Dilîn Ehmed/Qamişlo
Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan li bajarê Bochum yê Almaniyayê Newaf Xelîl diyar kir ku Şerê Taybet ê ku bi rêya dezgehên ragihandina Şamê tê meşandin ji şerê çekdarî ne qut e û got: “Şerê taybet beşek ji şerê çekdarî ye, pêwîst e mirov dezgehên ragihandinê yên ku cihê baweriyê ne, bişopîne.”
Wekî gelek caran hatiye gotin, pergala dewleta tirk bi temamî pergaleke şerê taybet e. Bi taybetî di welatên ku kirîz û şer lê heye. Lewra aliyên ku naxwazin şer raweste her dem di riya çapemeniyên ragihandinê, bi nûçeyên nerast civakê dixapînin û têkbirina aramiya herêmê armanca wan ya serekeye.
Awayê herî xeter şerê taybete ku pêngavên pir bi zerar di nava xwe de dihewîne. Şerê teybet xwedî gelek amûra ye hem bi rêya hunermend, rûspî û siyasetmedaran pêk tê. Ev yek derfetên mezin dide ber van kesan ku ji gel re bibin cihê baweriyê ta ku armanca xwe pêk bînin. Şerê taybet, qirkirina fizîkî ya civakan ji xwe re dike hedef, armanca wê ya sereke nirxên exlaqî, hest û hizira civaka ye.
Li Sûriyê piştî ketina rejîma Eseed û desteserkirina Heyet Tehrîr Şam(HTŞ) bi taybetî piştî komkujiyên ku li ser Elewî û Durziyan pêk hat, gelek dezgehên ragihandinê yên girêdayî hikûmeta demikî ya Şamê û gelek rûpelên kesayetan yên qaşo cihê baweriyê ne ji bo berjewndiyên xwe, şerê taybet li ser pêkhateyan didin meşandin. Bi armanca têkbirina aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di rêya dezgehên xwe yê ragihandinê û xwepêşandana dixwazin dinavbera pêkhateyên Kurd, Ereb û Surayanan de dijminatiyê derxînin.
Li ser vê mijarê Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Li bajarê Bochum ya Elemaniya Newaf Xelîl ji rojnameya me re axivî.
‘Jiyana hevbeş ya li Rojava nûçeyên nerast bêbandor dike’

Newaf Xelîl diyar kir ku her dewletek alavên wê yê şer hene hin jê çek in hin jê dezgehên ragihandinê ne, lewra ji destpêka kirîza Sûriyê û heta niha gelek kenal û ejans di rêya raghindina xwe de, di nava civakê de kirîzê kûrtir dikin û wiha domand: “Gelek dewlet hene ku hê jî naxwazin aramî li Sûrî pêk were, ji bo wê di rêya ragihandinê xwe de nûçe û bûyerên ne rast belav dike. Yek jê ragihandina Qetrî ye, ev yek di navbera civakê de nakokiyan derdixe holê. Lewra ya herî girîn ew e ku, dezgehên ragihandinê yên li Bakur û Rojhilatên Sûriyê ji ber ku ew yên herî çalakin, li ser rûpelên xwe jiyana hevbeş ya di navber pêkhateyan de, piştrast bikin. Lewra ev stratêjiya Rêveberiya Xweser û QSD`ê ye. Ev yek jî di hevgirtina keç û xurtin Kurd û Ereb yên ku li hember dijmin li Bendava Tirşînê mil bi mil berxwedan û gihiştin asta şehadetê jiyana hevbeş tekez dike.”
‘Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, divê parastina mafê gelê Kurd gava yekê be’
Newaf Xelîl wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di berxwedana Bendava Tişrînê de dîsa ragihandina sereke ya ku nedixwest aramî pêk were û çareserkirin çêbibe dezgehên Qeterî û Tirkî bûn. Tevî ku di şerê navxwyî yê Sûriyê ne tenê pêkhateyek li hember rejîmê serê xwe hilda na, Sûrî bi hemû pêkhateyên xwe li hember dîktatoriya Baees li ber xwe dan. Bi taybetî piştî ketina rejîmê ji ber Siûdiyê roleke girîngtir li Sûriyê dilîst, dewleta Qeter di rêya şerê xwe yê taybet dixwaze tevlîheviyê pêk bîne û aramiyê têk bibe. Herwiha ku hevpeymanên di navbera hikûmeta Şamê ya nû de û QSD`ê de pêk were, wê gava yekê ji bo avakirina Sûriyeke nû û hevbeş wê were avêtin. Lewra parastina mafê gelê Kurd wê ji bo Sûriya nû gaveke dîrokî û avakirina welatekî demokratîk be.”
‘Destgeha ku nûçeya nerast belav bike ne cihê baweriyê ye’
Newaf Xelîl destnîşan kir ku, ta ku mirov bi şerê taybet bandor nebe, divê mirov bizane li kê guhdarî dike û wiha got; “Bandora şerê taybet li ser derûniya mirovan girêdayî baweriya mirov e, carnan ez dihizirim çawa xelek ji destgehekê bawer dike ku bi dehê cara nûçeyên ne rast belav kiriye. Ji bo wê ya girîng û pêwîst ew e ku her kes ji aliyê xwe baweriyê bi dezgehên xwedî bawerî guhdarî bike. Mînak bi dehan ejans û kenalên Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene ku hêjane mirov lê guhdarî bike û ji bawer be. Çimkî di berxwedana Bandava Tişrînê de ev yek diyar bû ku çawa rojemavan ji bo pêşkêşkirina bûyerên rastrset ragihînin, bi têkoşîn li ser bendavê li be xwe dan, heta hin ji wan gihiştin asta şehadetê. Heta niha ragihandina girêdayî hikûmeta demikî ya Şamê dev ji axaftinên xwe yê dijî pêkhateyan nesekinandine nûçeyên xwe yê derew nesekinandine. Ji bo wê hêviya me ji gel ew e ku, ne guhdarî van kenalan bike ne jî derbasî rûpelên wan bibe, lewra guhdarkirina mirov ji wan re dibe hêz divê gel ji vî aliyî ve baldar be.”
‘Şerê taybet beşek ji şerê çekdariye’
Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolîna Li bajarê Bochum ya Elemaniya Newaf Xelîl li ser rawestandina nûçeyên nerast axaftina xwe wiha bidawî kir: “Şerê taybet yê di rêya ragihandinê de tê bikaranîn, beşek ji şerê çekdariye. Mirov hizrê xwe bide dewlet û hêzên mezin ji bo avakirina dezgehên ragihandinê çiqas pereyan terix dikin. Ji bo wê di rewşeke wiha hestiyar de ya herî girîng ku ji ragihandinên li Bakur û Rojhiilatê Sûriyê tê xwestin, şopandina hemû nûçeyan û derxistina rastiya li ser erdê ye. Têrênakê ku bêjin em xwedî mafin, şêweyê derxistina mafê xwe girînge. Ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava jî ev yek pir girîng e.






