne, pêş bixin. Dewleta Tirkiyê di rê de piştgiriyek bê şert û merc pêşkêşî wan dike. Piştî ku wan li Îdlibê perwerde û amade kiriye, DYA hem piştevaniyê dide wan û hem jî hewl dide ku wan li ser piyan bihêle. Welatên mîna DYA, ku ti vebijêrkek din nemaye, dixwazin ku HTŞ di desthilatdariyê de bimîne. HTŞ jî dizane ku ew nikare bê piştgriya DYA û Îsraîlê di desthilatdariyê de bimîne. Ji ber vê yekê, DYA bandora xwe zêde dike û hewl dide ku HTŞ amade bike ku Peymanên Îbrahîm îmze bike. Ji ber ku pêşîniya HTŞ desthilatdariyê mayin e, ew razî dibe bi van hemî hêzan. Lê bingeha wê ya rastîn û hêza ku hebûna wê misoger dike Tirkiye û Ingilistan e.
Piştî komkujiya Durziyan, HTŞ derbeyek giran li hebûnaa xwe xist. Ji bo ku dem qezenc bike û rojevê biguherîne, hilbijartinên parlementoyê anî rojevê. Daxuyaniyên li ser hilbijartinan bi tevahî bê cidiyet in. Li gorî agahiyan, parlemento dê ji 210 nûneran pêk were, ku 70 ji wan dê ji hêla Ehmed Şeraa ve werin vesazkirin. Gel parlementeran hildibijêre, lê Şera wekî xwedîyê vîna ji gel bilindtir tê nîşandan. Heta Partiya Baas jî newêribû hilbijartinek wisa li dar bixe. Hilbijartin ne zelal bûn, di hawîrdorek wekhev û azad de nehatin lidarxistin. Lê dîsa jî, wan daxuyanî dan ku gel parlementeran hilbijartine, heta didan xuyakirin jî. Ew nikaribûn bibêjin ku Beşar Esed bêyî hilbijartinek ewqas parlementer vesaz kiriye.
Di heman demê de, hewl tê dayîn ku li Sûriyê aloziyê biafirînin. Tirkiye ew dewlet e ku pir caran îdîa dike ku li Sûriyê aramî û aştî dixwaze. Lê ew jî Tirkiye ye ku herî zêde di Sûriyê tevlihev bike û wê bixe nav şerê navxweyî. Sedema bingehîn a vê yekê dijminatiya li dijî Kurdan e. Hevsengiya hêzê li herêmê guheriye. Tirkiye behsa pêvajoyek biratiyê bi Kurdan re dike, lê ew Tirkiye ye ku hewl dide ku rê li ber Kurdan bigire ku li Sûriyê statuyek bi dest nexin an rêxistin nebin. Niha, ew HTŞ’ê neçar dike ku li dijî QSD û Rêveberiya Xweser tedbîran bigire. Ew hewl dide ku eşîrên li herêmên Ereban gur bike û hawîrdorek pevçûnê biafirîne. Di vê hawîrdora pevçûn û aloziyê de, ew plan li pey planan diafirîne da ku Kurdan qir bike, destkeftiyên wan hilweşîne û wan ji hev belav bike.
Ew li ser vê mijarê bi Tom Barrack, nûnerê taybetî yê DYA yê Sûrîyê, re bi berfirehî dixebitin. Ew hewl dide ku QSD di nav artêşa Sûriyê de entegre bib e û Rêveberiya Xweser hemî rêxistinên xwe ji hev belav bikin û radestî hikûmeta Şamê bikin. Barrack, mîna nûnerê hikumeta AKP’ê, li dora xwe digere û dibêje, “Yek hikûmet, yek artêş, yek dewlet.” Ev zimanê parastin û piştgriyê, zimanê Tirkiyê ye. Yên ku li Rojhilata Navîn dijîn vê yekê baş dizanin . Ji bilî vê, kengî Kurd û Ereb û gelên Suryanî-Asûrî yên ku ew bi wan re dijîn gotine, “Du artêş, du dewlet, du hikûmet?” Ma bernameyek an daxwazek wisa heye? Tiştekî wisa tune. Her gava ku Kurd li maf û statuyê digerin, dewleta Tirk sed sal e li dijî wan pankartek bilind kiriye û wan wekî “cudaxwaz, veqetîner” îlan kiriye. Ew ji hişmendi û çanda guhdarîkirin, fêmkirin û pejirandina mafên Kurdan dûr in. Ev ji tiştê ku ew li ser Sûriyê ferz dikin û hewildidin Kurdan ji Sûriyê derxin. Li Parîsê di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de dê danûstandin bên kirin. Divê gelê Kurd û hêzên demokratîk bizanin ku Tirkiye bi xwe, ne hikûmeta Şamê, dê li hember wan li ser maseyê rûne.






